Tûnisî bi Projeya ‘Henen’ xwarinên bê gluten peyda dikin
Henen Gersilî ku bi projeya xwe ya "Henen" hewl dide destek bide jin û zarokên ku bi nexweşîna Sêliyek (Çolîk) re rûbirû ne, got ku "Ev nexweşî bi dermanan nayê dermankirin. Divê parêzek hişk ku xwarin bê şekir bin were girtin."

ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Li parêzgeha Kassrine ya Tûnisê ku herêmên hundirîn bi kêm peydakirina xwarinê yên pispor rûbirû ne, Henen Gersilî biryar da ku pirsgirêka tendrustî û civakî çareser bike. Zêdebûna bûyerên nexweşiya Sêliyek (çolîk) di nav jinan de bû sedem ku projeyek bide destpêkirin û hilberên xwarinê yên bê gluten peyda bike da ku hewcedariyên jinên ku di bêdengiyê de êş dikşînin bicîh bîne.
'Ji ber nexwşîna min ev proje hat destpêkirin'
Henen Gersilî derbarê projeya xwe de wiha got: "Min beşa medyayê xwend û di sala 2008'an de qedand. Ez ji warê xwarinçêkirin û şîraniyê dûr bûm, lê ketina min a nav vê qadê, ji ber motîvasyona ferdî çêbû. Projeya min bi taybetî ji bo kesên ku ji nexweşiya sêliyek an jî hesasiyeta glutenê dikşînin, hatiye çêkirin. Di sala 2015'an de nexweşiya çolîk li min hat teşhîskirin, rewşek ku parêzek bê gluten a hişk hewce dike. Di destpêkê de, êş pir giran bû, ji ber ku min tiştek bi hêsanî nedît ku bixwim. Min li malê dest bi çêkirina xwarin û şîraniyê kir û xwarinên bê gluten amade kir."
Li hember zehmetiyan îrade bi serket
Henen Gersilî di nava gotinên xwe de bal kişand ser zehmetî û kêşeyên ku jiyaye û wiha got: "Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ên ku ez pê re rûbirû mam, hebûna madeyên xam bû ku peydakirina wan dijwar û biha ye. Destpêkirina projeyek taybetî ji bo komeke taybetî li herêmeke hundirîn du caran dijwar e, ji ber ku şiyan bi sînor in û çanda xwarinê ya li dora vê mijarê hê jî bi têra xwe belav nebûye. Bi îrade û biryardariyê, min dest bi serkeftinê kir. Tevî ku madeyên xam hê jî kêm û biha ne."
Projeya wê bûye stargeha jinan
Henen Gersilî da zanîn ku projeya wê ji aliyê jinan ve hatiye qebûlkirin û wiha axivî: "Ev proje ji aliyê jinan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Ji ber ku bi riya vê projeyê barê xwarinê yê li ser jinên nexweş sivik bûye û êdî cureyên xwarinê bi hêsanî peyda dikin. Ev proje ji bo jinan û zarokan bûye satergeh. Xwestekên gel ji bo xwarinê gelek bûne. Her wiha hilberên xwe ser medya dijîtal jî parve dikim. Xwarinan bê şekir amade dikim."
'Bi hêvî me projeya xwe berfirehtir bikim'
Henen Gersilî diyar kir ku daxwaza berfirehkirina projeya xwe dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Daxwaza min ew e ku hilberînên xwe li parêzgehên din jî belav bikim û sûdê li jin û zarokên bi nexweşiya Sêliyek bikim. Di heman demê de hewl didim navek xwe li bazara kar a Tûnisê ava bikim û xwe di vî warî de bihêz bikim da ku ezmûna xwe fêrî jinên din jî bikim."
'Ev nexweşî bi dermanan nayê dermankirin'
Sewsen Boualaq ku yek ji xerîdarên Henen Gersilî ye diyar kir ku nexweşiya Sêliyek li Tûnisê gelek belav bûye û wiha got: “Hin hemwelatiyan karîbû zûtir kişif bikin û yê din jî nekarîn cewhera nexweşiyên xwe fam bikin. Ew wek nexweşiyek kronîk tê hesibandin ku bandorê li hemû mirovan dike. Ev nexweşî bi dermanan nayê dermankirin. Bi parêzek hişk ve girêdayî ye. Buhabûn jî nahêle em pêdiviyên bingehîn ên parêza xwe peyda bikin. Ev nexweşî cureyek ji cureyên nexweşiya şekir e. Min gelek zehmetî dîtin, ji ber ku kar nakim û hemû tişt jî buha ne. Em bi hêvî ne ku komeleyek bê vekirin ku pêdîviyên nexweşan peyda bikin û piştevaniya wan bikin."
'Em sûd ji projeya Henen digrin'
Reşîda Bin Mansûr, dayûka du zarokan e yek jê bi nexweşiya Sêliyek e û 14 salî ye, wiha dibêje: "Dema zarokê min du salî bû min nexweşiya wî ferq kir. Nexweşînê bandorek li ser jiyana malbata min kir. Min nezanî ez ê bi çi rêbazê destek bidim zarokê xwe ji ber ku ev nexweşî bi dermanan nayê dermankirin. Divê sîstemek xawrinê ya taybet jê re bê diyarkirin û li gor wê xwarinê bixwe. Projeya Henen gelek sûd li zarokê min kiriye û pêdiviyên wî hêsanî peyda dikim. Em piştevaniya vê projeyê dikin ku berfirehtir bibe. Divê malbat derbarê vê nexweşînê de bên hişyarkirin."