Klûba werzîşê ji bo jinên Yemenî derfetan ava dike
Dîna Amîn, bi riya projeya xwe ya "Cardio Gym" ji bo ku ji jinan re derfetên parastina tenduristiyê ava bike û piştgiriyê bide xebatên werzîşê, qadeke werzîşê ava kir.
RAHMA ŞENZUR
Yemen – Di navbera zehmetiyên ku ji ber pevçûn û paşverûtiyên civakî yên kûr hatine ferzkirin de, bi taybetî dema ku bihêzkirina jinan di qadên jiyanî de dibe mijara gotinê, çîrokên îsrar û afirîneriyê mîna ronahiya hêviyê derdikevin pêş. Klûba werzîşê ya "Cardio Gym" a jinan jî li Yemenê însiyatîfek pêşeng temsîl dike.
Li bajarê Taizê yê Yemenê ku ji ber pevçûnên bi salan wêran bûye, çîroka serkeftinê ya Dîna Amîna ya 35 salî balê dikşîne. Dîna Amîna, bi armanca piştgiriya mafên jinan ên werzîşê, li bajêr projeya xwe ya "Cardio Gym"a yekem salona werzîşê ya ji bo jinan xist meriyetê.
Projeyê, ji bo jinan qadeke bi ewle ya ku bikaribin werzîşê bikin û bigihîjin formeke fîzîkî ya baş ava kiriye û armanc dike di warê paşverûtî û qalîbên li dijî werzîşkirina jinan serdest de, bi jinan re hesta enerjî û zindîtiyê bide qezençkirin.
Ji bo jinan qadeke nefesgirtinê ya bi tendurist ava kir
Çîrok, di nava pêdiviyeke şexsî û civakî de derketiye holê. Dîna Amîna ya di qada rêveberiya karsaziyê de xwedî lîsansa bilind e, wiha dibêje: "Fikra klûbê di destpêkê de ji pêdiviyek şexsî derket holê. Di dema pevçûna li Taîzê de, min hîs kir ku jin hewceyê cihekî bi ewle ne ku bikaribin li ser xwe û tenduristiya xwe bisekinin û nepeniya xwe biparêzin.”
Ev fikir, ne tenê kopyaya modelek heyî bû. Dîna Amîna, wiha got: "Proje bi armanca peydakirina qadek ji bo nefesgirtina bi tendurist û ewle ji bo jinan û belavkirina çandeke tenduristiyê ya nû ya rê li ber pêkanînên tenduristiyê yên nû vebike, dest pê kir.” Dîna Amîna, da zanîn ku armanc tenê forma fîzîkî ye, şikandina qalibên civakê û bihezkirina çanda werzîş û tenduristiyê ya di nava jinan de ye.
Têkoşîna li dijî paşverûtî û qalîbên civakê
Dîna Amîna, da zanîn ku rêwîtiya wê ne hêsan bûye û pirsgirêka herî mezin jî ji darayî zêdetir çandî bûye wiha domand: "Dema ku me dest bi damezirandina klûbê kir, em rastî gelek zehmetiyan hatin. Civak li dijî her ramana nû derdikeve. Me bi sebir, vekir û bi ravekirina raman, nirx û armancên klûbê ev yek derbas kir. Bi demê re, mirovan fêm kir ku em bi tevahî xizmeta civakê û bi taybetî jinan dikin. Ez bawer dikim ku bihêzkirina jinan bi awayekî tendurist, tevahiya malbatê bihêz dike û ev mantiq di guhertina têgihîştinê de bi bandor bû."
Dîna Amîna, diyar kir ku "Cardio Gym" li Yemenê gavek bêmînak e û got: "Xala werçerxê dema ku mêran bandora erênî ya werzîşê li ser jin û xwişkên xwe fêm kirin, hat. Dengên ku destpêkê nerazîbûn nîşan dan, bi demê re veguherin dengên piştgir û teşwîqker."
Klûb, ji bo jinên pirsgirêkên tenduristiyê an jî zexta derûnî dijîn jî di nav de li gorî pêdivitên taybet ên jinan bername û çalakiyan cûrbecûr pêşkêş dike. Salona werzîşê ya bi alavên werzîşê yên herî dawî ve hatî sazkirin, ji aliyê tîmek pispor a bi tevahî jin ve tê rêvebirin û ev yek jî bûye sedema pejirandinek berfireh û daxwazek mezin a di nav jinên bajêr de.
‘Jin dikarin bi awayê herî baş rêveberiyê bikin’
Li gorî Dîna Amîna, proje li ser bingeha mijara bihêzkirinê ye û wiha didomîne: "Veguherînên dawî îsbat kirin ku jin dikarin bi têkarî û bandorek baş rêveberiyê bikin. Pirsa rast ev e: Gelo çand û kevneşopiyên me rê didin jinan ku bibêjin, 'Ez dikarim bikim'?"
Dîna Amîna, axaftina xwe wiha domand: "Em îro ji bo destpêkirina bernameyên perwerdeyê yên nû yên li gorî hewcedariyên cuda û berfirehkirina perwerdeya serhêl a ji bo kesên nikarin werin û beşdar bibin, dixebitin. Em hêvî dikin ku ev plan di destpêka sala li pêş de bê bicihanîn."
‘Werzîş ne luksek e ji bo jinan pêdiviyek bingehîn e’
Dîna Amîna, da zanîn ku salona werzîşê bûye modelek rastîn ji bo werzîşa jinên li Taîzê û bûye îlhama avabûna înîsiyatîfên wekhev teşwîq dike û wih bi dawî kir: "Me ji bo kesên din derî vekir. Ev beşek girîng a serkeftina me ye, ji ber ku îsbat dike werzîşa jinan ji civakê re ne xerîb e, berevajî yek ji pêdiviyên bingehîn ên jiyana jinan e. Em dixwazin werzîş bibe tevgerek xwezayî û bi tendurist. Werzîş ne luksek e, ji bo jinan pêdiviyeke bingehîn e."