Tîma Futbola Jinê ya Îranê di FIFA’yê de 2 pêpelok bilind bû
Tîma neteweyî ya futbolê ya jinê ya Îranê, di rêzbendiya nû ya tîmên jinan a FIFA’yê de 2 pêpelok bilind bû û gihîşt rêza 68’an a cîhanê.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniya FIFA’yê, tîma neteweyî ya jinê ya Îranê, berê di rêza 70’emîn de bû û di rêza dawî de gihîşt rêza 68’emîn.
Li gorî rêzê 10 welatên pêşîn ên rêza cîhanê ev in: Spanya, DYE, Elmanya, Îngiltere, Îsveç, Brezîlya, Fransa, Japonya, Koreya Bakur û Kanada.