Hunergeha Welat li Silêmanî ye
Hevseroka Hunergeha Welat Rozelîn Dêrîk, wiha got: “Em bi riya xebatên xwe huner, çand, ked û xebatên jinan bi tevahî gelên cîhanê didin nasîn. Em bi riya hunera xwe gavên nû ji bo pêşxistina hunera xwe diavêjin.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di 27’ê Îlonê de li zanîngeha Emerîka ya bajarê Silêmanî, di roja dawî ya Konferansa Kurdnasî de koma hunerê ya ‘Hunergeha Welat’ konserek da. Hunergeha Welat, di konserê de 12 berhemên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî û bi beşdariya gelek dostên hunerê, hemwelatî û kesên navdar ên bajarê Silêmanî pêşkêş kirin.
Koma Hunergeha Welat, sê meh in amadekariyên konserên xwe ya li bajarê Silêmanî dike. Koma Hunergeha Welat, bi riya hunera xwe ked û berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê bi bîneran dide nasîn. Di nava berhemên xwe de çand û hunera Rojavayê Kurdistanê, astengî û rewşa jinan pêşkêş dikin. Hemwelatiyên bajarê Silêmanî bi kelecan li benda xebatên komê bûn. Her wiha koma Hunergeha Welat wê di 5’ê Cotmehê de li Parka Hewarî Şar a bajarê Silêmanî konsera duyem bide. Armanc wan pêşkêşkirina xebatên nû li herêmê ye.
‘Hemwelatiyên bajarê Silêmanî ji bo xebatên me gelek bi kelecan bûn’
Hevseroka Hunergeha Şehîd Welat Rozelîn Dêrik, wiha behsa armanca hatina koma Hunergeha Welat kir û got: “Ev sê mehe em amadekarî ji bo hatinê dikin. Me bi provayan amadekarî dikir. Di 27’ê Îlonê de bi armanca pêşkêşkirina berhemên xwe, me serdana zanîngeha Emerîka ya bajarê Silêmanî kir. Di pêşkêşkirinê de armanca me ne tenê pêşkêşkirina stranan bû, armanca Hunergeha Welat nasandina hunera rojavayê Kurdistanê ji bo hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê, dîtina hemwelatiyan û hunermendên bajarê Silêmanî bû. Her wiha em bi riya huner, çand, ked û xebatên jinan bi tevahî gelên cîhanê didin nasîn. Em bi riya hunera xwe şoreş û xebatên xwe didin nasîn. Ji bo em gavên nû ji bo pêşdebirina hunera xwe bi avêjin, bi riya goftogoya li gel hunermendên bajarê Silêmanî xebatên xwe pêşdixin. Em dizanin dostên hunerê li bajarê Silêmanî hertim piştvaniya xebatên hunerên Rojavayê Kurdistanê dikin. Me bi piştevaniya hemwelatiyên xwe, karî xebatek xweşik û bi dilê hemwelatiyên bajar pêşkêş bikin.”
‘Konsera duyem li parka Hawarî Şar e’
Rozelîn Dêrik, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li zanîngeha Emerîka ya bajarê Silêmanî xebatên wan ên ewil encam daye û kelecan û kêfxweşiya beşdaran di demê pêşkêşkirina berheman de dengvedanek mezin bi xwere aniye û got: “Ev berhem encamên rastiyên ew tiştên li Rojavayê Kurdistan bi serê jinan û hemwelatiyan hatibûn e. Hunerê me gelek bi dilê wan bû û ji ber me ji rastiyê girtine. Em tevahî stran û berhemên me ji rastiyê digrin û têkelî xebatên xwe dikin. Rewşên ku jin û gelê Rojavayê Kurdistanê rastî tên, di berhemên me de derdikeve pêş. Beşdarvan gelek bi kelcan û dil germî pêşwaziya me kirin. Ew pêşwazî û dilgermî dibe sedem ku em xebatên nû pêşbixin. Her wiha em ê di 5’ê Cotmehê de li parka Hewarî Şar li bajarê Silêmanî, konsera xwe ya duyem li dar bixin. Armanca me li herêmê pêşkêşkirina karên nû ye. Hêvîdarim hemû gel beşdarî konserê bibin. Her wiha em dixwazin serdana bajarên din ên Başûrê Kurdistanê jî bikin û bibînin li başûrê Kurdistanê kar û huner di kîjan astê de ye.”