siyaset
-
Li Kanadayê yekem car jinek xwecih wek Waliya Giştî hat hilbijartin
Li Kanadayê piştî 154 salan cara yekem, jinek xwecihî wekî Waliya Giştî hate peywirdarkirin. Mary Simona 73 salî ya xelkê Inuit ê ye diyarkir ku, pêwîste mirov bi rabirdûyê re li hev be û got: “Ez ê Kanadayek baştir ava bikim.”
-
Meclîsa Hollanda komkujiya Êzîdiyan wekî jenosîd naskir
Meclîsa Hollandayê dagirkeriya DAIŞ’ê ya di 3 yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê destpê kir û fermana li ser Êzîdiyan hat kirin ji hêla Meclîsa Hollandayê ve wekî jenosîd hate nasîn. Di 1’ê Tîrmehê de, bi pêşniyara Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê wekî jenosîd hate qebûl kirin.
-
"Hewldanên tunekirina Rêveberiya Xweser tên kirin, divê gelê me baldar be"
Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Bekir bal kişand ser hewldanên tunekirin û teşhîrkirina Rêveberiya Xweser. Emîne banga xwedîderketina li Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê kir.
-
“Weke Tirkiye hewildanên dagirkeriyê yên Îranê jî hene”
Çalakvana medenî Kelsum Hesên behsa pilanên dewleta Tirk û Îranê kir û got ku dixwazin weke çawan di peymana Lozanê de Kurdistan parçe kirin, niha jî parçe bikin û vegerin demê Sefawî û Osmaniyan.
-
Hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” dewame
Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya "Ji Xizaniya Jinê re na" bi jinan re li Herekeyê hatin gel hev.
-
Di parlamentoya Tûnisê de destdirêjiya li ser Ebîr Mûsî hat şermezarkirin
Wezîra Jinan a berê Nezîha El-Ibêdî bi riya ajana me bûyerên tundiyê ku li ser jinan tên meşandin şermezar kir û wiha got: “Mixabin bi taybetî li cih û navendên ku divê parastina jinan hebe, rêjeya tundiya li dijî jinan zêde dibe. Tundî di paralmentoyê de rewa bûye. Qanûna têkoşîna li dijî tundiyê, ya hejmar 58 ku di sala 2017’an an de derketibû êdî qîmeta wê nemaye.”
-
Pola Estîh: Berjewendiya Ewn û El-Herîrî di avanekirina hikûmetê de ye
Rojnamevana Lubnanî ya ku di siyasetê de pispor e Pola Estîh sedemên neavakirina hikumetê ji ajansa me re wiha dibêje; "Aloziya hikûmetê aliyê derve û hundir ve heye. Ya girêdayî hundir ew e ku hêzên siyasî yên hundurîn li alîkariyê digerin an rojevên derveyî bi cih tînin.
-
Hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" li Marmarayê despêkir
Hevdîtyinên kampanya ya "Ji xizaniya jinê re na" ya ji aliyê Meclisa Jinan a HDP’ê ve hatî despêkirin li Herêma Marmarayê dewam dike.
-
"Girtina nûnerên me hevkariya dewleta tirk û PDK'ê nîşan dide"
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Ofîsa Têkiliyên Diblomasî ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen, têkildarî girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK'ê ve da zanîn ku girtina nûnerên wan kiryareke li dijî projeya Neteweya Demokratîk e her wiha hewldanên yekrêziya Kurdan asteng dike.
-
Delal Mînî: Pergala kotayê bi zîhniyeta desthildar re ket nav pevçûnê
Endama Buroya Neteweyî ya Endezyarên Partiya Lîberal a Neteweyî, Delal Mînî ji ajansa me re li ser vîzyona xwe ya ji bo qonaxa li pêş a hilbijartinan, taybetmendiya vê salê û beşdariya jinan a di xebata partiyê de axivî.
-
“Ji bo wekheviya navbera jin û mêr em ê têkoşîna xwe bidomînin”
Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê di pêvajoyeke zor û zehmet de kongreya xwe li dar xist û kesên beşdar bûbûn diyar kirin ku ew ê ji bo mafên jinan ên ji dest wan hatine girtin têkoşîna xwe berfirehtir bikin û bang li jinan kirin ku hay ji hebûna qanûna mafên jinan ku wekî şoreşê ye hebin.
-
“Hun nikarin deng û serhildana jinan bitepisînin”
têkildarî Peymana Stenbolê û qetilkirinên jinan Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku desthilatdariyê AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên dijminantiya Kurd û jinan, dewam dike û got: “Dev jê berdanan Peymana Stenbolê, pejirandina dijminantiya jinê ye.”
-
“Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li ser Kurdistanê metirsiyek mezine”
Nunera PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Nurşen Hesen da diyarkirin ku siyaseta PDK’ê ya niha tenê xizmetê ji dewleta Tirk re dike.
-
Seroka Komeleya Jîn Buşra Elî: Emê jin bi hev re hemû astengiyan derbas bikin
Seroka komeleya Jîn a Lûbnanê di derbarê karê kemeleya xwe ya salekê de nirxandin kir û got: “Hewildanên me hemû ji bo ezmûn û nênînên jinan gihandina heve. Herî zêde jî di mijara li dij derketina dagirkerî û kuştinên jinan wan xebat daye meşandin.”
-
Sûad Hesen: Divê gelê me li hemberî êrîşên qirkirinê şiyar be û serî hilde
Rêveberiya Saziya Civaka Sivîl a bajarê Helebê Sûad Hesen êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û bang li gelê Başûr û hikûmeta herêmê kir ku li hemberî êrîşên qirkirinê serî hildin û xwedî helwestên cidî bin lewre armanca dewleta tirk ji êrîşan dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.
-
“Li dijî komkujiya Helincê me têkoşîn û berxwedana xwe bilind kir”
Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihmed têkildarî komkujiya Helincê û her sê jinên pêşeng de nirxandin kir û da zanîn ku li dijî êrîş û hedefgirtina jinan em têkoşîna xwe xurt dikin û planên dijmin vala derdixin.
-
Pervîn Bûldan: Dê nikarin hêviyên aştî û azadiyê vemirînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de got: "Şirîkê îqtidarê yê biçûk pir eşkere komkujiya li Îzmîrê ragirt ser xwe! Derî li komkujî û cînayetên nû vekir. Em bang li dozgeran dikin ku demildest li hember van gotinan bikevin tevgerê."
-
Armanca PDK’ê gurkirina şerê birakujiyê ye
Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roja diçe zêde dibe, Mamostaya zanîngehê Nazenîn Osman li ser vê rewşê got: “Dagirker dixwazin xaka Kurdan dagir bikin divê Kurd piştgiriya hev bikin.”
-
“Divê em desturnedin Helepçeyek din bê jiyîn ”
Endamên Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê, di rêze hevditinên xwe de serdan herêma Helepçe kirin û dan diyarkirin ji bo Helepçeyek din neye jiyîn ewê hîn zêdetir xebat bidin meşandin.
-
“Sêyemîn Kongra Netewî ya Jinên Kurd pêwîste di vê demê de bê lidarxistin”
Jinên partiyên siyasî û perlementer sedemê nelidarnexistina Sêyemîn Kongreya Netewî ya Jinên Kurd weke pirsgirêkên nava hizban dibînin.