Mafên jinan di destûra Sûriyeyê de ne tenê îmtiyazek e

Endama Encumena Jinan a kantona Cizîrê Ebîr Hesaf tekez kir ku mafên jinan di destûra Sûriyeyê de ne tenê îmtiyazek e û divê jin rolên çalak di cihên biryardayînê de bilîzin.

ESMA MUHAMMED

Qamişlo – Bi berçavgirtina guhertinên ku bi salan e li Sûriyeyê rû didin, pirsa rewşa jinên Sûriyeyê di destûra bingehîn a pêşerojê de mîna yek ji mijarên bingehîn derdikeve pêş ku pêşeroja civakê bi tevahî diyar dike. Jin ku her gav beşek çalak û girîng a tevna civakî, aborî û siyasî bûne, ew bûne hêzek ku nayê paşguh kirin û hebûna wan di warên çalakiyên sivîl, siyasî û aborî de jî zêde dibe.
Lê belê, hêzên siyasî yên kevneşopî û navendî hene ku xwe dispêrin mîrateyên kevin ên li ser bingeha avahiyên olî û civakî yên muhafezekar û tirsa xwe ya ji hêzdarkirina jinan nîşan didin.

Rastiya jinan û mîrata çandî

Endama Encumena Jinan a Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf diyar kir ku di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de bicihkirina mafên jinan bi awayekî zelal û bi bandor, ne tenê daxwazek sembolîk e. Ebîr Hesaf got ku her wiha ji bo parastina destkeftiyên salên borî û mîsogerkirina berdewamiya rola çalak a jinan şertek bingehîn e û wiha domand: “Ev mijar ji daxwazên takekesî wêdetir e, ji ber ku ew bi şiyana tevahiya civaka Sûriyeyê ya ji bo bidestxistina edalet, wekhevî û aramiya civakî ve girêdayî ye. Tevî ku mîrata çandî ya Sûriyê rola jinan qebûl dike jî, ev rol her gav bi sînordar bûye û bi vîzyonên taybetî ve girêdayî ye ku pir caran rêwatiya xwe ji otorîteya olî ya kevneşopî distînin.”

‘Mafên jinan ne tenê îmtiyazek e’

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku hêzên siyasî yên heyî, di nav de Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê vîzyonek bi paşxaneya olî digirin û wiha pê de çû: “Yên ku xwe dispêrin Îslamê ku jinan ji cihên biryardanê dûr dixin. Bi vî rengî destkeftiyên 14 salan ên ku jinên Sûriyeyê di warên cûrbecûr de bi dest xistine, ji holê radike. Naskirina van metirsiyan divê me ber bi çalakiyên kolektîf û hevbeş ve bibe da ku jin ji destkeftiyên ku bi hewildanên dirêj hatine bidestxistin, paşve gav navêjin. Mafên jinan ne îmtiyazek e, beşek yekgirtî ya avahiya civakî û siyasî ya pêşerojê li Sûriyeyê ye.”
Ebîr Hesaf bal kişand ser hebûna rêjeya jinan a di parlementoya Sûriyeyê de û wiha got: “Heta di demên herî baş de jî rêjeya jinan ji sedî 12 derbas nebûye, ku ev rêjeyek pir biçûk e li gorî çalakiyên femînîst ên rastîn û asta beşdariya jinan a di civakê de.”

Ezmûna Rojava mînakek zindî ye

Ebîr Hesaf diyar kir ku ezmûna li Rojava mînakek zindî ya beşdariya jinan a di biryardanê de ye û sedema wê jî wiha vegot: “Ji ber ku jinan di hemû astan de ji rêveberiya encumenên herêmî û çêkirina polîtîkayên giştî bigre heya rêveberiya xizmetan û pêşxistina binesaziya herêmî, roleke pêşeng û bibandor lîstine. Jin îro bi layiqtiyê dikarin nîvê civakê bin û di warên cûrbecûr ên çalakiyên sivîl, siyasî û aborî de beşdar in. Pirsgirêka jinan îro ne bi pêkhateyeke neteweyî an olî ve girêdayî ye, lê bandorê li hemû jinên li Sûriyeyê dike. Mafên jinan hevpar in û divê bi awayekî yekgirtî werin parastin. Qonaxa bê, ji bo mîsogerkirina berdewamiya van mafan yekîtî û hevgirtina kolektîf a jinên sivîl pêwîst e.”

Beşdariya jinan di rêberî û siyasetê de amûra herî girîng e

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku beşdariya jinan di rêberî û siyasetê de ji bo parastina destkeftiyên wan amûra herî girîng e. Ebîr Hesaf anî ziman ku qonaxa din hewceyê hewldanên hevbeş ên hemû komên sivîl û jinan, avakirina torên piştgiriyê ji bo parastina mafên jinan û xebata ji bo bicihkirina van mafan di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de ye, da ku ev nivîs hem qanûnî û hem jî pratîkî be.

‘Divê rola çalak a jinan bê parastin’

Ebîr Hesaf di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku parastina destkeftiyên jinan û mîsogerkirina mafên wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de, pêşaniyek neteweyî ye ku nekarî tawîz bê dayîn û wiha bi dawî kir: “Hebûna jinan di meqamên serokatiyê û biryardanê de garantiya rastîn a aktîvkirina van mafan li ser erdê ye. Divê rola çalak a jinan di civak û siyasetê de bê parastin, da ku ew bikaribin bibin şirîkek bingehîn di şekildana pêşeroja Sûriyeyê û avakirina civakek dadperwer û wekhev de.”