Hedîl Qasimî di tekwandoyê de serkeftinên mezin bi dest xistin
Jina ciwan a Tûnisî Hedîl Qasimî ku hemû rexne û gotinên civakê yên paşverû derbas kiriye, di warê werzîşa tekwandoyê ku tenê bi mêran ve sînordar dihat dîtin, qaliban şikand û serkeftinên mezin bi dest xistiye.

ÎXLAS HAMRONÎ
Tûnis – Tevî zehmetiyên civakî û darayî, jina ciwan a Tûnisî Hedîl Qasimî ji herêmeke gundewarî ya hundirîn a parêzgeha Qesrînê, dikaribû di werzîşa tekwandoyê de ku tenê bi mêran ve sînordar dihat dîtin, bi awayekî domdar riya xwe bidomîne. Kariyera xwe weke meraqa zarokatiyê dest pê kir da ku dema xwe ya vala tijî bike lê navê wê di qada werzîşa neteweyî de navdar bû.
Di 9 saliya xwe de destpê kir
Hedîl Qasimî der barê ezmûnên xwe de wiha got: "Min kariyera xwe ya werzîşê di 9 saliya xwe de dest pê kir, bi motîveke sade ku ji dagirtina dema vala ya di betlaneya havînê de wêdetir neçû. Min wê demê fêm nedikir ku tiştê min weke meraq dest pê kir, paşê dê bibe riya jiyana min. Ez niha bûme rahênereke federal a hakemekî neteweyî û di vê dawiyê de weke cîgirê Serokê Komîteya Ceza û Pîşeyîbûnê ya Federasyona Sporên Parastinê ya Tûnisê, hatim erkdarkirin. Di heman demê de koordînatora Giştî yê Parastinê li parêzgeha Qesrînê me. Ev jî ji bo min serbilindiyek e. Ji hêla derûnî û fîzîkî ve min dijwarî dîtin lê teslîmkarî qebûl nekir û hemû astengî bi îrade û hêza xwe derbas kir û di warê spora tekwandoyê de cihê xwe digrim."
'Serkeftin kêliyên westandinê ji holê radike'
Hedîl Qasimî der barê gavên xwe yên pêşîn ên ber bi serkeftinê ve got ku du car wê madalyaya xwe ya zêrîn a yekem li ser asta herêmî girtiye, tu car ji bîr neke û wiha pêde çû: "Ew madalyaya min a yekem bû, dema ku ez pir ciwan bûm. Min hestek taybetî ya nirxê di wê serkeftinê de hîs kir. Min hîs kir ku divê ez dest pê dikim di qada werzîşê de navekî ji xwe re çêbikim. Ez gelek westiyam lê kêliya serkeftinê hemû westandinê ji holê radike û hedefa min ew e ku bigihîjim olîmpiyatan. Piştevanî ji aliyê sazî û komeleyan ve heye lê têrê nake û gelek caran werzîşvan piraniya lêçûnan digrin ser xwe. Gelek qehreman û lehengên jin ku ala Tûnisê bilind kirin jî ji ber ku piştgirî nedîtin, rawestiyan an jî koç bûn."
'Bawerî û îrade bingeha serkeftinê ne'
Hedîl Qasimî armancên xwe yên di warê sporê de wiha vegot: "Xeyal dikim ku bi projeyek mezin, saloneke werzîşê ava bikim cûrbecûr werzîşên ferdî yên weke kickboxing, taekwondo û yên din bînim cem hev da ku em bikaribin nirxek bidin van werzîşan. Min gelek rexne girtin ji ber ku ez jinek im û hunerên şer dikim. Lê min hemû rexne derbas kirin. Bila jin li ser armancên xwe bisekinin û berdewam bikin. Rexneyê weke motîvasyonek bibînin, ne weke astengiyek. Di werzîşê de di nava jin û mêran de ferq nîn e. Ya girîng hewes, hêz û şiyana berxwedanê ye. Em jin dikarin bi dijwariyan re têbikoşin û bi serbikevin. Bawerî û îrade bingeha serkeftinê ne."