Hejmara nexweşên Parkînsonê heta sala 2050’yî ewê du qatîn zêde bibe
Di encama lêkolînên tenduristiyê de derket holê ku nexweşîna Parkînsonê di salên pêş me de ewê du qatîn zêde bibe. Tê payîn ku hejmara di sala 2021’an de wek 11,9 milyon hatiye tomarkirin, heta sala 2050’yî dê li tevahiya dinyayê bighê 25,2 milyonan.

Navenda Nûçeyan – Li gor lêkolînan her ku hejmara mirovên extiyar zêde dibe û li hinek welatan hejmara zarokanînê zêde dibe, xetera nexweşîna Parkînsonê jî zêde dibe. Pisporên ku dibêjin hejmara nexweşên norolojiyê li tevahiya dinyayê di sala 11,9 milyon bûye, texmîn dikin ku di sala 2050'yî de ev hejmar dê bighê 25,2 milyonan. Pisporên serbixwe dibêjin ku divê dermankirinên nû bên peydakirin û ji bo nexweşên Parkînsonê bihêzkirina desteka civakî pêwîstiyek lezgîn e.
Parkînson çi ye?
Nexweşiya Parkînson nexweşînek norolojîk a hêdî hêdî pêşve diçe ku bi lerzîna destan dest pê dike ye. Piştre dibe sedema windabûna hevsengiyê û her weha hişkbûna masûlkeyan. Ji ber ku şanikên norolojîk ên mêjî kêm dibin, ev jî sedema daketina asta dopamînê ye. Parkînson di nav komên nexweşiyan de ye ku weknexweşînên mêjî yên pêşverû an dejeneratîf tên binavkirin e. Bi piranî di nav mirovên ji 60 salî mezintir de tê dîtin. Yek ji wan maddeyên (neurotransmitter) ku têkiliya elektrîkê di navbera şaneyên mêjî de peyda dike, dopamîn e. Herêma mêjî ya ku bi dopamînê re dixebite, ew herêm e ku piştrast dike ku tevgerên me li gorî mebestê tên meşandin, bi rengekî ku birêkûpêkkirina tevgerên me peyda dike. Nexweşîna Parkînson bi windabûna ji sedî 60-80 şaneyên ku bi dopamînê re têkilî deynin pêk tê. Encamên Parkînsonê di nav nexweşan de, bi piranî di qonaxa destpêkê de cûda dibe.
Ji her 100 hezar kesan 267 kes dê bi vê nexweşînê bikevin
Rêvebera Stratejîk a Koma Parazvaniya Europeyê Amelia Hursey ji Euronews Health'ê re axivî û balkişand ser girîngiya mijarê. Amelia wiha got: "Ev rewş nîşan dide ku pêwîst e tavilê ev mijar bê nirxandin. Ji ber ku tenê xizmetek tenduristiyê bi serê xwe nikare ji heqê vê nexweşînê bê der." Li gor lêkolînê nexweşîna Parkînsonê di sala 2050’yî de ji her 100 hezar kesan 267 kesî têk bibe û dibe ku ev rêje di nav 30 salan de ji sedî 76 zêde bibe. Tê payîn ku li Asyaya Rojhilatê di sala 2050’yî de nêzî 10,9 milyon kes dê bibin nexweşên Parkînsonê û ev hejmar dê ji herêmên din zêdetir be. Asyaya Başûr jî dê bi 6,8 milyon kesan, li dû wê bê. Di vê navberê de çend derdorên Afrîkaya Bin Sahrayê, bi bandora zêdebûna extiyariyê û zêdebûna nifûsê re, di nav 10 salên pêş me de di aliyê nexweşên Parkînsonê de bibe xwedî rêjeya herî mezin a ku wek ji sedî 292 tê texmînkirin.
Bêtevgerî û kêmbûna egzersizan bandorek mezin dike
Amelia da zanîn ku bi pêşketina welatan re, bê tevgerî ya ku ji ber kêmbûna egzersizan dertê holê, zêdetir dibe. Amelia got ku egzersiz canê mirovan ji Parkînsonû nexweşînên din ên norolojîk diparêze û ev agahî dan: "Em dibînin ku mirov di karên xwe de çiqas bêtevger bin, di dinyaya xwe de tevnegerin, bi mêjiyek bê tenduristî pîr dibin. Çav li rê ye ku welatên dahata wan kêm û yên navîn e, di aliyê Parkînsonê de wê zêdetir zirarê bibînin û heta sala 2050’yî li tevahiya dinyayê ev nexweşîn zêde bibe. Mînak tê payîn ku li Ewropaya Rojava ji sedî 50, li rojhilata navîn a Ewropayê jî ji sedî 28 zêde bibe.”
Sedemên zêdebûna Parkînsonê çi ne?
Lêkolînvan dibêjin ku sedemên nexweşînê ji bilî cudahiyên erdnîgarî, dibe ku ji awayê jiyanê jî pêk bên. Pispor diyar dikin ku pîşesazî, bajarbûna ku atmosferên toksît ava dike jî bibesedem. Mînak, hinek xebat nîşan didin ku sedemek din a rîska Parkînsonê çêdike jî, qirêjiya hewayê ye û van agahiyan didin: “Hinek pestîsît û tiştên kîmyewî yên di paqijiyê de tên bikaranîn, miîkroplastîk jî dê rîska Parkînsonê zêde bikin. Lê derbarê sedemên nexweşînê de hê gelek tişt jî nayên zanîn.