Aktîvîstên Îraqî daxwaza kêmkirina rageşiyê û pêşaniya diyalogê dikin
Aktîvîstên Îraqî dan zanîn ku jin di nav şer û pevçûnan de bedêlên giran didin û gotin: “Nebûna aramiyê û zêdebûna pevçûnan êşa wan zêde dike û rola wan di avakirina aştî û civakê de lawaz dike.”
RECA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Di demeke ku aloziyên herêmî zêde dibin de û çerxa pevçûnên berdewam a li Rojhilata Navîn, çalakvanên Îraqî balkişandin ser girîngiya dayîna pêşîniyê ya ji diyalogê û bikaranîna qanûnên navneteweyî. Çalakvanan hişyarî dan ku berdewamiya pevçûnan tenê dê bibe sedema windahiyên mirovî û aborî yên zêdetir, êşa jin û zarokan girantir bike û aramiya Îraqê û tevahiya herêmê bike xeterê.
‘Jin aştîxwaz in û qurbanên yekem ên şer û pevçûnan in’
Akademîsyen û çalakvan Dr. Cebra Al-Tai destnîşan kir ku biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser hêzdarkirina jinan di bin dirûşmeya "Jin, Aştî û Ewlehî" de, piştrast dike ku jin her gava ku ewlehî û aramî ji wan re were peydakirin, aştîxwaz in, lê rastî wêneyek cûda nîşan dide, ji ber ku jin qurbaniyên yekem ên şer û pevçûnan in. Cebra Al-Tai wiha dirêjî da gotinên xwe: ” Jin wek afirînerên nifşan, nikarin rola xwe bi tevahî pêk bînin heya ku ew cihê xwe yê mafdar, ewlehiya civakî û jiyaneke baş bi dest nexin. Êşa jinan êdî bi Filistînê ve sînordar nîne, lê belê ji sala 2011’an vir ve qada pevçûnan berfireh bûye û çend welatên herêmê jî di nav xwe de digre û hejmara qurbaniyan di nav jin û zarokan de zêde dibe.”
Divê guhertina siyasî ji îradeya gel be
Cebra El-Tai li ser bandorên vegera DAIŞ’ê li Îraq û Sûriyeyê û trajediyên ku li kampên koçber û awareyan li pey xwe hiştin axivî û wiha got: “Jinên li Îraq û Sûriyê ji bilî tiştên ku jinên Filistînî û Lubnanî di ber şerên berdewam ên bi Îsraîlê re dikişînin, bedêlên giran dane. Herêm hê jî bedêla peymanên dîrokî yên wek Peymana Sykes-Picot û Danezana Balfour dide. Divê her guhertineke siyasî ji îradeya gel bi xwe derkeve, ne ku ji derve ve were ferzkirin.”
Cebra Al-Tai da zanîn ku hewldan hene ku aramiya nisbî li Îraqê têk bibin û ev agahî dan: “Lê kesên ku di xwepêşandanên Şoreşa Cotmehê de zêdetirî 900 şehîd pêşkêş kirin dê bêkar nemînin. Jinên Îraqî yên ku beşdarî Şoreşa 1920’an bûne, îro jî dikarin welatê xwe biparêzin û banga aştiyê li herêmê bikin.”
‘Gel bedêla şeran dide’
Sekretera Lîga Jinên Îraqê Şamîran Marûkî Odîşo, şerê li dijî Îranê şermezar kir. Şamîran Marûkî anî ziman ku ew hemû şeran red dike, daxwaza pejirandina rêbazên mirovî û diyalogê bi rêya saziyên navneteweyî û herêmî ji bo çareserkirina nakokiyan li şûna bikaranîna çekan kir û wiha got: ”Ew gel in ku bedêla şerên niheq didin, di warê windahiyên mirovî, bandorên psîkolojîk, civakî û aborî de. Îraq ji ber nêzbûna xwe ya bi Îranê re bandor dibe, tewar digel daxuyaniya hikûmetê ya pabendbûna xwe ya bi bêalîbûnê jî. Komên herî xeternak bi taybetî jin, zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet, di demên pevçûnan de herî zêde bandor dibin. Ji ber ku barên aborî, tenduristî û civakî xirabtir dibin û nîşaneyên ewlehî, aramî û azadiya derbirînê kêm dibin.”
Berjewendiyên Îraqê berî her tiştî tên
Çalakvan Nîdal Touma destnîşan kir ku her êrîşek li ser herêmê bandorek neyînî li ser Îraqê dike, ji ber têkiliyên wê yên aborî, bazirganî û siyasî bi welatên cîran re û wiha axivî: ”Şer serketiyekî rasteqîn nahêlin, lê windahiyên kolektîf hene ku bandorê li nifşên niha û yên pêşerojê dikin. Qonaxa niha pêwîst dike ku dengê aqil were dayîn û berjewendiya gel li ser berjewendiyên taybet were danîn. Divê hêzên siyasî hewlên xwe ji bo parastina welêt û rawestandina xwînrijandinê bikin yek. Gel li benda ewlekariya domdar û aştiya rastîn e.”