Gel li benda alîkarî ye, dewleta Tirk li pêy dagirkerî ye

Hevseroka desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel bal lê kişand ku ruxmê karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê pêk hat û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser heremê didomîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta tirk a bi rengekî eşkere dijminahiya gelê Kurd dike, êrîş û siyaseta xwe ya qirkirinê ya li hember gelê Kurd ranewestandiye. Bi erdheja ku di 6’ê Sibatê de li navend Mereşê pêk hat û di encamê de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bi rengekê aşkere raxist ber çavan. Lewra rûxmê ku pêwistiya bi sed hezaran mexdûrên erdhejê bi alîkariyê heye û hê cenazeya gelek kesan di bin kavilan de ne, dewleta Tirk tenê alîkariyên ku bi piştevaiya gel pêk tê asteng nake, rûxmê vê rewşê jî rojane êrişên xwe yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Hevseroka desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel a polîtîka û siyaseta qirker a dewleta nirxand, anî ziman ku dewleta Tirk di vê rewşa karesatê de jî êrişên xwe yên li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê didomîne û got, “Em ê li dijî her cûre êrişan li ber xwe bidin.”

‘Kîn û polîtîkayên dewleta tirk di vê pêvajoyê de jî ranewestiyan’

Firyaz Berkel di destpêka axaftina xwe de ji bo malabatên kesên ku di erdheja Mereşê û ya Hatayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê xwest û wiha got: “Heger mirov êrîşên di roja îro de jî binrxîne, em ê bibînin ku asta êrîşan dijwar û berferehtir bûne. Bi taybet jî em dikarin bal bikşînin li ser êrîşên dewleta tirk yên di pêvajoya erdhejê de. Di 6'ê Sibatê de erdhejek mezin rû da ku navenda wê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû, ev erdhej bandoreke mezin li hawîrdorê kir ku me dît bi dehan welatên Ereb û yên cîhanê xwe li dora Tirkiyê pêçandin da ku alîkariyê pêşkêş bikin.”

‘Êriş ji komplo û tecrîdê ne qut in’

Firyaz Berkel der barê êrîşên dewleta tirk yên di pêvajoya erdhejê de li Bakur û Rojihlatê Sûriyê pêk anî wiha got: "Di nava vê felaketa ku pêk hat û hejmarên bê dawî yên medxdûr û birîndara rojane derikevin holê, dewleta tirk dest ji kîn û polîtîkeyên xwe yên li hember gelê Kurd berneda. Di demeke ku tevahî cîhan bi erdhejê re mijûl dibe, dewleta tirk bi balefirên bê mirov û çekên giran herêma Firatê bombebaran dike û welatiyan hedef digre. Bi armanca ku erdîngariya xwe dorfereh bike, dagirkeriya xwe zêdetir bike û bighêje aramnca xwe ya tunekirina şoreş û pergala me, ev êrîş pêk tên. Em gelê Kurd ne weke berê ne, ji ber vê em dikarin êrîşên di hemdema erdhejê de analîz bikin û wateya wê nas bikin. Heta mirov dikare van êrîşan bi rengekî raste, rast bi komplo û tecrîdkirina Rêber Apo de bide girêdan. Dewleta tirk hewl da ku bi girtina Rêber Apo serhildana gelê Kurd ji holê rake û me careke din vegerîne rewşa koletiyê. Lê ev yek berovajî bû û dewleta tirk nikarbû di girtina Rêber Apo de heqîqet û hebûna Kurdan tune bike."

‘Em ê li hember hemû rêbazên êrîşan li berxwe bidin’

Hevseroka desteya Diravî Firyaz Berkel axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Me weke gelê Kurd xeta azadiyê û bîrdoziya Rêber Apo di têkoşîna xwe de hilbijart. Ji ber vê pêkanîna pirojeya Netewa Demokratîk û yekîtiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim bûye armanca êrîşên dewleta tirk. Xwestin bi riya Cebhet El-Nûsra, çeteyên DAIŞ'ê û herî dawî bi rûyê xwe yê rast li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî herêmên me dagir bike. Li aliyekî din şerê taybet ku li hember ciwan, jin û civaka me tê bi kar anîn, parçeyekî ji van pilanan e. Dewleta tirk dixweze rastiya herêm û gelê me yê ku ji bo tevahî mirovahiyê bûye sembola azadî û berxwedanê, veguhere. Bi taybet jî êrîşên di vê astê de herî zêde li hember Kobanê tên bikar anîn, bajarê Kobanê ku di tevahî cîhanê de xwedî pênase û wateyeke cuda ye dixwezin pênaseya wê bidin guhertin. Lê emê tu caran ji navê warê berxwedanê cudatir layîqî Kobanê nebînin. Em gelekî ku me hilma azadiyê bêhn kiriye û em dijîn, ji ber vê em weke gel û rêveberiya Kobanê jî ji siyasetên dewleta tirk bandor nabin."