Di qada hunera şer de riya xwe vekir

Kaptan Marîana Abdullah Şehata dibêje ku hunerên şer ne tenê perwerdeyeke fizîkî ye di heman demê de riyek e ku wate û peyamê din ava xwe de digre û bi vê riyê dikare beşdariyeke cuda ji civakê re bi taybetî ji zarok û ciwanan re pêşkêş bike.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir Kaptan Marîana Abdullah Şehata keseke ji xwe bawer û bi îradeyek bêhempa di qadeke ku ji mêran re hatibû veqetandin de riya xwe vekiriye û bûye mînakek îlhamdar. Marîana hêz, dîsîplîn û peyama perwerdeyê ya werzîşê ji nû ve pênase dike. Her wiha îsbat kiriye ku îrade dikare her astengiya civakî derbas bike.

Marîana Abdullah Şehata ya li hêrêma Misra Jorîn mezin bûye dibêje: “Hunerên şer bi salan tenê ji bo mêran hatin dîtin, hêza fizîkî û rêvebirinê tenê ya mêran dihat dîtin.” Her wiha diyar dike ku wê biryar daye van qalibên kevnar bişkîne û bikeve nava qadeke ku mêr lê serdest bûn.

Marîana Abdullah Şehata diyar dike ku armanca wê ne ew bû meydanê ji mêran re bixwîne, yan jî hêzê tenê weke kontrolê nabîne. Ew li ser ji nû ve pênasekirina pabendbûn, dîsîplîn û peyama perwerdeyê disekine.

Marîana Şehata dibêje ku rêwîtiya wê ya pîşeyî dirêj û cihêreng bûye. Beriya ku bikeve qada werzîşê, di qada taybet de gelek xebitye û wiha didomîne: “Ji kasiyerî û firotinê bigre heta sekreterî û çavkaniyên mirovî, min gelek karan kir. Paşê bûm rêvebera karûbarên xerîdar û rêvebera karûbarên radestkirinê. Her wiha di warê veberhênana milkên neguhêzbar de jî bûm xwedî tecrube.

Ji zarokatiyê ve ji hunerên şer hez dikir

Marîana Şehata dibêje ku ramana ketina qada werzîşê paşê şekil girtiye û fêm kiriye ku riya jiyana wê ji ya plan kiribû cuda ye. Ji zarokatiya xwe ve ji fîlmên aksiyonê bi bandor bûbû, eleqeya wê bi hunerên şer re hebû. Dide zanîn ku ev fîlm bi xwebawerî û cesaretê dagirtibûn. Dema ku bi zarokên xwe re werzîş dikir, biryar da ku bi awayê cidî bikeve nava vê cîhanê.

Bi demê re fêm kir ku ev ne tenê werzîşek e, armanc û peyamê jî di xwe de digre. Dît ku hunerên şer divê riya wê ya domdar be û vê wekî dijwariyeke ji xwe re û îsbatkirina hebûna xwe qebûl kir.

Marîana Şehata diyar dike ku piştî dest bi perwerdeyê kiriye, gelek perwerde dîtine û diyar dike ku ji federasyona kick boksê mamosteya pejirandî, ji federasyona Muay Thai mamosteya pejirandî, ji federasyona Kung Fu mamosteya navneteweyî bû, bû endama fermî ya dibistana Alman BDS Wing Chun. Her wiha perwerdeyên PT (personal trainer) û FT (fitness trainer) girt. Ji Komîteya Olîmpiyatê jî qurs dîtiye. Qursa bingehîn a Kung Fu bi pileya “pir baş” û qursa amadekariya fizîkî bi pileya “gelek baş” temam kiriye.

Marîana Şehaa dibêje ku endama sendîkaya pîşeyên werzîşê ye û hê jî xwe bi pêş dixe. Li gorî wê mamostetî ne tenê bi jêhatîbûnên teknîkî sînordar e; zanisteke tevahî ye ku aliyên pratîk û teorîk bi hev re dike yek.

Her wiha balê dikşîne ser girîngiya zanîna psîkolojiyê bi taybetî psîkolojiya werzîşê. Dibêje ku mamoste divê civaka ku tê de ye, komên temenî û hewcedariyên wan ên psîkolojîk û reftarî baş bizanibin.

Zehmetî û astengî

Dema ku behsa zehmetiyên bi wan re rû bi rû maye dike, dibêje weke jineke ku li hêrêma Misra Jorîn dijî, neçar maye nêzîkatiyeke jîr û li gorî kevneşopî, adet û nirxên olî bi kar bîne. Li gorî wê mesele ne şikandina kevneşopiyan e, dayîna peyameke erênî ye ku girîngiya werzîşê ji bo perwerdekirina nifşan nîşanî civakê bide û wiha dibêje: “Ev rol ne tenê bi zarokan re sînordar e, ciwanên di temenê xortaniyê de jî digre nav xwe. Ev temen pir hesas e û ciwan gelek caran dema xwe bi hînbûyînên neyînî derbas dikin. Bi riya werzîşê dixwazim dîsîplîn, dilsozî û ruhê hevkariyê bi wan re çêbikim. Werzîş veguherîna şêweya jiyanê ya kêrhatî ye ji bo kes, malbat û civakê.”

‘Kesên ku bi hunerên şer re mijûl dibin dikarin di rewşên dijwar de xwe baştir kontrol bikin’

Marîana Şehata diyar dike ku destpêkê ramana wê hinek dihat qebûlkirin lê bi demê re rewş guheriye. Pêşî ji bo teşwîqkirina zarokên xwe dest bi werzîşê kiriye, wê demê bertekeke mezin nedîtiye û wiha dibêje: “Demek derbas bû, malbat û derdorê bandora erênî ya li ser zarok û ciwanan dîtin û piştgirî û qedirgirtin zêde bû. Hunerên şer tundiyê zêde nakin; berevajî wê reftarê dîsîplîne dikin, xwe kontrolkirin û hevsengiya hestiyarî hîn dikin. Li gorî wê kesên ku bi hunerên şer re mijûl dibin dikarin di rewşên dijwar de xwe baştir kontrol bikin, ji ber ku hêza wan ne tenê fizîkî ye, aliyên zîhnî û psîkolojîk jî digre nav xwe.”

‘Bi daxwaza pêşxistinê min xwe motîve kir’

Marîana Şehata dibêje ku li hemberî werzîşvanên xwe ne wekî biyaniyan, weke zarok û birayên xwe tevdigere û ev yek bawerî û rêzdariyê diafirîne. Her wiha dide zanîn ku yek ji zehmetiyên herî mezin ên pê re rû bi rû maye domdarî bûye û wiha didomîne:  “Ji ber ku mamosteyeke domdar tunebû, di pêşxistina xwe de pir bi xwe ve girêdayî bûm. Ji bo beşdarbûna qurs û semîneran neçar mam ji Asyûtê biçim Qahîreyê. Ev hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê malbatî ve barek bû ji bo min. Lê bi daxwaza pêşxistinê min xwe motîve kir.”

Marîana Şehata dema ku behsa zehmetiyên civakî dike, dibêje ku xebitandina bi xortan re yek ji mijarên herî dijwar e. Balê dikşîne ser guherînên psîkolojîk, zexta perwerdeyê û berbelavbûna adetên neyînî û wiha bi dawî dike: “Bi riya werzîşê min hewl da enerjiya wan bi awayekî rast bidim derkirin. Baldariya wan zêde bikim û wan ji reftarên zirardar dûr bixim. Bi vî awayî min piştgiriyê da malbatan ji bo ku zarokên xwe weke kesên saxlem mezin bikin.”