Li Yemenê kêmxwarinî gefê li jiyana zarokan dixwe
Li Yemenê ji ber xirabbûna rewşa mirovî û aborî û pevçûnên tê jiyîn, bi hezara malbat rûbirûyî şertên jiyanê ku raste rast gefê li jiyana zarokên wan dixwe ye. Ev rewş bi taybet li bajarê Hudeyde, Hacce û Taîz xwe dide hîskirin.

Yemen – Rêxistina Navnetewî ya Bijîşkên Sînornenas (MSF) diyarkir ku li Yemenê bi awayek bi fikar rêjeya kêmxwarinê di nava zarokan de zêde bûye. Ev zêdebûn çavkaniya xwe ji berdewamiya pevçûnan û şertên xirab ên aborî û mirovî serî hildaye.
MSF’ê roja şemiyê (26 Tîrmehê) li ser hesabê xwe yê fermî X’ê daxuyaniyek weşand û diyarkir ku tenê li sê bajaran di navbera meha Çile-Gulana 2025’an de 3 hezar û 767 zarok ji ber kêmxwarinê hatine tedawîkirin.
Rêjeya birçîbûnê zêde dibe
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li bajarê Hudeyda ya peravê, bi 2 hezar û 117 bûyeran xwedî rêjeya herî zêde ya birçîbûnê ye. Li Hacce hezar û 169 bûyer û Taîz bi 454’an dişopîne. MSF’ê da zanîn ku ev hejmare zêdebûnek bi fikare û nîşan dide ku li herêmên ji pevçûnan bandor bûne, krîzên xwarinê di nava zarokan de kûr bûye.
‘Gefê li jiyana sedhezaran zarok dixwe’
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku sedemê kêmxwarinê, pevûnên bi çek, rewşa xirab a aborî, zoriyên di xwegihadina xizmetên bingehîn ên tenduristiyê û kêmbûna alîkariyên miroviye û wiha hate gotin: “Ev zorî ne tenê zarokên dibin tedawiyê de, gefê li jiyana bi sedhazaran zarokên ku kêmaniya xizmeta tenduristiyê dijin û di heman şertî de birçîne dikin.”
‘Bêdengî tê wateya mirinan’
Sala bûrê tîmên MSF li bajarê Hudeyde, Hacce û Amran 11 hezar û 894 zarok ji ber kêmxwarinê tedawî kiribû. Ev rewş asta krîza mirovî ya li welat radixwe berçavan. Bi teybet ji ber nebûna çareseriyek mayînde ya siyasî û kêmaniyê di alîkariya mirovî ya fînansî de tê jiyîn were destgirtin, tablo hê girantir dibe.
Rêxistinê hişyarî da ku kêmbûna alîkariyên mirovî û qûtbûna çavkaniyên fînansî ne tenê bandorê li zarokên birçî dike, di heman demê de gefê li civakê jî dixwe. Bang li Civaka Navnetewî û Rêxistinên bexşînê kir ku lixwegitina Yemenê bidomînin û got: “Domandina alîkariyên mirovî, grantiya parastina bi hezaran zarokên di şertên xirab de dijîn e.”
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) di daxuyaniya xwede raset rast xîtabî bexşînan û ên destek dide kir û wiha got: “Alîkarî û sûdên we di rizgarkirina jiyana zarokan de girîngiya jiyanî dihilgire. Ev bêdengî û bertekên hêdî nîşandan, li welatek ku ev bi salane bi krîzên gelek alî re di nava pevçûnan deye, tê wateya mirina hê zêdetir kesên bê guneh.”