Li Xezayê ‘Otobusa Pembe’ dighê hawara jinan

Di nava şerekî wêranker de ku laş û giyanên jinan westandin e, ‘Otobusa Pembe’ li kampan digere û ji bo jinên Xezayê ku bi penceşêra memikan ketine, xizmetek pîroz dike.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Komeleya Çand û Ramana Azad, bi mebesta Meha Hişyariya Penceşêra Memikê, bi dirûşmeya “Tevî Qirkirinê Pembe”, însiyatîfa ‘Otobusa Pembe’ da destpêkirin. Însiyatîf hewl dide ku hişmendiya tendrustiyê zêde bike û piştgirî bide jinên ku ji şert û mercên dijwar ên koçberiyê û krîzên mirovî de zehmetiyan dibînin.

Otobusa Pembe di 7'ê Cotmehê de ji navenda Xezayê dest bi xebata xwe kir. Li gor biryarê, ewê pênc rojan bênavber li herêmên navîn û başûr bigere. Otobus dê here cihên ku bi hezaran malbatên koçber lê dimînin. Ewê bi taybetî here serdana dayîk û jinên ciwan ku ji ber koçberiya dubare û wêrankirina binesaziya bijîşkî ji mafên tendrustiyê yên herî bingehîn bêpar mane.

Perwerdekara tenduristiyê Xlûd Şahîn kampanyaya îsal wek a herî dijwar binav dike. Zêdebûna koçberiyê û qerebalixiya jinan, li deverên teng zehmetiyan girantir kiriye, lê kampanya neçar ma ku xwe biguherîne. Kampên mezin perçe kirine da ku civînên hişyariyê li dar bixin, ji bo ku xwe bighînin hejmara herî mezin a jinan û jinên ciwan. Xlûd Şahîn wiha dibêje: "Dibe ku em di bin bombebaranê de bijîn, lê ez naxwazim jinek di bêdengiyê de bimre. Ji ber ku wê nizanibû ku dikare bê ceribandin."

'Tevî hemû zehmetiyan jî bi hemû şiyana xwe dixebitin'

Koordînatora kampanyayê Îman El-Huwaihi piştrast dike ku Navenda Tenduristiya Jinan a komeleyê tevî zehmetiyan jî bi kapasîteya xwe ya tevahî dixebite û çalakiyên vê mehê ranewestiyane. Di nav van çalakiyan de kontrol, civînên hişyarkirinê û belavkirina pakêtên tenduristiyê tevî bandora li ser xizmetan a ji ber hilweşandina tesîsan û kêmbûna derman û pêdiviyan, hene. Îman got: "Baweriya me ku tenduristiya jinan di serî de ye, tevî zehmetî û nebûna nexweşxaneyên wan jî, otobusa pembe di rêya xwe de berdewam dike û civînên hişyarkirinê ranawestin."

Di nav wêraniyê de hewl didin parastina jinên nexweş bikin

Bi riya vê otobusê, Komeleya Çand û Ramanên Azad hewl dide ku hişyariyê li ser penceşêra memikê zêde bike û jinan fêr bike ka meriv çawa bi awayekî hêsan li gorî rastiya wan a dijwar be, muayeneyên xwe bike. Her wiha hewl dide ku hişyariyê bide ku tespîtkirina zû dikare jiyanan rizgar bike, tevî wêraniyên şer jî.

Lê di van rojên bi êş de, nexweş ji ber hovîtiya bombebaranê û kêmbûna dermanan dikşînin. Tekane nexweşxaneya pispor a Onkolojiyê li Xezayê ji ber kêmbûna sotemeniyê û wêraniyê, neçar ma ku di 1'ê Mijdara 2023'an de xebatên xwe rawestîne. Piştre di Adara 2025'an de ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi tevahî hat wêrankirin.

Derbarê xeterên penceşêrê de jinan hişyar û zana dikin

Ev hewaya dijwar rê li ber kampanyayê nagire ku kampên mezin bike taxan û bernameyek rojane ji bo otobusê amade bike da ku serdana her kombûna jinan a bi nifûseke zêde bike. Piştî ku ji navenda Zîvala Xezayê dest pê kir, ber bi başûr ve ber bi Xan Yûnis, Refeh, Dêr El-Belah û Nuseyratê ve çû, da ku nêzî 5 rojên dijwar ên ku otobus tê de rêwîtiyê dike, di nav mirinê de xeta jiyanê peyda bike. Li her rawestgehê, bijîşkek an perwerdekarê tenduristiyê dadikeve nav kampan, di navbera konan de digere û belavokên pembe yên biçûk belav dike. Bi van belavokan gavên muayeneya xwe bi wêneyên hêsankirî û sembolên çargoşe rave dike.
Di nav vê êşê de, Komeleya Çand û Ramana Azad xebatên xwe domandiye. Pakêtên tenduristiyê yên hêsan li jinên hewcedar belav dike, ku tê de pedên paqijiyê û hin dezenfektan hene. Ev hewldanek sînorkirî ye, ji bo sivikkirina barê kelûpelên bingehîn ku bihayên wan ji ber dorpêçkirin û wêrankirinê bilind bûne.

Ev kampanya ji bo her jinê peyamek e

Îman El-Huwaihi tekez kir ku pakêtek tenduristiyê dibe ku cîhanê neguherîne, lê ew peyamek e ji bo her jinek. Peyama “hûn hê jî girîng in û xwedî mafên xwe ne.” Îman El-Huwaihi wiha got: "Dema ku navend ji ber bombebarana giran ji bo demek kurt hat girtin, me tîmek mobîl li kolanan hişt. Li her cîhek gengaz digeriyan da ku rûniştinek li dar bixin, ji ber ku em dizanin ku derengxistin dikare jinan bikuje."

13 kezar kes di nav şer de bi penceşêrê re rûbirû ne

Ji destpêka şerê 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve, nexweşên jin ên penceşêrê li Xezayê trajediyek girantir dijîn. Ji êşa fîzîkî wêdetir diçe ev trajedî û rojane bi nebûna dermanan, astengkirina dermankirinê û hilweşîna pergala tendrustiyê re têkoşînek dike. Îstatîstikên fermî nîşan didin ku li Xezayê zêdetirî 13 hezar nexweşên penceşêrê hene, ku nêzî 4 hezar û 200 jin û 750 zarok in. Nêzî 5 hezar nexweş ku piraniya wan jin in, ji bo wergirtina dermankirin, teşhîs an radyoterapiyê hewce ne ku ji Xezayê derkevin. Lê girtina deriyên sînor û redkirina destûran wan di şert û mercên kujer de wek girtiyên nexweşiyê hiştine.”

'Otobusa pembe sembola berxwedanê ye'

Di vê şerî de, ne di navbera alavên bijîşkî de lê di navbera hêvî û êşê de, otobusa pembe sembola berxwedanê û xwestekek e ji bo jinên ku nehatine jibîrkirin. Di dilê şer de ronahî heye û hişyariya nexweşiyê bi serê xwe çekek e. Şahidiya ku hûn di nav kavilan de li tenduristiya xwe digerin, cureyek têkoşînê ye. Tenê kampanyaya Cotmehê têr nake; divê piştî wê dest pê bike. Divê derbasgeh werin vekirin, nexweşxane werin sererastkirin, derman werin peydakirin û divê navendên tenduristiyê ji bombebaranê werin parastin.