Jinên Sûdanê di nav şer de çalakiyên ji bo penceşêra memikê lidar dixin
Her sal di Cotmehê de, saziyên cûda yên tenduristiyê li Sûdanê bi hişyariya penceşêra memikê çalakiyên ‘Cotmeha pembe’ lidar dixin. Bi riya van çalakiyan, balê dikşînin ser girîngiya teşhîsê û hewl didin ku pêşî li xeteriyan bigrin.

EYA IBRAHÎM
Sûdan – Çalakiyên îsal ên ji bo hişyariya penceşêra memikê, di nava şertên tevlihev ên tenduristiyê yên ku jinên Sûdanê dijîn de, tên lidarxistin. Domandina şerên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, li kêleka hewldana zêdekirina hişyariya jinan a li dijî penceşêra memikê, divê li dijî nexweşiyên din ên wek hestîşikestok û tayê têbikoşin. Ev nexweşî li paytext Hartumê bi lez belav bû.
‘Zextên li ser jinan zêde bûne’
Mîade Abdullah, berpirsa saziya bi navê ‘Btiqdrî’ ye ku hewl dide jinan di aliyê aborî û civakî de bi hêz bike. Maîde da zanîn ku ‘Cotmeha Pembe’, di mijara teşhîsa zû û hişyariya penceşêra memikan de ji bo jinan firsendek agahdarkirinê ye û wiha got: “Zext û êşên li ser jinan, bi domandina şer re zêde bûye. Rûbirûbûna jinê bi paneceşêrê re, barek zêde ava dike. Rêyên ku jin bi xwe, xwe muayne bikin, saziyên ku dikarin tedawî bikin û derbarê projeyên ku me pêşkêş kirin de em hewl didin agahiyên pêwîst bidin.” Maîde bang li hemû jinan kir ku ji bo penceşêra memikê teşhîsa zû bikin.
‘Jinên Sûdanê hê sembola hêz û berxwedanê ne’
Alaa Kassem ku pispora onkolojiya zarokan li navenda Tibî ya Mervî ye, anî ziman ku zêdeyî ji sedî 75’ê jinan, ji ber zoriyên ku hevkariya zarokên xwe yên nexweşiyên penceşêrê dikin û şertên zor ê welat û çûyîna nexweşxaneyên ku yek zarokê nexweş qebul dike, zextek mezin a derûnî dijîn û wiha got: “Li hinek herêman belavbûna şewban, barê li ser milê dayîkan zêde kiriye û ew bi biryarek zor re rûbirû hiştine. Li nexweşxaneyê li gel zarokên xwe bûyîn, an jî zarokên din bike xeteriyê, an jî hemûyan biparêze? Jinên Sûdanê hê sembola hêz û berxwedanê ne. Jin di şertên herî zor de jî dikarin bi xîret û biryardarî têbikoşin.”
Hêzên Desteka Lezgîn pirsgirêkên jinan zêde kirin
Li eyaleta El- Cizîre ya li beşa navendî ya Sûdanê, xirabbûna şertên tenduristiyê, xwe dispêre dema ku herêm ket bin kontrola Hêzên Desteka Lezgîn. Di vê pêvajoyê de saziyên dewletê, tesîsên tenduristiyê jî di nav de hatin girtin û li gorî rojnamevana xwecihî Refîqa Abdullah ji sedî 90’ê saziyan, hatine girtin. Refîqa Abdullah diyar kir ku li herêmê ji ber belavbûna nexweşiyên mîna hestîşkestok, ta û hepatîtê, rayedaran biryar dan ku ji bo demeke, dibistanan bigrin. Saziyên civaka sivîl jî bi kampanyayên hişyariyan ji bo tenduristiyê û tenduristiya hawirdorê têdikoşin û wiha got: “Jin li dijî şewbê di rewşa bê parastin de ne û ji ber li navendên bicihbûnê, zoriyên rastî tê zêde bûne. Jin di demên şer de ji bo jiyan bikin têkoşîna xwe didomînin û niha jî bi şewbê re têdikoşin.”
‘Desteka psîkolojîk girîng e’
Rayedara nexweşxaneya onkolojî ya El-Damanê Samiya Huseyîn, destnîşan kir ku piraniya nexweşan jin in û hinek dayîk hevaltiya zarokên xwe yên nexweş dikin û got: “Pirsgirêk ew e ku li her herêmên hewce ne, tedawî tuneye. Ji ber vê jî jin neçar dibin herin nexweşxaneyên bajarên dûr. Di nava van şertan de desteka psîkolojîk ji bo jinan gelek girîng e.”
‘Teşhîsa zû jiyanê rizgar dike’
Selma Avad Fazil, aktivîsta civakî ye û li navenda tibî ya Mervî ya li bakurê eyaletê xebatkara beşa têkiliyên bi gel re ye. Selma anî ziman ku ev cûreyên çalakiyan, bi armanca teşhîsa zû de hatine lidarxistin û got: “Divê jin ji teşhîsa penceşêra memikê netirsin û teşhîsa zû jiyanê rizgar dike. Ji ber şerê didome, maliyetên tedawî û şertên aborî, ji heqderketina bi nexweşiyê re zortir kiriye.”