siyaset
- 
             Ji qada futbolê ber bi parlamentoyê ve Rabab AylalRabab Aylal diyar dike ku hin pirsgirêk hene civakê bi tevahî eleqedar dikin, wekî tenduristî, kar û perwerdehî. Ev mijar di nav pêşîniyên ku parlamenter dikarin biparêzin de ne û diyar dike k ew berevaniya futbola jinan dike bi peywira xwe ya nû, girîngî dide vê beşê, nemaze ji ber ku astengî li pêşiya werzîşvanên jin hene. 
- 
             Jinên Tûnisê peywira Najla Boden bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirinKomeleyên femînîst ên li Tûnisê biryara tayînkirina Najle Boden ji serokwezîriyê re û ji bo erkdarkirina avakirina hikûmetek nû, bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirin. 
- 
             Najle Boden: Hikûmeta nû dê bi jêhatîbûnên jin û ciwanan pêk wereSerokwezîra Tûnisê Najle Boden a ku bi avakirina hikumetek nû erkdar e, bi peyameke li ser medya civakî hesabê Twîtterê got dê hikûmet ji jêhatîbûnên jin û ciwanan pêk were. 
- 
             Serokwezîra Tûnisê ya nû Najla Bouden Romdhane yeNajla Bouden Romdhane dûh ji aliyê serokomarê Tûnisê Kais Saied ve weke serokwezîr hat peyîwirdar kirin. 
- 
             Encamnameya Konferansa Jinan: Dê pergala azadîxwaziya jinê bi ser bikeveEncamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê diyar bû. Di naveroka wê de bal hat kişandina ser têkoşîna li hemberî milîtarîzim û zayendperestiyê û ev tişt hat gotin: “Em ê li dijî pergala zilamê serwer ê zayendperest, mîlîtarîst, dijminê Kurd û jinan li her derê pergala xwe ya azadixwaziya jinan bi rêxistin bikin.” 
- 
             Şanda HDP’ê li gel Şanaz Îbrahîm serdana bazara Silêmaniyê kirŞandeya HDP’ê û Şanaz Îbrahîm Ehmed bi hev re serdana bazara Silêmaniyê kirin. 
- 
             Ronak Mecîd: Baykotkirina hilbijartinê wê di berjewendiyê desthilatê de beBerendama serbixwe Ronak Mecîd da diyarkirin ku sedemê bê hêvîbûna hemwelatiyan ji hilbijartinê sozên ku partiyên siyasî dane û pêk neanîn e ye û da zanîn ku partiyên siyasî jinan ji bo berjewendiyê xwe dixin nava xebatên siyasetê û rê nadin ku jin bi fikir û îradeya xwe kar bikin. 
- 
             “Wê jin peşêngiya jiyana nû bikin”HDP'ê di dawiya xebatên ku bi rojane dimeşîne de deklerasyona "Banga Demokrasî, Dad û Aştiyê" ya ji 11 xalan pêk tê aşkera kir. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran got; "Perspektîfa ku jin tevli nebin û pêşengiyê nekin mehkûmê têkçûnê ye" û got wê jin peşêngiya jiyana nû bikin. 
- 
             Li parlamentoya Mexribê hejmara jinan zêde bûLatifa Sharif ku ji partiya Yekitiya Sosyalîst a Hêzên Gel e kursiyek parlamentoyê bi dest xist, diyar kir ku di hilbijartinên 2021’ê de, Mexribê di mijara nûnertiya jinan a li meclisê de pêşketinek çêkiriye, jixwe başiya van encaman vedigere faktora hilbijartinê û dîrektîfên Mexribê ku derfet da jinên Mexribê da ku beşdarî xebatê bibin. 
- 
             Li ser wekîla HDP’ê Tulay Hatîmogûllari hewla êrîşêKesên xwe weke polîs dan nasîn hewildan bi zorê bikevin mala parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari. 
- 
             Deklerasyona HDP’ê: Em dixwazin pergala hikumeta serokomariyê biguherîninHDP’ê “deklerasyona xwe ya banga edaleta û aştiye” eşkere kir. Bi deklerasyona HDP’ê ev hat gotin “Em dixwazin pergala hikumeta serokomariyê biguherînin” û ji hemû aliyên demokratîk re îlan kir ku ew ji bo muzakereyan vekirî ne. 
