Derhênêrên jin pirsgirêkên jinan teyisandin sînemayê
Di 25’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Efrîqayê de fîlmên têkildarî pirsgirêkên jinan bal kişandin. Derhênerên jin ên Efrîqayê bi riya fîlmên xwe hewl dane pirsgirêkên jinan û sekna wan a li dijî zextan bigrin dest.

RECA XERAT
Mexrib – 25’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Efrîqayê ku di 21’ê Hezîranê de li bajarê Khouribga yê Fosfata Mexribê bi sernavê ‘Hişbûna algorîtmayên balkêşiya çîrokbêjan...rageşiyên sînemaya Efrîqayê’ dest pê kir wê heta 28’ê Hezîranê bi çalakî û panelan bidome. Di mihrîcanê de gelek fîlmên ku pirsgirêkên jinan digrin dest bal kişandin ser xwe. Berhemên derhênerên jin ên Efrîqî, êşên ku jin dikşînin û hewldana rizgariya ji zextên civakê radixin ber çavan.
Derhênerên jin bi fîlmên xwe balê dikşînin ser pirsgirêkên jinan
Derhênera Ruandayî Don Kwizere ku bi fîlmê ‘Îmiganî’ ku tê wateya çîrok di nava fîlmên metraj dirêj de beşdar bû. Di fîlm de mijara pirsgirêkên weke mafê parastina mahremiyeta jinan digre dest.
Çanda Ruanda, gotinên mezinan û zimanên xwecihî, di fîlm de wek rêgeza bigehîn hatin bikaranîn. Ev jî wisa kir ku sehneyên zindî yên di nava civaka Ruandayê de bên nîşandan.
Derhênera Çadî, Aaron Badaki bi fîlma bi navê ‘Mîrasvan’ bêparhiştina zarokên keç ji mafê mîrasê digre dest.
Derhênera Ugandayê Rahîma Nanfuku bi fîlma ‘Nkinzî’ beşdarî mihrîcanê dibe. Ev fîlm dema jinek zarokek keç tîne dinyayê çawa xwe kêm dibîne û ji bo hevjînê wê bibe xwedî zarokê kur zexta zewicîna bi jinek din re dike.
Derhênera Mexribê Khawla Asbaba Benomar bi fîlma bi navê ‘Radiya’ bi awayekî reş û spî qedexeyên ku di civaka serdest de li jinan hatine ferzkirin digre dest.
Derhêner da zanîn ku karekterên fîlmê di jiyana xwe de bêyî wê zorî bike, hewl dane bixin hinek qaliban lê di encamê de ev bi xwe hilbijartiye û ji bo hinek din memnûn bikin ev rewş qebûl kiriye û got: “Divê gelek jin terzê jiyanê ji nû ve li ber çavan derbas bikin. Ji ber ku gelek deman hilbijrtinên xelet dikin, ji qaliban dûr tercîhên azad gengaz e.”