Li Suweydayê çalakî: Em Serokomariya Colanî red dikin
Li bajarê Suweydayê xelk kom bû û got ku “Em Serokomariya Colanî red dikin. Vîna me hatiye dizîn, em vê yekê qebûl nakin.”

Suweyda – Li parêzgeha Suweyda ya ku gelê Durzî lê dijî, piştî ku Colanî xwe wek serokê Sûriyê ragihand çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li gor nûçeya ku di malpera fermî ya SOHR’ê de derbas dibe; Bi dehan şênî yên ku di nav wan de çalakvanên jin jî hene, li meydana El-Kerame ya li navenda bajarê El-Suweyda, çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseya ku Serokatiya demkî ya Colanî red kir, ev yek mîna ‘dizîna biryara gelê Sûriyê’ binav kir. Girseyê da zanîn ku Serokatiya Colanî li derveyê vîna wan hatiye îlankirin.
Xwepêşandêran pankartên ku li serê "Diyaloga niştimanî li ku ye”, “Beşdariya hêzên sivîl li ku ye", "Beravên Sûriyê û Humsê pirçeyên Sûriyê ne” û “Komkujiyên ku li dijî gelê wan tên kirin ne kêm in" dinvîsî hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Bila sûcên Esad bên cezakirin”, "tolhildan nikare netewek ava bike" û "tundrewî ji kuştin û wêrankirinê pê ve tu tiştî nahêle" hatin berzkirin.