- 
             Meral Daniş Beştaş: Armanca me pêkanîna yekitiyê yeŞandeya HDP’ê bi nunertiya Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Qubat Talebanî kir. 
- 
             Alaa El-Yasiri: Ez bi enerjiya guherînê xebatên hilbijartinê didomînimAlaa El - Yasiri piştrast kir ku kampanyaya teşhîrkirin ya li dijî wê hatiye kirin ji hêla partiyên siyasî ve, hewl didin berendamtiya wê ji bo hilbijartinan asteng bikin û nehêlin ku bigihîje parlamentoyê û wiha domand: "Ew rêbabzek erzan bû, wan wêneyên min bi hevserê min re dema ku em li munasebeteke malbatî bûn weşandin û sernavên neyînî li ser nivîsandin." 
- 
             Rêxistinên jinan ji ber kêmbûna nûnertiya jinan di hikûmeta Lubnanê de poşman inNûnertiya jinan di hikûmeta nû ya Lubnanê ya bi serokatiya Najib Mikati de ku çend roj berê baweriya parlamentoyê bi dest xistibû kêm e. Jin di hikûmeta berê ya bi serokatiya Hassan Diab de bi şeş wezîrên jin dihatin temsîlkirin lê di hikûmeta nû de tenê wezîrek jin heye. 
- 
             Li Kerkûkê berendamên serbixwe li nav gel digerinDu berendamên serbixwe yên bajarê Kerkûkê Şîrîn Ebdula û Sara Sitar dan diyarkirin ku reşwa jinan li Kerkûkê di rewşek xirab de ye, rêjeya kuştina jinan zêde bûye û zagon girîngî nadin jinan û dan zanîn ku wê derfeten xebatê ji bo ciwanan peyda bikin û zagonek taybet ji bo jinan derbixin da ku ji bo pirsgirêkên jinan bibe çareserî. 
- 
             Kongeransa Jinan a Rêveberiyên Hêremî dest pê kirHevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di konferansa Jinan a Rêveberiyên Hêremî de axivî û got: “Têra xwe zanebûn, ezmûn, motîvasyon û hêza me heye. Em di siyaseta welat de di rewşek nûnertî û diyarker de ne. Ji ber vê heya em hebin, hêvî jî heye, cesaret jî heye, çareserî û aştî jî wê pêkan be. Di paşêrojê û îro de jî têkoşîna me bi keda jinan bilind dibe, wê pêşeroj ji bo jinan ronî be.” 
- 
             Ebrû Gunay; Rêya me zelal e, muxatab diyar eBerdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di derbarê nîqaşên pêvajoya çareseriyê de dema ku peyama "rêya me diyar e" dida û di mijara muxatabê de Abdullah Ocalan bi bîr anî û Parlamento ye navnîşan da. 
- 
             Piştevaniya jinên Lîbyayê ji bo namzetên jin mezin dibeLi Lîbyayê xebatên hilbijartinên 24’ê Kanûnê bi lez dewam dikin. Jinên Lîbyayê bi hemû hêza xwe ji bo hişyariya girîngiya hilbijartinan dixebitin. 
- 
             Fatima Khair: Huner peyamek siyasî ye û siyaseta rastîn jî peyamek hunerî yeHunermend kêm caran di şahiyên partiyên Mexribê de xuya dibin. Di deh salên çûyî de, tenê du hunermend Yassine Ajam û stranbêja Amazigh Fatima Tabamrant karîne bikevin parlamentoyê. Di hilbijartinên 8'ê Îlonê hatin lidarxistin de jî du lîstikvanên Mexribê, Kalila Bounailat û Fatima Khair bi ser ketin. 
- 
             Nabila Rmili dê Paytexta aboriya Mexribê birêve bibeNabila Rmili, ku navê wê wekî namzeta pisporên lênihêrîna tenduristî derdikeve pêş, di hilbijartinên ku roja Dûşemê li bajarê Kazablankayê ku wekî paytexta aborî ya Fasê tê zanîn û nas kirin de bi ser ket. 
