Heyeta Kongra Star li Parlemana Navarra yê hevdîtin kirin

Heyeta Kongreya Star a li Baskê hat pêşwazîkirin rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyê bir Parlemana Navarra yê.

Heyeta Kongreya Star a li Baskê hat pêşwazîkirin  rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyê bir Parlemana Navarra yê. 
Navenda Nûçeyan - Heyeta dîplomasiyê ya Kongra Star ku ji endama komiteya Tekilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed, Seroka Dîwana Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê û Hevseroka Desteya Çandê ya herema Cizirê Rawda Hesen pêktê ku li Baskê ji aliyê Meclîsa Şaredariya Dûrango ya bajarê Biscayê ve hatin pêşwazîkirin hîna xebatên xwe didomînin. 
Heyetê li Parlemana Navarra yê bi parlementer Laura Aznal, Arantxa Biurum, Blanca Requlez, Patricia Perales û Anihoa Aznarez yên ji 4 partiyên Eh Bildu, Podemos, Partido Socialista û Gero Bail re hevdîtin kirin. 
Di hevdîtinê de rewşa her dû welatan hat nirxandin û taybet li ser rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestiyan. 
Tê payîn naveroka hevdîtinê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re bê eşkere kirin.