Li Cezayîrê Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinê ya Neteweyî
Wezareta Çand û Hunerê ya Cezayîrê, 10’emîn Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinê ya Neteweyî da destpêkirin. Armanca festîvalê, avakirina qadekî vekirî ya ji bo xwe îfadekirina jinan e.

NECWA RAHÊM
Cezayîr – Wezareta Çand û Hunerê ya Cezayîrê, 10’emîn Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinê ya Neteweyî bi sernavê "Jinên Başûr... Esalet û Afirînerî" da destpêkirin. Armanca festîvalê, piştgirîkirina hilberîna hunerî ya jinan û dîtbarîkirina jinan a bi rêya xilasbûna ji şêwazên kevneşopî ye.
Festîvala ku wê di dîroka 18-24’ê Cotmehê de bê li dar xistin, hunermend, zaneatkar û helbestvanên jin ên ji bajarên cûda tîne cem hev. Festîvalê îsal, balê bikşînê li ser jinên ji Başûr û nirxa ku ji bo keda jinên hatine marjînalkirin tê dayîn. Festîval, ne tenê pêşengehek e, qadekî ku xwe îfadekirina jinan a birêya hunerê û nîqaşkirina pirsgirêkên çandî û civakî pêşkêş dike. Di komxebat û panelan de astengiyên ku jin di hilberîna çandî de dijîn jî hate nîqaşkirin.
Jinên gundewar hêza bêdeng a afirînerî ye
Festîvala îsal, li ser jinên çol bûn û ev ne tenê mijarek bû, sembola sebir, berxwedan û berxwedana li hember jibîrkirinê ye. Berhemên keda dest ên jinên ji Başûr, çol ne tenê veguherandin erdnîgariyek, veguherandin nasnameyek ku bi reng, bîr û tevgerê diaxive. Vê yekê nîşan da ku ev afirînerî ne tenê aydê bajarên mezin e, dema ji jinên re xuyabûyin bê dayîn, wê li her goşeyek welat bilind bibin. Di festîvalê de, lomxebat û panelan astengiyên ku jin di hilberîna çandî de pê re rû bi rû dimînin ji nîqaşê re vekir.
Huner amûra rizgarbûnê ye
Festîval, veguherî qadekî ku jinan bi berhemênx xwe re mafê xwe ya vegotina çîrokên xwe ji nû ve bi dest xistin. Her tablo, helbest û ked bû bersivek sembolîk a jinê ya li dijî bêdengiyê.
Hebûna jinê a di festîvalê de ne tenê estetîk e; di heman demê de seknek polîtîk e. Li hemberî avahiya çandî ya mêrê serdest, li dijî derketinek e. Lê dîsa jî divê neyê jibîrkirin ku hunermendên jin hêj di aliyê hilberîn û piştgiriyê de bi gelek dijwarîyan re rû bi rû dimînin.
Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinê ya Neteweyî, êdî ne tenê çalakiyek e; hefizeyek zindî ye. Beşdarbûna her jinê, bibîrdixe ku çand jî têkoşînek mafan e. Di tablo, helbest û motîfên xalîçeyê yên jinan ên ji dapîrên wan hatine wergirtin de, peyama jinên Cezayîrî êdî ne li benda ronahiyê ne, ew bi xwe diafirînin, tê dayîn.