Banga werzîşvana Iraqî: Bila jin xwe biparêzin
Werzîşvana Iraqî Henan Basîm a di sala 2020’an de dest bi kariyera xwe ya Kyokushinkai kir, serkeftinek ku navê welatê wê di qada navnetewî de bilind dike û pêşdaraziyên civakî dikşîne, bidest xist. Henan banga “Xwe biparêzin” li jinan kir.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Henan Basîm a 18 salî, werzîşvana tîma Karateyê Kyokushinkai ya neteweyî ya Iraqê ye. Henan Basîm 6 sal li pey hev bû şampiyona Iraqê, yekemîna KATA ya Ereb, yekemîna KOMITE ya Asyayê û yekemîna şampiyona cîhanê. Henan bi biryardarî û hêza xwe ya di mijara parastina xwe de ji bo hemû jinên ciwan dibe îlham. Henan Basîm, dema ku di sala 2020’an de li akademiyên hunerên şer digeriya, Akademiya "Asef" dît û bi vê akademiyê re dest bi kariyera xwe ya werzişê kir. Henan Basîm, di destpêkê de nizanibû werzişa ku beşdar bûye Kyokushinkai ye û difikirî ku Taekwondo ye, lê piştre fêm kir ku ev yek ji cureyên Karateyê ye.
‘Sira serkeftinê rêvebirina baş a demê ye’
Henan Basîm, diyar dike ku ew di hevsengiya perwerdehiyê û werzîşê de biser ketiye û demê xwe di navbera xwendin û antrenmanê de baş organîze kiriye. Henan da zanîn ku ne werzîş ji bo perwerda wê bûye asteng, ne jî perwerda wê ji bo werzîşê.”
‘Ji zarokatiyê ve eleqa min bi werzîşê re hebû’
Henan Basîm, destnîşan kir werzîşa xweparastinê ji bo her jinek ciwan girîng e û got: "Xweparastin çekekî ku divê hemû jinên ciwan bidest bixin e. Her tim kesek di şûna we de we naparêze. Armanca min a tevlîbûna vê werzîşê jî, fêrbûna xweparastinê bû. Ji zarokatiyê ve eleqa min bi werzîşê re hebû. Min pêşî bi avjeniyê dest pê kir û piştre derbasî Karateyê bûm. Karate him ji aliyê xweparastin û him jî ji aliyê hunerên lêdanê ve, werzîşek piralî pêşkêş dike."
‘Min pêşdaraziyên civakî şikand’
Henan Basîm, bi van gotinan behsa tengasiyên ku derketine pêşiya wê kir: “Civakê di destpêkê de ferbûna jinên ciwan a hûnerên lêdanê qebûl nekir. Min jî di destpekê de şîroveyên neyînî wergirt. Lê her ku werzîş belav bû û serkeftin hatin bidestxistin, nêrîna civakê guherî û werzîşên xweparastinê bi awayekî erênîtir hatin dîtin. Li gorî min serkeftin bi rêya dîsîplîn, eleqe, perwerdehiya domdar û pêkanîna armancan pêkan e.”
Henan Basîm, armanc dike ku di werzîşê de berdewam bike û navê Iraqê di arenaya navneteweyî de bilind bike. Henan Basîm, di pêşbirkek li Erebistana Siûdî de, di turnuvayek zêdetirî 230 welat beşdar bûne de werzîşvanên ji Kazakistan, Bulgaristan û Polonyayê têk bir û bû yekemîn. Her wiha piştî ku bi reqîbên ji Japonya, Îspanya, Rûsya û Pakistanê re pêşbazî kir, madalyayek zêr û yek bronz jî qezenc kir.
‘Li Iraqê ji bo jinan pêşeroja Kyokushinkai pir geş e’
Henan Basîm, diyar kir ku li Iraqê ji bo jinan pêşeroja Kyokushinkai pir geş e û destnîşan kir roj bi roj zêdetir jinên ciwan berê xwe didin werzîşê. Henan wiha got: “Kyokushinkai piştî futbolê, yek ji werzîşên herî populer ên li seranserê welat e. Lê belê, piştgiriya hikûmetê kêm e û turnuva bi piranî bi derfetên werzîşvanan tên organîzekirin.”
Akademiya "Asef" akademiyek taybet e ku bêyî piştgiriya hikûmetê xebat dimeşîne. Ev rewş, piştgiriya ji bo werzîşvanan sînordar dike. Digel vê yekê jî, civak eleqe nîşanî ciwanan û werzîşê dide.
‘Piştgirî ji bo pêşketina jinê girîng e’
Henan Basîm, bang li hemû jinên ciwan kir ku werzîşa xweparastinê fêr bibin û di rewşên zehmet de xwe biparêzin. Werzişvana Iraqî Henan Basîm, da zanîn ku piştgiriya darayî û ehlaqî ji bo xurtkirina rola jinan a di werzîşê de pir girîng e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ne Wezareta Ciwan û Werzişê piştgirî dide werzîşvanên jin û ne jî Komîteya Olîmpiyadê. Lê piştgiriya ehlaqî û teşwîq, ji bo pêşketina jinê ya di qada werzişê de xwedî girîngiyek krîtik e.”
Akademiya "Asef", zêdetirê 7 sal in di nava saziyên pêşeng ku jinên ciwan û zarokên keç dikarin hunerên lêdanê fêr bibin de cih digre. Piraniya werzişvanên ku ji akademiyê mezûn bûne, di tîma neteweyî ya Iraqê de cih digrin. Ev yek, rola girîng a jinan a di werzîşê de û kapasîteya jinên ciwan ên Iraqî ya ji bo bidestxistina serkeftinek mezin, piştrast dike.