Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin

Gulisan Kiliç Koçyîgît îşaret bi koma nivîsînê ya Komîsyona Meclisê kir û got: “Divê rapora tê amadekirin, ne bi feraseta ku weke komîsyon qet nehatibe avakirin, bê nivîsandin.”

Enqere – Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclîsê daxuyanî da. 

 

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perspektîfa wekheviya gelan, azadî, hemwelatiya wekhev, aştî û civaka demokratîk diparêze û got: “Birêz Ocalan, bi vê perspektîfê mudaxile kir û rewşa pevçûn û şer bi dawî kir. Ew xetere ji holê rakir. Bi xeta xwe ya ne şer lê muzakereyê, ne înkarê lê naskirinê esas digire re ev plana mezin vala derxist. Bi taybet jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re, bi hewldan û perspektîfa çareseriyê pêş dixe, bi xwedîderketina xurt a gel re em dikarin bibêjin tu hukmê hedefên siyasî yên komploya 15’ê Sibatê jî nehişt.” 

Pêşerojeke demokratîk 

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku divê her kes xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkeve û wiha pê de çû: “Ev yek, berpirsyartiya her kesên aramî, demokrasî û azadiyê dixwazin e. Dîrok, berpirsyartiya xwedîderketina li aştiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pêşerojeke demokratîk û komara demokratîk li me ferz dike. Lewma divê em berpirsyartiya birêz Ocalan bibînin û destê xwe deynin bin kevir.”

‘Girîng e ku li ser zemîna meclîsê tê kirin 

Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî xebatên Komîsyona Meclîsê jî wiha got: “Em di rojên krîtîk de ne. Heta niha komîsyonê 20 civîn li dar xistiye. Di van civînan de gelek mijar hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin. Li 135 kesan hate guhdarîkirin. Akademîsyenan analîzên xurt kir. Bi van analîzan jî pirsgirêka Kurd, rêyên çareseriyê û nexşerê diyar bû. Beriya her tiştekî girîng e ku zemîna aştiyê ji hêla Meclîsê ve tê pênasekirin û nîqaş li ser zemîna Meclîsê tên kirin.” 

‘Em bi qonaxeke nû tacîdar bikin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku girîng e hemû beşdarên komîsyonê xwestine pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û nexşerêyek nîşan dan. Bi domdarî anî ziman ku divê rê ji tu nîqaşên pirsgirêkê dîsa tîne serî neyê dayin û got: “Divê kesek nekeve nava helwesta ku weke komîsyon qet nehatibe avakirin û pêşniyarên çareseriyê nehatibin pêşkeşkirin. Hewceye rapor ji vê helwestê dûr were amadekirin.”