Li Misrê ji ber lawaziya temsîl û îradeyê erêkirina zagonên parastina jinan zor dibe
Li Misrê tevî zêdebûna nîqaşên civakê yên der barê rewşa jinan de, gelek pêşnûme zagonên ku bandorê li jiyana rojane dikin hê li parlamentoyê li benda erêkirinê ne. Hêvî ew e ji bo erêkirina van zagonan gavên şênber bên avêtin.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Li Parlamentoya Misirê yek ji zagonên ku divê guherîn tê de were kirin Zagona Statuya Kesî ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Ev mijarên ku beşek berfireh ya jin û malbatan eleqedar dikin, bi salan e di nava pêşniyarên li parlamentoyê û nîqaşên temamnebûyî de hatine sekinandin.
Çavdêrên ku pêvajoya danîna qanûnan dişopînin, diyar kirin ku yek ji sedemên hêdîbûna erêkirina van zagonan, lawazbûna temsîliyeta jinan a di parlamentoyê de ye. Hat îfadekirin ku ev rewş, mijarên rasterast parlamenterên jin eleqedar dikin, di cihê danîna qanûnan de bi awayekî bi hêztir anîna rojevê sînordar dike.
Zagonên ku li benda rojeva parlamentoyê ne
Parêzer Zeyneb Ebû Talib, diyar kir ku ji bo ji nûve destgirtina qanûnên kevin ên ku rasterast bandorê li jiyana jinan dikin parlamento xwedî firsendeke girîng e û got: “Ev pirsgirêk ne tenê jinan, pergala malbat û civakê eleqedar dikin. Bi salan e rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas, gelek pêşnûme zagonên ku hedef dikin jinan di nava malê û civakê de biparêzin pêşkêş kirin. Lê belê beşek girîng a van pêşniyaran hê negihîştiye asta nîqaşa tam a parlamenteran. Pêşnûme zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku bi salan e di rojevê de ye, yek ji sererastkirinên herî girîng e. Tevî ku ev zagon gelek caran hatiye pêşkêşkirin jî hê li parlamentoyê negihîştiye asta nîqaşê.”
Zeyneb Ebû Talib da zanîn ku pêşnûme gelek deman erêkirina destpêkê girtibe jî ji bo bikeve rojeva danîna qanûnan divê parlamenter zêdetir îmzeyan kom bikin û got: “Her wiha Zagona Statuya Kesî yek ji sernavên herî girîng e. Her çendî ji bo guherîna vê zagonê berê pêşnûme hatibin pêşkêşkirin jî hê negihîştine asta berfireh a civakê û nîqaşa parlamenteran. Ev zagon rasterast bandorê li jiyana rojane ya bi milyonan malbatan dike.”
Zagona berê sedema pirsgirêkên roja îro ye
Zeyneb Ebû Talib îfade kir ku yek ji mijarên di nava hiqûqnasan de bûye sedema nîqaşan, pirsgirêka mafê wesayeta mal a zarokên ku negiyayî ye. Ev mijar ji ber zagonên berê, di roja me ya îro de gelek pirsgirêkan bê xwe re aniye û got: “Li gorî zagona heyî, dema bav dimre, berpirsyariya lênêrîna zarokan û jiyana rojane ji dayîkê re dimîne. Lê belê rêbaza hebûna mal a zarokan, ji aliyê bav ve didin bapîr ger astengiyek zagonî nebe. Ger ev rewş li ber çavan were girtin, pirsgirêkên cidî bi xwe re tîne. Gelek deman kesê ku malên zarokan biparêzin û bi rê ve bibin dayîk in, dibe ku bapîr extiyar be, yan jî nikaribe vê berpirsyariyê bi cih bîne. Zagona ku vê mijarê sererast dike, nêzî beriya sed salan hatiye derxistin û tevî guherînên mezin ên di civakê de çêbûne, di vê zagonê de guherînek girîng nehatiye dîtin.”
Tundiya di nava malê de û valahiya zagonan
Zeyneb Ebû Talib destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka civakî û hiqûqî ya herî girîng der barê parastina jinan ji tundiya di nava malê de ye û got: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di vê qadê de, hinek zagon di metnan de weke têgîna ku ‘mafê terbiyekirinê’ tê zanîn, weke sedemeke kêmkirinê were bikaranîn e. Ev têgîn, wekî sparteka tundiya di nava hevjîn, an, dayîk û bav û zarokan de tê nîşandan û di hinek rewşan de rê li ber sivikkirina ceza vedike. Valahiya zagonî, hinek caran ji bo rewakirina pêkanîna tundiyê tê bikaranîn û heta di hinek rewşan de, bûyerên ku gihîştine asta îşkence û ziyanên fizîkî jî sivik dike. Ji ber vê divê tenê sedemên sivikbûnê neyên rakirin divê zagonên ku sûdê didin, sûcên tundiya di nava malê de girantir dikin werin sererastkirin.”
Temsîla jinan di parlamentoyê de û bandora li ser zagonan
Zeyneb Ebû Talib diyar kir ku çarenûsa zagonên der barê jinan de di astek zêde de girêdayî asta temsîla jinan a di parlamentoyê de ye û got: “Divê hejmara parlamenterên jin zêde bibin û ev jî dê sûdê bide ku ev doz bikeve rojeva danîna qanûnan. Lê belê di rewşa heyî de, sînordarbûna temsîla jinan, ji bo hinek zagon bikevin rojevê, komkirina îmzeyên pêwist zor dike. Bi taybetî ev pêşnûme di nava meclîsê de dema destekek berfireh nebîne pêvejo dê zortir bibe. Zêdebûna temsîla jinan, bi taybetî bi desteka civakê wê şansê erêkirina zagonên der barê jinan de zêdetir bike.”
Hişyariya medya û civakê: Zexta ku zagonan dixe tevgerê
Zeyneb Ebû Talib anî ziman ku reformên zagonî tenê bi xebatên di parlamentoyê de sînordar nîn in, hişmendiya medya û civakê di beralîkirina nîqaşên civakê de roleke girîng dilîze û wiha bi dawî kir: “Di gelek rewşan de, medya dikare mijarê bi awayekî berfireh bigre dest û zexta civakê bide avakirin, saziyên eleqedar bixe tevgerê. Medya der barê mijarên danîna qanûnan de di zindîkirina nîqaşên civakê de amûreke girîng e. Ji bo hinek pirsgirêk werin dîtin, ji bo sazî gavên reformê biavêjin dikare bi sûd be. Her wiha dema televîzyon rêzefîlm û naverokên medyayê mijarên civakî bigrin dest wê ji nû ve nirxandina hinek pêkanînên hiqûqî bi lez bike. Di mijara mafên jinan û pirsgirêkên zagonî de divê hişyariya civakî zêde bibe û li ser saziyên danîna qanûnan zextek erênî ya reformê ava bike.”
Pêşeroja zagonên der barê jinan de, girêdayî rêjeya temsîla di parlamentoyê de û asta hişyariya civakê û gelek faktorên girêdayî hev didomîne. Ev pêşnûme zagon hê di rojeva parlamentoyê de tê sekinandin, pisporên hiqûqê di van mijaran de, ji bo di destpêkirina nîqaşên civakê yên berfireh, li gorî veguherînên civakê yên pergala zagon û bihêzkirina parastina jinan di nava malbat û civakê de dê gavek girîng be.