Îran û Pakistan koçberên Efgan bi zorê dişînin welatê wan

Di rojên dawî de, li sînorê Îran û Pakistanê pêvajoya vegerandina bi hezaran malbatên Efgan bilez bûye. Ev pêvajo her çiqas di bin navê ‘vegera dilxwaz’ de were meşandin jî, bi rastî gelek caran zor derbas dibe.

Navenda Nûçeyan – Efganistan di nava krîza mirovî û aborî ya kûr de ye. Pêlek nû ya vegera koçberên Efgan ji Îran û Pakistanê destpê kir. Di rojên dawî de bi hezaran malbat, li ser deriyê sînor neçar mane vegerin welatê ku di nava vê krîza ku Talîban rêve dibin de ye. Çavdêran diyar kirin ku ev pêvajo zextên welatên xwediyê malê li ser koçberên Efgan dikin nîşan dide û nîşana kûrbûna krîzên koçê yên herêmî ye.

Li gorî daneyên ji aliyê îdareya Karê Koçberan a Talîbanê ve hatine dayîn, di demeke kurt de 35 malbat ji Pul-e Abrisham ya li Nimruz, 15 malbat Qeleya Îslam ya li Herat, 1.667 malbat Spîn Boldak a Kandahar, 376 malbat Torkham a Nangarhar û 101 malbat ji deriyê sînor yê Bahramçe ya li Helmandê vegeriyane Efganistanê. Her roja derbasbûyî, hejmara malbatên ku ji van deriyan derketine zêde bûne û bi giştî di nava 48 saetan de hejmara kesên ji pênc xalên bingehîn ên sînorî vegeriyan welat, ji 2 hezarî derbas bûye. Ev hejmar tê wê wateyê ku zêdebûna wek wê nehatiye dîtin.

Di heman demê de Komîseriya Bilind a Koçberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku her roj 7 hezar kes ji Pakistanê vegerandine Efganistanê. Li gorî daneyên Bernameya Pêşketina Netewên Yekbûyî (UNDP), ji Îlona 2023’an heta niha zêdeyî 4 milyon û nîv koçberên Efgan vegeriyan welatê xwe. Ev jî tê wê wateyê ku ewê nifûsa Efganistanê di rêjeya ji sedî 10 de zêde bibe.

Vegera bi hezaran malbatên Efgan, bi piranî di demek ku ji şertên bingehîn ên jiyanê bê par tê hiştin de encam dan. Beşek zêde ji yên vegeriyane, ji xwegihandina xizmetên wek bicihbûn, ava paqij, xwarin û tenduristiyê bêpar in. Li Efganistanê sînordarkirina bicihbûn û desteka bînesaziya civakî, van kesan ber bi şertê jiyanê yê hilweşînê ve dibe.

Li gel vê, di nava yên vegeriyane de ji beşên herî hesas ê civakê, parêzvanên mafên jinan, aktivîstên mafên mirovan, rojnamevan, mamoste û leşkerên berê jî tên dîtin. Ev kom dema vedigerin welatên di bin kontrola Talîban de, rastî xetereya girtinên kêfî, gef, tacîz û heta mirinê tên. Li gorî çavkaniyên xwecihî, ev kes ji ber xebatên xwe yên berê, tên hedefgirtin û ji bo gelekan domandina jiyanek normal, ne gengaz e.    

Pispor hişyarî didin ku ji ber vê rewşa vegerandina bi zorê, ne tenê di aliyê mirovî de, di heman demê de encamên psîkolojîk û civakî jî wê giran bin. Ev rewş di nava yên vegeriyan de dibe sedema tirs û zêdebûna bê ewlebûnê û pêlek nû ya koçê di pêşerojê de ava bibe.

Zextên siyasî yên Îran û Pakistanê

Di hefteyên dawî de welatên ku malovaniyê ji koçberên Efgan re dikin, bi taybetî Îran û Pakistanê, ragihandin ku bernameyên nû yên dersînordarkirinê kirine meriyetê.
Seroka Navenda Karê Koçberan û Biyaniyan a girêdayî Wezareta Karê Hundir a Îranê Nader Yarahmedî diyar kir ku li gorî plana nû ya rêveberiya Tehranê, ji 7 milyon koçberên Efgan, tenê ji sedî 50’î guncaw in ku destûra rûniştina zagonî bigrin. Li aliyê din Wezîrê Parastina Pakistanê, got ku kapasîteya civakî û aborî ya welatê wan têra pêkanîn, destekdayîn û bicihbûna bi milyonan koçberên Efgan nake û ragihand ku wê pêvajoya vegerandinê bi lez bikin.

Pisporên koçê van geşedanan, wek zêdebûna zextên pergalî ya li ser koçberên Efgan dinirxînin. Her çiqas welatên xwedî malovaniyê, vegerê wek ‘dilxwaz’ binav bikin jî, çavdêriyên qadê nîşan didin ku dersînorkirina gelek malbatan, qutkirina xizmetê û di bin gefa binçavkirinan de, neçar mane vegerin.

Encamên civakî û mirovî yên vegera neçarî

Efganistan di nava krîzek giran a aborî, xwarin û debarê de ye. Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî, zêdeyî ji sedî 90’ê avahiyên Efganistanê ji bo bijîn neçar mane danê xwarinê kêm bikin û tiştên xwe bifroşin. Niha bi vegera deh hezaran koçberan, zexta li ser  çavkaniyê sînor ên wek kar, avahî, perwerde û tenduristiyê her ku diçe zêde dibe.  

Nebûna bînesaziya guncaw a ji bo bicihbûn û entegrasyonê, hevsengiya yên vegeriyane ya ji bo civakê zor dibe û xeteriya nearamiya civakî mezin dike. Jin hem ji ber qedexeyên civakî û hem jî kêmbûna derfetên kar, dibe beşa herî zêde ya ku di vê pêvajoyê de zirarê dibîne. Li gorî pisporan dema ev pêvajo bidome, herêmên sînorî yên Efganistanê wê bibe navenda krîzên mirovî û ewlehiyê û wê zivrîneka koçê, xizanî û nearamiya siyasî li herêmê kûrtir bibe.