Lîstikên piştevaniya Îslamî: Werzîşvanên jin ên Îranê teyîsîn
Di roja pêncem a lîstikên Piştevaniya Îslamî ku li peytexta Erebistana Siûdî, Riyadê hat lidarxistin de, 3 jinên werzîşvan ên Îranê madalyaya zêr girtin.
Navenda Nûçeyan – Roja pêncem a lîstikên Piştevaniya Îslamî, roja 12’ê Mijdarê Sêşemê, ji 57 welatan bi beşdariya zêdeyî 3.500 werzîşvanan li bajarê Riyad a peytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin.
Qerete
Werzîşvana qerete ya Îranê Fateme Sadigî, di pêşbaziya destpêkê de 39.4 puan girt, reqîba xwe ya ji Erebistana Siûdî Manal el- Ziyan (36.2 puan) têk bir û gihîşt nîv fînalê. Di nîv fînalê de reqîba xwe ya Kuwetê Delal el- Saîd bi 39.7 puanan bin xist û gihîşt fînalê. Fatema Sadigî di fînalê de hat beramberî reqîba xwe ya Tirk Dîlara Bozan, bi biryara hakiman di vê katagoriyê de madalyaya zêr girt.
Nûnera tîma Milî ya Îranê Sara Bahmenyar di katagoriya di bin 50 kîlo de têdikoşiya, tûra yekê derbas kir. Di tûra duyem de reqîba xwe ya Senegalî Selîmata Ba bi 3-0 bin xist û gihîşt nîv fînalê. Di nîv fînalê de Adubaye Abneya ya ji peravê Fîldîşî 4-0 bi bin xist û gihîşt fînalê. Di fînalê de Sara Bahmenyar reqîba xwe ya Ozbekistanî Gulşen Alîmardanov bi 6-4 bin xist û zêra duyem a qereteyê girt.
Halter
Seyyede Zehra Huseynî, di katagotiya 77 kîlo de, 97 kîlo giranî rakir û madalyaya tunc girt. Rakirina giraniya 91 û 97 weke serkeftin hat diyarkirin lê belê rakirina 94 kîlo ji aliyê jurî ve ne derbasdar hat îlankirin.
Mehsa Beheştî, di katagoriya 86 kîlo de, bi rakirina 97 kîloyan dest bi pêşbaziyê kir. Di ceribandina xwe ya duyem de 104 kîlo xist lê belê di ceribandina xwe ya sêyem de heman kîlo rakir û madalyaya tunc girt. Bi rêza hejandin (clean and jerk) 104 - 134 kîlo rakir û di vê qadê de madalyaya zêr girt. Bi giştî 238 kîlo rakir, bi giştî jî madalyaya tunc girt.
Reyhane Kerîmî, di katagoriya 69 kîlo de du madalyayên tunc girt. Di rakêşê de bû şeşem, di hejandinê de jî 226 kîlo rakir ket rêza sêyem. Bi giştî bi 221 kîloyan di giştî de madalyaya tunc girt.
Tenîsa Masayê
Tîma tenîsa masa ya Milî ya jinan a Îranê, di nîv fînala ku roja Duşemê 11’ê Mijdarê hat lidarxistin de li hemberî Tirkiyeyê pêşbazî kir û bi 8-2’an bin ket û negihîşt fînalê. Tîm ji Neda Şahsuwarî, Setayesh Îluhani û Şîma Safaî pêk dihat. Tîma Îranê tenê madalyaya tunc girt.
Judo:
Jinan di katagoriya di bin 70 kîlo de, judovana Tîma Milî ya Îranê Meryem Berbat, di tûra yekem de Aytac Gardaşhanli ya Azarbeycanê bi bin xist. Repesajda Duyşonbekovaya Kirgizistanê bin xist û ket têkoşîna madyaya tunc. Meryem Berbat di hatine hemberî hev a madalyaya tuncê de Zîta Ornella ya Kamerunî bin xist û madalyayê girt.