Bi firçeya xwe serî hildide
Li bajarekî ku wêne “heram” tê dîtin de, jineke ciwan a Kirmaşanî firçeya xwe kiriye amûra berxwedanê; ji bo dîwaran bûye jiyan ji bo jinan jî bûye hêvî.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Ji mezinên Şiî Ebu Salih Halebî dibêje: “Wêne heram e; dixwazî peyker, dixwazî wêne, dixwazî wêneyên hebûnên zindî yan jî ne zindî bin.” Lê li Kirmaşanê jineke ciwan bi tiliyên xwe li ser dîwarên bajar hunerê diafirîne.
50 hezar sal in mirov çîrokên baweriyan li ser dîwaran xêz dikin
Mirov pêncî hezar sal e çîrokên baweriyan li ser dîwaran xêz dikin û ji wê demê ve heta niha ji vê çalakiyê re dibêjin “huner.” Tevî ku di sedsalên dawî de hinek kesan îlan kirine ku huner guneh e jî; huner, weke nirxeke ku ruhê mirov têr dike û wateyê dide jiyanê hebûna xwe didomîne.
Sumeyye, jineke ciwan a ji Kirmaşanê ye, bi salan e bi firçeya xwe li ser dîwaran jiyanê xêz dike, bi destên xwe ruh dide peykeran.
Bi wêneyan ruh dide kevirên bêreng
Sumeyeya ku wêneyan xêz dike guh nade awirên şaşewaz ên kesên li derdorê û bi îskeleyan ve hildikşe, bi wêneyan dîwaran zindî dike, ruh dide kevirên bê reng. Bi saya têkoşîna jinan a ku bi salan e didome, karên ku berê tenê aydê mêran dihatin dîtin êdî sînorên zayendî derbas dikin. Jin hem ji bo debara xwe bikin hem jî nîşandana hebûna xwe di wan qadan de dixebitin.
Sumeye, bi têkoşîna xwe, hunera wêneyê ji nava çar dîwarên odeya xwe derxistiye, li kolanên bajar xêz kiriye. Bi her lêdana firçeya xwe, ne tenê reng, nasnameya jinan, berxwedana wan li ser dîwaran xêz dike. Wêneyên wê yên li ser dîwaran tenê huner nîn e; weke peyam û belavokeke ku li ser “Ev bajar tenê yê mêran nîn e” nivîsandî be hêja ye.
Kolan di tevahiya dîrokê de bûne cihê berxwedana li dijî zext û bêdengiyê
Di tevahiya dîrokê de kolan her dem bûne cihên berxwedana li dijî zext û bêdengiyê. Niha Sumeye firçeya xwe veguherandiye çeke, li dijî feraseta ku hewl dide jinan di nava dîwaran de bigre bêminetiya xwe nîşan dide.
Dîwar şahidên bêdeng ên şoreşan in. Tuwalên çalaki, hêrs û azweriya azadiyê ne. Di salên dawî de, bi taybetî di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de nivîsên li ser dîwaran bûbûn dengê gel. Dîwarên ku berê tenê qadên propagandaya dewletê bûn; êdî ketin destên gel, bûne zimanê serhildan, azadî û hevgirtinê.
Peykerê kulîlka nîluferê
Di demên wiha de, dîwar ne tenê weke rûyê xwe ne; dibin medya, qeydeke dîrokê û qîrînek û îro ev pênûs, ev firçe di destên Sumeyeyê de ne… Ew jî dîroka têkoşîna xwe li ser van dîwaran dinivîsîne lê Sumeye ne tenê bi boyaxan, bi peykerên xwe jî diaxive. Carna bi fîgura mirovek, carna jî bi kulîlka nîluferê re. Ji bo wê berhema herî watedar, peykerê nîluferê yê li qada navenda bajar bi cih kiriye ye. Dibêje; “Jiyana jinan, weke nîluferê ye. Ji nava tarîtî û axê derdikeve; ji nû ve mezin dibe, digihîje ronahiyê û xweşikbûna xwe nîşanî cîhanê dide.”
Wêneyên Sumeye, peykerên wê, -nîlufera li qada bajar- hemû tenê tiştek dibêjin: Jin û huner ji hev nayên veqetandin.
Sumeyeyê van sê gotinan, kiriye fîgurek ku wateyê didin jiyanê. Dibe ku rojek, rêwiyek ku haya wê ji Sumeye tune ye li bajar bimeşe, dema li berhemên wê binêre ji xwe re wiha bibêje:
“Li vê derê jinek wêneyê jin û jiyanê xêz kiriye.”