Ji ber zextên civakî jinên ciwan nikarin herin jinekolog

Ji ber ferzkirinên civakî ku gelek tişt ji bo jinan weke şerm tên dîtin jinên ciwan nikarin beriya zewacê biçin jinekolog.

NESÎM EHMEDÎ

Kirmanşan – Li Kirmaşanê, mafê jinan ji bo wergirtina lênêrîna tenduristiyê ji ber zextên civakî û baweriyên baviksalar bi astengiyên cidî re rû bi rû ye. Serdana jinên nezewicî bo bijîşkê jinan şerm an jî qedexe ye, ev yek gelek jinan ji lênêrîna tenduristiyê ya bingehîn bêpar dike û jiyana wan dixe xetereyê.

Nesrîn Peyamî ya ku nexwest navê xwe yê rast bibêje li gundekî parêzgeha Kirmanşanê dijî. Nesrîn dibêje, “Ez nezewicî me; eger ez biçim cem bijîşkê jinan ê li navçeyê, ger kesekî ku ez nas dikim min bibîne, dê gotegot belav bibin. Di demên dawî de, keçek gundî ya ku hatiye destgîrkirin çû cem bijîşkê jinan û kesekî ji gund ew dît. Piştre, gotegot belav bûn ku ew 'bûye jin', ku tê vê wateyê ku wê keçiktiya xwe winda kiriye û berê jî destgirtiyê wê tiştek kiriye.”

Îstatîstîkên nexweşiyan di bin siya tabuyan de

Li gorî îstatîstîkan, ji sedî 75’an zêdetirî jinan di jiyana xwe de herî kêm carekê bi enfeksiyonên cûrbecûr re rû bi rû dimînin û hewceyî dermankirina bijîşkên jinan in. Di hawîrdorek ku serdana bijîşkê jinan tabû ye de gelek jinên tenê, neçar in ku di dema pêvajoya enfeksiyonê de êş û tengasiyên mezin bikşînin û neçar in ku vê hewcedariyê bitepisînin.

Jin bi zextan re rû bi rû ne

Sara Îmanî (navê sexte), jinekologek li Kirmanşanê ye. Sara jî gazinan li vê pergalê dike û dibêje: “Min gelek keçên bi enfeksiyonên giran ên fûngal dîtine ku dema rewşa wan krîtîk e tên cem min. Piraniya wan ji malbatên ku ji wan re çûyîna bijîşk qedexe ye, tên. Ev malbat naxwazin keçên wan herin bijîşk ji ber ku ditirsin ku di dema muayeneyê de keçtiya wan zirar bibîne. Wekî din, malbat bawer dikin ku keçek tenê piştî zewacê dikare nexweş bibe. Ew bawer dikin ku dema nezewicî be û keçik be, perda qîzantiya wê nahêle ku enfeksiyon bikeve vajînayê. Ji ber vê yekê, keçik nikare enfeksiyonê bigre. Di hin rewşan de, dayîk û xaltî jî beşdarî muayeneyan dibin da ku piştrast bikin ku perda qîztiya keçikê zirar nedîtiye.”

Kontrolkirina laş, amûrek serdestiyê ye

Hestiyariya li hember serdanên jinên nezewicî ya bo bijîşkên jinan, ji baweriyên serdestiya mêran tê; kontrolkirina organên zayendî yên jinan û mîsogerkirina xwedîtiya wan, bi rêya mêran prensîbeke bingehîn a serdestiya mêran e. Li gorî serdestiya mêran, jinên nezewicî heta zewacê li ser organên xwe yên zayendî xwedî tu mafek nînin; lê belê, gava ew zewicî ne û organên zayendî yên wan dibin milkê mêrên wan, tenduristiya wan ji bo xwedîkirina zarokan û xizmetkirina mêran girîng dibe. Di vî warî de, tirsa çûyîna cem bijîşkê jinan rêbazek e ku ji hêla serdestiya mêran ve ji bo kontrolkirina jinan hatiye afirandin; jin çiqas organên zayendî yên xwe wekî qedexe bibîne, ew qas bêtir teslîmî mêran dibe.

Salên di bêdengiyê de winda bûn

Bijîşk berdewam dike: “Gelek jin ji bo bêzarbûnê li min digerin; gelek ji wan bi salan e bi kîst û enfeksiyonên giran re şer dikin û ji ber ku ew li benda zewacê û xwedîkirina zarokan in, ew bi hêviya dermankirinê tên cem min. Gelekan nexweşiyên xwe yên demdirêj tepeser kirine ji bilî ku li dermankirina zû bigerin; bi gotineke din, wan xwe sansûr kirine. Bertekên neyînî û awirên tawanbar ên jinan û ji kesên li dora wan dema ku ew pirsgirêkên xwe tînin ziman astengiyeke mezin bûne.”