siyaset
- 
             “Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan a navneteweyî mezin bikin.”Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, di 11’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Meclîsên Jinan a HDK’ê de axivî û got: “Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan a navneteweyî mezin bikin.” 
- 
             Serdanên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li Serhedê bi dawî bûSerdanên Serhedê yên kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi dawî bû. Jin îro li ser erdê firingiyan ê Tetwanê bi jinên kedkar re hatin gel hev. 
- 
             Zagona li ser wekheviyê di hilbijartinan de ji bo jinan destkeftiyek eRêjeya beşdariya jinan di nav lîsteyên hilbijartinê de li Cezayîrê piştî danasîna qanûna wekheviyê di hilbijartinan de di destûra 12'ê kanûna 2020'an de zêde bû. Li gorî ku berpirsên Dezgeha Serbixwe ya Hilbijartinê Mihemed Şerfî daye xuyakirin ku hejmara navnîşanên ji bo namzedên hilbijartina qanûndayînê (hilbijartinê teşrî – zagonsaz) hatine qebûlkirin gihîştiye nêzî 1500'î. 
- 
             Pervîn Bûldan: Dê dîroka gelê me yê birumet bi ser keveHevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan mijarên di rojevê de nirxand û got: “Yên fermanê didin, sûc dikin û tetîkêş diyarin. Lê li holê berpirsiyar tuneye. Hemû ji berpirsiyariyê direvin. Em jî dibêjin, ger bîra dewletê hebe, bîra gelan jî heye. Bîra raya giştî jî heye. Ev bîra heqîqetê, tu carî nayê jêbirin, jibîrkirin û emê nedin ji bîr kirin.” 
- 
             Meclîsa Jinê ya HDP'ê serdana jinên nava baxçê mişmişan kirMeclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" çû serdana kedkarên jin ên li ser erdên pincar û qeresîyan dixebitin. Jinan diyar kirin ku em berdêla keda xwe nagirin. 
- 
             Meclîsa Jinê ya HDP’ê bi jinên karkerên malê re sohbet kirinMeclîsa Jinê ya HDP’ê di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" çûn Gundê Zîroyê ê Agiriyê û bi jinên karkerên malê re sohbet kitin. 
- 
             "Em statuya Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyê biparêzin"Partiyên siyasî yên herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser xakên Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Partiyan bang li PDK`ê, tevahî partiyên siyasî û civaka sivîl kir ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwestbin. 
- 
             Jinên HDP yî pirsgirêkên jinên koçer guhdarî kirinMeclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" çû serdana jinên koçer ên li zozanan û li pirsgirikên wan guhdar kir. 
- 
             Wekhevî û biryargirtin armancên berbiçav ên komeleya "Werda Butris" inBi destên komeke çalakvanên jin, ji sala 2005'an ve komeleya Werda Butris ji bo jinan dest bi xebatê kir û di 2009'an de destûrnameyek ji Wezareta Navxweyî ya Lubnanê girt. 
- 
             Nezîfa Xelo:Em wekî rêveberî hewl didin daxwazên gelê xwe pêk bîninHevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nezîfa Xelo, teqez kir ku her dem aliyên derve hewl didin ewlehî û aramiya li Minbicê û hevgirtina niştimanî têk bibin. 
- 
             Meclîsa Jinan a HDP'ê kom bûMeclîsa Jinan a HDP'ê ji bo ku diyar kirina xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû kom bû. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got:"Di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî Kurdan û jinan heye." 
- 
             Meral Daniş rewşa girtiyên nexweş ji Wezîrê Edaletê pirsîSerokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn ji Wezîrê Edaletê Abdulhmaît Gul pirsî. 
- 
             Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Goran kirRêzehevditinên Şandeya KNK’ê dom dike, îro jî şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir. 
- 
             “Bi êrîşên dewleta tirk îradeya me naşikê”Dewleta tirk her diçe êrîşên xwe yên leşkerî û şerê taybet li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên hovane nikar îrade û şoreşa me têk bibe. 
- 
             Parlamenterên Iraqê: Bi gelek belgeyan em dikarin zextê li Tirkyeyê bikinEndama Parlamentoya Iraqê Neda Şakir Cûdet bang li hikûmeta Bexdayê kir ku helwesta xwe li hemberî êrîşên Tirkiyeyê zelal bike û teqez kir ku pêdivî heye bi lez tevbigere. Her wiha serokê Bloka Parlamentoyê Bedir Hesen Şakir diyar kir ku gelek belgeyên wan ên girîng hene dikarin bi wan zextê li aliyê Tirkiyeyê bikin. 
- 
             "Dewlet li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne"Fîdan Emo ku jineke Êzidî ye, ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye, der barê kiryarên li herêmên dagirkirî tên kirin de nirxandin kir û got: "Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk şerê qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne " 
- 
             Şanda KNK’ê serdana Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan kirHevdîtinên şandeya KNK’ê ya bi aliyên siyasî re li bajarê Hewlêrê berdewam dike, herî dawî serdana Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan kir. 
- 
             "PDK divê li gorî girîngiya pêvajoyê tevbigere"Endama Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gulistan Etî siyaseta PDK’ê rexne kir û anî ziman ku divê PDK siyaseta xwe ji bo berjewendiyên gelê xwe û demê bimeşîne. 
- 
             Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay: Di dijminahiyê de dibin yekHevberdevka HDP'ê Ebru Gunay anî ziman ku têkiliya dewlet û mafya mekanika darbeyê bi xwe ye û wiha got: "Ocalan berê gotibû eger çareseriya demokratîk pêş bikeve dê rê li pêş mekanîka darbeyê û kaosê bê girtin. Em îro bi vê pergal û mekanîkê re rû bi rû ne." 
- 
             KNK’ê serdana partiya Aşuriyan û Yekgirtuya Îslamê kirSerdanên Şandeya KNK’ê di çarçoveya xebatên yekitiya netewî dom de dikin. Şandeyê îro serdana partiya Aşuriyan û partiya Yekgirtûya Islamî kir. Di van kombûnan de behsa yekrêziya aliyên siyasî û dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê hat kirin. 
