Li Îranê qeyrana dermanan: Jin di nava biha û xelayê de ne
Li Îran qeyrana dermanan, nîşaneya nebaşbûna avahiya aboriyê ye; bihabûn û xelaya dermanan, gef li jiyana nexweşan dixwe û jin mexdûrên ewil ên vê cudakariyê ne.

SAYE MOHIBÎ
Mahabad – Di sala 2025’an de, qeyrana dermanan veguherî nîşaneyek zelal a nebaşbûna avahiya aborî û îdarî ya hikûmetê. Rakirina ji nişka ve ya dovîza tercîhî, bêaramiya di polîtîkayên dovîzê de û girêdayîbûna berfireh a pîşesaziya dermanan bi stendina ji derve re, bûye sedema zêdebûna bêhempa ya bihayên dermanan û kêmbûnek cidî ya xwegihandina nexweşan a ji bo dermanên xwedî girîngiya jiyanî.
Razamendî û deynên hikûmetê yên ji bo şirketên dermanan, hilberîna navxweyî felc kiriye û nebûna çavdêriya bi bandor û belavbûna bazara reş zextek zêde li ser nexweşan û malbatên wan dike. Zêdebûna bihayên dermanan ne tenê ji bo nexweşiyên taybet, di dermanên herî hêsan de jî xwe nîşan dide. Ev qeyran bûye mînakek zelal a hilweşîna gav bi gav a pergala piştgiriya tenduristiyê û dermankirinê ya Îranê. Vê yekê ji mirovên din zêdetir bandor li jinan kiriye.
Trenda bilindbûna bihayan: Di dermanan de ji sedî 60 bihabûn
Îro, ev rewş bandora xwe hema bejê li hemû dermanxaneyan dike. Li gorî vegotinên kesên cuda, leçûna dermankirina hêsan a sermayê di navbera 300 û 500 tûmen de ye. Ev hejmar, dibe sedem ku gelek kes ji çûyîna bijîşk jî dûr bikevin.
Li gorî raporan, îsal bihayên gelek dermanan heta ji sedî 60’î zêde bûne. Lê belê, sîgorteyan beşa herî biçûk a van zêdebûnan hilgirtiye ser xwe. Berpirsa dermanxaneyek dermanfiroş Derya F. li ser mijarê wiha dibêje: "Li gorî şirketên sîgorteyê, berî her zêdebûna bihayê dermanan, divê bihayên nû di pergalên sîgorteyê de bên tomar kirin. Lê belê, ev tişt pêk hat û barê tevahiya zêdebûna bihayê ket ser milê gel. Saziyên sîgorteyê yên wekî Ewlekariya Civakî jî divê li gor qewlê xwe û bê kemasî tiştên ku dermanxaneyan wê bikirin, bidin. Lewma, dermanfiroş jî nikarin gelek dermanan peyda bikin.”
Hilberîna netêrkêr û qeyrana xelayê
Dermanên biyanî li Îranê pir kêm tên dîtin û dermanên xwecihî jî ji bo gelek nexweşiyan peyda nabin. Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di dawiya sala 2024’an de û destpêka sala 2025’an de nêzîkî 470 dermanan xelayek cidî ya dermanan jiyan kir.
Di nava van dermanan de, dermanên kemoterapî ya ji bo nexweşên penceşêrê, dermanên nexweşiyên MS û otoîmmûn, faktorên pixtîbûn, dermanên anemiyê yên ji bo nexweşên talasemiyê, dermanên dil û damaran, dermanên nefesê û astimê, dermanên zarok û pitikan a ji bo nexweşiyên kêm û metabolîk û heta dermanên rojane yên wekî antîbiyotîk û êşbiran jî di nav de cih digre.
Ev xela, bû sedem ku di nava malbatan de fikarek cidî ava bibe. Mînak Faîze S. ku emeliyata dil derbas kir, dema behsa fikara bidestxistina dermanên xwe û kirîna dermanan a ji welatên cîran dike, Ziba.T, ya nexweşa MS’ê jî behsa çûyina bazara reş û bihayên zêde dike. Jina bi navê Golaleh K, jî behsa zehmetiyên bidestxistina dermanan ji bo zaroka xwe ya nexweşa talasemiyê û tirsa xwe ya ji bo jiyana zarokê xwe dike.
Dermanên bi kalîteya kêm û hêviya peydakirina ji derveyî welat
Pratîsyena Giştî Neda.A, wiha dibêje: "Ji dermanên taybet bigre heta xwarina pitikan û vîtamînan kalîteya hilberîna navxweyî kêm e. Lê em ji bo hebûna vana jî, şikir dikin.”
Berê, bijîşk, bi taybetî ji bo nexweşiyên taybet, pir kêmtir dermanên ku li Îranê hatine hilberandin dinivîsandin. Lê belê, niha ji ber pêkanîn û xelaya dermanan, çareyek din nema. Yek ji mînakên herî xetarnak ên sedema vê rewşê, mirina 72 nexweşên diyalîzê ya ji ber dermanên nebaş ên ji aliyê Thamen ve hatine hilberandin an jî gotinên bêbandoriya dermanan û zêdebûna bandorên nebaş.
Mînak, jina binavê Suma M, ya nexweşa Sendroma Over Polîkîstîk a nexweşiyek li Îranê tê zanîn jî wiha got: "Ez demek dirêj e dermanên xwe yên hormonal ji Iraqê peyda dikim. Dermanên biyanî li ser tenduristiya min zêdetir bandorker bûn. Her çiqas min dermanên li Îranê hatine hilberandin bikaranîbe jî, pêvajoya dermankirina min baş bipêş neket û her wiha bandorên vê ya nebaş jî zêdetir bûn.”
Kêmbûna dermanan, kes û rêxistinên xêrxwaz neçar kirine ku ji rêwiyên ku diçin derveyî welat dermanan bixwazin. Her çend bidestxistina van dermanan pir biha be jî, ji bo hinek kesan yekane rêya domandina jiyana xwe ye.
Jinên di orta qeyranê de ne
Gelek jinên çîna navîn, neçar mane ku ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên dermanan an kredî bikşînin an jî milkên xwe yên madî bifroşin. Lê di nava beşên xizanan de, saziyên xêrxwazî û civaka sivîl bi qismî dikevin tevgerê jî, ji bo jinên pîr, jinên serwera mal, jinên ku li taxên xizan dijîn û jinên ku qet piştgirî nagirin, tirsa mirinê bûye rastiyek domdar.
Belavkirina niheq û polîtîkayên aborî yên nebaş, bi awayekî pergalî jinan dike xetereyê. Rewşa heyî bûye sedem ku hinek jin berê xwe bidin dermanên xwezayî û dermanên malê, lê ev rewş bi nebûna xwegihandina dermanan re, xetereyên cidî yên jiyanê jî bi xwe re tîne.
Navendên tenduristiyê yên bêderfet an jî etarên xwecihî, veguherîne cihên ku tevahiya pergalê vê peyamê dide jinan: "Jiyan û tenduristiya we ne pêşanî ye.”