Fîlmê Otografî ‘Destê westiyayî li ser zikê têr e’ keda cotkaran nîşan dide
Derhênera fîlmê ‘Destê westiyayî li ser zikê têr e’ behsa fîlm kir û diyar kir ku ew di wê hêviyê de ne fîlm hemû temaşevan biribe demên civak ku bi çandiniyê re eleqedar dibûn.

Silêmanî – Di 24’ê Gulanê de, li Sînemaya Salm li bajarê Silêmanî, Fîlmê Otografî ya bi navê ‘Destê westiyayî li ser zikê têr e’ hat nîşandan. Fîlm bi hevkariya Ofîsa Beyrûd-Roza Loksemborg, Desteya lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê û lêkolînên zanistî hat amadekirin.
Şîne Şerîfî, Senger Abdullah derhêneriya fîlm kir, diyar kir ku der barê dîroka malbatek cotkar de ku bi çandiniyê ve eleqeder dibin e.
Destpêka fîlmê derhêner Şîne Şerîfî xêrhatina beşdaran kir û bi kurtî behsa fîlm kir û wiha got: “Ez di wê hêviyê de me bi taybetî fîlm we bibe serdema dapîr û bapîrên we.” Di dawiya nîşandanê de bi pirsên beşdaran ji amadekarên fîlm kirin bi dawî bû.
‘Fîlm mirov dibe dinyayek cuda’
Mihabad Mecîd a ku li fîlm temaşe kir wiha behsa fîlm kir: “Fîlm mirov dibe dinyayek cuda ya ji bajar. Dibe rojên ku civaka me bi çandiniyê re eleqedar dibûn, bêyî tu madeyek kîmyewî ji bo zeviyên xwe bi kar bînin. Wê demê xak paqij û xweşiktir bû, berhem xwezayî bûn. Niha ji ber pêşketina zanistê hemû tişt hatine guhertin. Berê mirovan dizanibûn çi dixwin, niha hemû berhem ji derve tên, kes nizane çi ne û xwezaya wan hatiye guhertin an ne. Her wiha niha di navbera jiyana gund û bajaran de cudahiyek mezin nemaye. Lê bele di serdemên kevin de gelek cudahî hebûn, xelkê gundan jin û mêran bi hev re xizmeta xak û welatê xwe dikirin. Dilsozên xaka xwe bûn. Bi xwezayê re di nava hev de bûn, ji axê hez dikirin û xweşiktiya wê hîs dikirin. Niha tiştên baş nemane û dermanê baxçe û gubre ji derveyî welat tên lê belê ew welat bi kar naynin. Gelo ew mirov dizanin ev made bi ziyan in an na. Berpirs û serokên welat agahiya wan ji jiyana xelkê nîn e, çi dixwin û çawa dixwin.”
Mihabad Mecîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li vê derê kes ji canê mirovan berpirsyar nîn e. Niha ji ber xwarinê xelk nexweş dikevin, bi taybetî nexweşiya penceşêrê her diçe zêde dibe. Sedema wê jî malzemeyên xirab ên xwarinê ne.”