Pêşbirka Navneteweyî ya Paraşûtê li Koyeyê bi dawî bû

Yekem Pêşbirka Paraşûtê ya Neteweyî, ku li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanêhate lidarxistin, bi dawî bû. 56 werzişvan di pêşbirka sê rojî de pêşbazî kirin, werzişvanên jin jî girîngiya wekheviya zayendî û wêrekî di werzişê de destnîşan kirin.

ŞIYA KOYE

Koye – Yekem Pêşbirka Paraşûtê ya Neteweyî ya Koye ya li Başûrê Kurdistanê ji bo komkirina puanan la lîstika paraşûtê li çiyayê Heyebet Sultan hate li darxistin. Ev pêşbazî ji aliyê Tîma esmanî ya Heybet Sultan û Navenda Helûkanî ya Koye ve hate rêxistin kirin, 56 lîstikvan û nêzî 15 tîm beşdar bûn û sê rojan dom kir.

Berê jî li Koye gelek pêşbaziyên firina paraşûtan li ser çiyayê Heybet Sultan li ser asta herêm û Iraqê hatin li darxistin. Lê belê vê carê cara yekeme Koye û Heybeta Sultan pêşbaziya firîna paraşûtê li ser asta Iraqê li dar dixwe. Herçend rewşa hewayê bandor dikir, pêşbazî bi serkeftî bû û xelatên lîstovanan hatin dabeşkirin.

‘Em dixwazin komên jinan zêde bibin’

Endama Federesyona Werzîşên Esmanî ya Bexda qeptan Zeyneb Haşim têkildarî beşdariya jinan a vê pêşbaziyê wiha got: “Divê werzîşê de rolek berbiçav a jinan heye. Divê federesyona werzîşî ji bo piştgirîkirina û anîna jinan a vê qadê xebat bike. Ez bi vê beşdariya jinan gelek kêfxweşim, min girîngiya beşdariya jinan ji derveyî welat dîtiye, dema çûm Kazakistanê û gelek welatên din ez beşdarî pêşbaziyan bûm. Min dît gelek jin beşdar dibin û gelek bi coşin. Dema gihan Iraqê li gel endamên din axivîm ku ji bo em bikarin piştgiya jinan bikin û jin jî werin nava vê werzîşê em xebat bikin. Em komên jinan hê mezintir bikin.”

‘Tu cûdahî di navbera jin û mêr de nîne’

Zeyneb têkildarî cûdahiya di navbera jin û mêran de wiha got: “Tu cûdahî di navbera zayendan de nîne, hemû wek hevin yên îradeya wan hebe dikare werzîşa firînê bike. Li Iraqê gelek werzîşvanên me hene. Federesyona werzîşê ji ji bo beşdariya jinan dixebite.”

‘Ev saleke ez vê werzîşê dikim’

Lîstikvana firinî paraşûtê Soz Hesen wiha dibêje: “Ev saleke min dest bi vê werzîşê kiriye û ez di meha 5 ya îsal de firîm. Ez di wê hêviyê de me ev pêşbaziyane werin kirin û ji ber gelek bi sûde û divê werzîşê de tu cûdahiya giraniyê wê ji bo jin û mêran nîne. Mixabin li herêma Kurdistanê girîngî nadin vê werzîşê, di demekê de gelek cihên guncaw yê firînê hene.”

‘Beşdariya jinan baş bû’

Endama Federesyona esmanî ya Iraqê û endama tîma Silêmanî wiha got: “Ev werzîş gelek balkêş e. Em spasiya rêxistinan dikin. Beşdar jî gelek balkêş bûn. Beşdariya jinan jî baş bû, xwezaya erdnîgariyê cihek gelek xweşik û guncaw e ji bo vê werzîşê. Tenê pirsgirêk hewaye. Bajarê Koye hertim pêşengtiya mêvandariya van pêşbaziyan dikin. Em spasiya tîma Koye, rêxistinên werzîşê û qeymîqamê Koye dikin ku ev cûreyên werzîşan pêşkêşî me dikin.”