Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi boneya Cejna Remezanê bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.

Navenda Nûçeyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Hat zanîn ku birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yidirim, Polat Yildirim û xwişka Aktaş, Sabîha Aktaş çûne hevdîtinê.