siyaset
-
“Li dijî komkujiya Helincê me têkoşîn û berxwedana xwe bilind kir”
Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihmed têkildarî komkujiya Helincê û her sê jinên pêşeng de nirxandin kir û da zanîn ku li dijî êrîş û hedefgirtina jinan em têkoşîna xwe xurt dikin û planên dijmin vala derdixin.
-
Pervîn Bûldan: Dê nikarin hêviyên aştî û azadiyê vemirînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de got: "Şirîkê îqtidarê yê biçûk pir eşkere komkujiya li Îzmîrê ragirt ser xwe! Derî li komkujî û cînayetên nû vekir. Em bang li dozgeran dikin ku demildest li hember van gotinan bikevin tevgerê."
-
Armanca PDK’ê gurkirina şerê birakujiyê ye
Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roja diçe zêde dibe, Mamostaya zanîngehê Nazenîn Osman li ser vê rewşê got: “Dagirker dixwazin xaka Kurdan dagir bikin divê Kurd piştgiriya hev bikin.”
-
“Divê em desturnedin Helepçeyek din bê jiyîn ”
Endamên Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê, di rêze hevditinên xwe de serdan herêma Helepçe kirin û dan diyarkirin ji bo Helepçeyek din neye jiyîn ewê hîn zêdetir xebat bidin meşandin.
-
“Sêyemîn Kongra Netewî ya Jinên Kurd pêwîste di vê demê de bê lidarxistin”
Jinên partiyên siyasî û perlementer sedemê nelidarnexistina Sêyemîn Kongreya Netewî ya Jinên Kurd weke pirsgirêkên nava hizban dibînin.
-
Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em serî natewînin û paşve gav navêjin
Bertekên piştî êrîşa li dijî HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz zêde dibin. Wekîlê HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr got; “Em ê serî netewinîn, gav paşve navêjin. Heya ev hêzên tarî û zîhniyeta çete ya faşîst ji vî welatî, hebe em ê têbikoşin.”
-
"Em di vê pêvajoyê de statoya xwe ava dikin"
Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî, têkildarî şerê cîhanê yê sêyemîn wiha got: "Hêzên hegomonîk Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê kirine navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Weke Kurd em ê têbikoşn û di vê pêvajoyê de statoya xwe ava bikin."
-
“Hewceye hemû civaka Tirkiyê li hemberî vê êrîşê rabe”
Rêvebera KNK’ê Leyla Birlik têkildarî êrîşa li beramberî avahiya HDP’ê ya Îzmirê pêkhatî got: “Serokomarê Tirkiye li Rize yê gef li HDP’ê xwaribû û gotibû ev rojên wan yên xweşin ew gef peyama vê komkojiyê bû. Wê demê mirov dizane yê ku pêşî li vê komkojiyê vekirî û kirî kiye.”
-
Dê Israîl pabendî peymana seknandina gulebarankirinê ya bi Xezê re be?
Çirûskên êrîşên vê dawiyê li dijî Xezayê ji Qudisê, nemaze taxa El-Şêx Cerah dest pê kir. Piştî ku Hemasê bi gelek moşekan li deverên Israîlê bersiv da, êrîşên ku di 10'ê Gulanê de dest pê kirin û 11'e rojan domiyan, di encam de bi sedan kes şehîd ketin û bi hezaran kes birîndar bûn ku gelek zarok û jin jî di nav de hebûn.
-
Pervîn Bûldan: Li gel hebûna AKP’ê jî emê aştiyê bînin vî welatî
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan li Îskenderûnê bi jinan re hat gel hev û got:"Em ê li vî welatî tecrîdê rakin. Em ê mirinan bisekînin û aştiyê ava bikin."
-
Li Iraqê hilbijartin nêz dibin: Pêwîste jin ji helwesta xweya xurt tawîz nedin
Jin ji bo hilbijartinên Meclîsê yên ku di 10’ê Cotmehê de li Iraqê were kirin, li dijî her nezaniyê xebat dimeşinin. Aktîvîst Sarah El Moussawi û Enas Helîm diyar kirin divê jin ji helwesta xweya xurt tawîz nedin û gotin ger hilbijêrên jin bi şikandina hemû zextan re nêzîkatiyek hesas nîşan bidin, dê qanûnên li ser bingeha mafên jinan ji hêla meclîsê ve bêne derxistin.
-
Pervîn Bûldan bi karkerên tekstîlê re hat ba hev
Pervîn Bûldan bi karkerên tekstîlê re hat gel hev û da zanîn keda karkeran ji aliyê kesên welat bi rê ve dibin tune tê hesibandin.
-
Jinên Karker: Em heqdesta xwe nagirin
Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li pirsgirêkên jinên karker ên li ser erd guhdar kir.
-
Kinêr Ebdula: Divê nivîskar li dijî dagirkeriyê derbikevin
Nivîskar Kinêr Ebdula dide diyarkirin ku li gora tê xwestin hikumeta Herêma Kurdistanê helwestê nişanî dagiekeriyê nade, ev dagirkeriye buye zengek metirsîdar ji bo herêma Kurdistanê.
-
Jinên siyasetmendar: Li hember êrîşan pêdivî bi helwestek yekgirtî heye
Jinên siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê tê kirin gotin: “Hem Palemana Herêma Kurdistanê hem, jî hikumeta Îraqê divê helwestek wan a tund hebe li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.”
-
Helwesta jinên Mexribê ji bo beşdarbûna partiyan û siyasetê çi ye?
Armanca beşdarbûna jinên ji Mexirbê di partiyên siyasî û di hilbijartinan de ew e ku bandora xwe li ser pêvajoya biryargirtinê bikin. Jinên ku parastina vê prensîbê dikin, teqez dikin ku ji bo pêkanîna armanca rast a hilbijartinan, ev rêbaz hêmaneke bingehîn û sereke ye. Li aliyê din jî hinek jin beşdarbûna jiyana siyasî, hinek ji wan jî şopandina nûçeyên siyasî napejirînin û red dikin.
-
Li Başûrê Kurdistanê sedema kêmbûna jinan di siyasetê de
Hertim pirsa ku çima jin bejdarî siyastê nabe yan jî beşdariya wan kême li herêma Kurdistanê tê pirsîn. Siyasetmedarên jin sedema vê weke aqlê mêrsalarî bi nav dikin.
-
Êrîşa li ser Kampa Mexmûrê plana hevbeş a Iraqê, Herêma Başûr û Emerîkayê ye
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Sozdar Efrîn êrîşa hewayî li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û da zanîn ku li ser qirkirina gelê Kurd, têkbirina projeya demokrasî û aramiyê li tevahî Rojhilata Navîn hevpeymanên berfireh hene.
-
“Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan a navneteweyî mezin bikin.”
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, di 11’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Meclîsên Jinan a HDK’ê de axivî û got: “Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan a navneteweyî mezin bikin.”
-
Serdanên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li Serhedê bi dawî bû
Serdanên Serhedê yên kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi dawî bû. Jin îro li ser erdê firingiyan ê Tetwanê bi jinên kedkar re hatin gel hev.