Rojhilata Navîn: Mêrên ku şer îlan kirine û jinên ku bedelên wê bêdeng didin

Rojhilata Navîn, li ber teqînek herêmî ya bêhempa ye. Şer bi krîzên dewletên dikevin nava hev, çepera heta Lubnan, Xeza û Yemenê bi hevdû ve girêdayîn e. Êdî hatina beramberî hev, bêyî pevçûnek leşkerî, di heman demê de teyîsîna hilweşîna modela siyasî.

MALVA MUHAMMED

Navenda Nûçeyan – Dinya hatiye qonaxek rageşiyê ya bêhempa. Ji ber hatina beramberî hev a ku DYE û Îsraîl li aliyekê û Îran li aliyê din, ji ‘pevçûnên sînorî’ derketiye û bûye şerê berfireh ku nexşerêya nifusê li Rojhilata Navîn ji nû ve xêz dike. Êdî dika ne tenê êrîşên li dijî hev e, ber bi pevçûnek ji Îranê heta Lubnanê û ji Xeza heta Yemenê û Îraqê ve diçe. Di vê pêvajoyê de rêyên deryayê yên jiyanî jî girt, hêzên navneteweyî ji bo cihê xwe li hevkêşeya herêmî ku bi lez tê guhertin bigre, di pêşbaziyê de ne. 

Ji bo fêmkirina vê teqîna herêmî, tenê wê wek pevçûnek di nava xetan de dîtin ne têrker e, di heman demê de divê wek encama modela siyasî ya mêrê serwer ku nêzî sedsalan e hatî teşekirin were nirxandin. Ev modela ku netew-dewleta navend û biryara ku xwe dispêre tundiya yekkirina ji aliyê mêr ve, xetek hevpar ku hemû çeperan bi hev ve girê dide ava dike. Şer ne tenê pevçûnek di navbera dewletan de ye, hilberîna nû ya pergalek serdest ku civakê û bi taybetî jinan ji pêvajoyên biryardayînê dûr dixin e.   

Sînorên netew-dewletên ku xwedî karektera mêrê serdest derdixe holê

Ev tablo ger di aliyê perspektîfa siyaseta femînîst de bê nirxandin, sînorên netew-dewletên ku xwedî karektera mêrê serdest derdixe holê. Ev dewlet, navenda desthilatê ya girtî û biryaran kontrol dikin, elîtek hilberandiye. Dema şer berfireh dibe, hilweşîna vê modelê derdikeve holê. Civak wek girseyek bêdeng tê dîtin, mêr dibin sotemiya çeperan, jin jî wek hilgirên civakî yên şer tên dîtin, lê belê aktorên ku hesab dipirsin, nayên qebûlkirin.

Abdullah Ocalan wek krîza modernîteya kapîtalîst binav kiribû

Li pişt dengê leşkerî jî krîzek kûrtir diyar dibe: ‘Krîza modela siyasî ya hemû’ ev model, li ser netew-dewleta navend, yekbûna serwat, desthilat û dûrxistina mafê jinan hatiye avakirin. Abdullah Ocalan wek navek ku hişyariya zû ya vê pêvajoyê kirî, diyar kiribû ku tiştên tên jiyîn ne tenê pevçûnek herêmî ye, ev yek ji diyardeyên ‘krîza modernetiya kapîtalst’ e û her wiha temsîla rûyê rast ê şerê cîhanê yê sêyem dike. Li beramberî vê jî vîzyonek alternatîf a xwe dispêre demokrasiya bingehîn û azadiya jinan pêşniyar kiribû. Ev analîza ideolojîk, nîşan dide ku sê pergalên mezin ketine nava hev. Netewperestiya hişk, ola ku hatî îdeolojîkirin û kapîtalîzma neolîberal. Her çend diruşme cûda bin jî, ev pergal di xala ku jinên di cihê duyem de bihêle û şerê heyî bike amûra heman sazûmaniya beşa-mêrsalar, dike yek.  

Pevçûnek eşkere ya herêmî

Rojhilata Navîn di hefteyên dawî de yek ji kêliyên teqînên leşkerî yên herî xeter dijî. Têkoşîna ku DYE-Îsraîlê li dijî Îranê dide meşandin, ji çarçoveya êrîşên sînordar derket, bûye şerek herêmî û vekirî heta Kendava Basra dirêj dibe. Êrîşên hewayî û fuze, hem kûrahiya Îran û hem jî ya Îsraîlê dike hedef û operasyon belavî hinek welatên kendavê bûne, îşaret bi hilweşîna pergala tundrew a bi deh salan di nava aliyan de dike. Ev zêdebûn ne bûyerek îzole ye, xeleka nû ya zincîra pevçûnan a xwe dispêre vegûherînên mezin ku koka wê herêmê ji nû ve teşe dike ye. Şoreşa Îslama Îranê ya di sala 1979’an de, di navbera Îran û Îsraîlê de hema bêje yekîtiya berê ya ewlehî û aboriya kar bi temamî qut kir.

Tehrana girîngî da vegotinek ku Îsraîlê wek ‘hebûnek ne rewa’ bi nav dike û destekkirina tevgerên li dijî wê kir perçeyek pergala xwe ya siyasî.

Di salên 1980 û 1990’an de Îranê destek da hevkarên xwe yên Lubnan, Filistîn, Yemen û Îraqê û girîngî da stratejiya ‘parastina pêş de’. Li beramberî vê Îsraîl ji bo li Sûriyeyê bicihbûna Îranê asteng bike û xetên alîkariyê yên diçe hevkaran qut bike, bi polîtîkayên ‘têkoşîna di nava şeran de’ êrîşên hedefan pêk anîn.

Ji Îranê ber bi Lubnanê, derbasbûna çeperek jêneveger

Pevçûnên di navbera DYE-Îsraîl û Îranê berfireh dibe, zor kir ku çeperên din jî li kêlekê bimînin. Qadên ku girêdayî Tehranê ne, bi otomatîkî dest bi nîşandana bertekan kir. Di serê vana de her tim qada Lubnanê ku dewama stratejîk a hevkêşa herêmê tê. Êdî Lubnan derveyî vê tabloyê namîne. Ji 2’yê Adar 2026’an ve sînorê başûr bûye ‘çeperek ji agir.’ Lîderên Hizbullahê bi awayê ku ‘Êrîşên li dijî Tahranê, lixwegirtina stratejîk’ bi nav kir û rasterast ket nav şer. Ev geşedan ne suprîz bû. Lubnanê ev demek dirêj e di hevkêşa tundrew a herêmê de cih digirt. Lê belê vê carê mezinahiya beşdariyê welat ji ‘ber bi pevçûnan’ rakir û bir şerek berfireh ê girêdayî çeperên Îranê.

Îsraîl jî li dijî berbajarên Lubnan û Beyrûdê êrîşên hewayî û fuzeyan gelek zêde kir û di 16’ê Adarê de operasyonên bejahî da destpêkirin. Armanc bi fîîlî avakirina ‘herêma ewle’ ye ku Hizbulahê ji sînor dûr bixe. Li gorî Îsraîlê, bêbandorkirina çeperê Lubnanê, ji bo serkeftina operasyonên li dijî Îranê tên meşandin şertek bingehîn e. 

Di van pevçûnên ku pergala mêrsalar diyar kirî de, di pêvajoyên biryardanê de hema bêje bi temamî dengê jinê nînbû, ji xwe barên herî giran ên hilweşîna civakê û jicihêxwebûnê jin hildigre.