Xizmên Windayan kujerên Ramazan Yuce pirsîn
ÎHD û xizmên windayan, kujerên Ramazan Yuce yê di 29’ê Hezîrana 1992’an de hate qetilkirin pirsîn û diyar kirin ew ê tucaran dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin.

Amed – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di hefteya 855’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” domandin.
Ji çalakiya ku pankarta wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hate hilgirtin, gelek kes tevlî bû. Di çalakiya vê heftiyê de kujerên Ramazan Yuce yê di 29’ê Hezîrana 1992’an li navçeya Farqîn ya Amedê hatî qetilkirin hat pirsîn.
Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Ramazan Yuce xwend.
Serpêhatiya windabûna Ramazan Yuce wiha ye: “Ramazan Yuce ya li navçeya Farqîn ya Amedê jiyan dikir, zewicandî û bavê 7 zarokan bû. Ew li Dibistana Herêmî ya Şevînê ya Farqînê wezîfedar bû. Ew piştî darbeya sala 1980’î hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat.
Ramazan Yuce yê hate berdan, gelek caran hate binçavkirin. Di navbera salên 1991-1997’an de li Farqînê gelek cînayetên kujer nediyar qewimîn. Rêxistina Hîzbûllahê desteka dewletê dabû pişt xwe û bi taybetî li navenda navçeyê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anî. Yek ji kesên ku bû qurbanê van cînayetan jî Ramazan Yuce ye. Keça mezin a Ramazan Yuce jî di wê heyamê de di encama êrişa Hîzbullahê de bi giranî birîndar dibe û rizgar dibe. Malbat her tim bi gef û zextan re rû bi rû dimîne.
Ramazan Yuce di dîroka 29’ê Hezîrana sala 1992’an de ji bo lîseyê ji derve de biqedîne tê Amedê û dikeve ezmûnê. Şeveqê ji hevjîna xwe re dibêje, ‘vaye ez diçim lê min xewnên nexweş dîtin. Heke tiştek ji min bibe keça me ya destgirtî bila bizewice.’ Piştî dixwaze ji Amedê vegere Farqînê li Kuçeya Lalebey ji pişt ve bi êrişek çekdarî re rû bi rû dimîne û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê veşartin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.