Di nava nakokiyên Rojhilata Navîn de Kurd: Siyasetek ku çarenûsa gelekî diyar dike

Parêzer Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn ne tenê pirsgirêka gelekî ye, bûye yek ji lîstika siyasî ku dewlet û hêzên navneteweyî weke qerta gefê bi kar tînin û got: “Divê bi awayek siyasî û dadperwerî were çareserkirin.”

HÊVÎ SELAH

Silêmanî - Pirsgirêka Kurd wekî yek ji pirsgirêka herî kûr a siyasî li Rojhilata Navîne, bi salan e di navbera nakokiyên hêzên navxweyî û berjewendiyên navneteweyî de, ne tenê ji ber nezelaliya maf û çarenûsa gelê Kurd, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û avakirina dewletên nû li Rojhilata Navîn, gelê Kurd bû yek ji neteweyeyên bê stastu yên li cîhanê û welatê wan di navbera çar welatan de hat parçekirin. Ji wê demê ve heta niha mafên wan ên siyasî û neteweyî her dem hatine paşguhkirin. Dîrokê nîşan daye ku Kurd li her çar parçeyan her dem pirsgirêkên curbecur ên siyasî û civakî, aborî diijîn.

Kurdên Başûrê Kurdistanê xwerêveberî û hebûna hikûmet û parlamentoyek Kurdistanê bi dest xistine lê nakokiyên navxweyî, pirsgirêkên darayî, peymanên di navbera hêzên siyasî de, zextên welatên cîran û îxaneta aliyên Kurdî li doza neteweyî û têkiliya bi welatên dagirker re, van destkeftiyan lawaz kiriye û çarenûsa siyasî ya herêmê hê jî bi siyaseta Bexdayê û hêzên navneteweyî ve têkildar e. 

Piştî lawazbûna hikûmeta navendî ya Sûriyeyê, Kurdên Rojava hewl dan mînakek cuda ya Rêveberiya Xweser û Yekîtiya Neteweyî nîşan bidin lê ev ezmûn bû hedefa rasterast a êrîşên çeteyên cîhadîst û hêzên girêdayî Ehmed Şara û komên selefî ku bi navê şer li dijî dewletê, siyaseta paqijkirina herêmê û tirsandina civaka sivîl tije dike.

Çeteyên Ehmed Şara ku gelek caran wekî "hêzên şoreşger" bi nav dikin, bûne beşek ji pevçûnên îdeolojîk ku tu ferqê naxin navbera Kurd, Ereb an kêmarên din û deverên ku xwerêveberî, azadiya jinan û pirrengiya neteweyî lê bi pêş ketiye hedef girtine.

Pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê yek ji pirsgirêkên siyasî yên herî kûr e, di navbera siyaseta leşkerî, astengkirina ziman û nasnameya Kurd û şerê dirêj ê di navbera dewlet û hêzên çekdar de mezin bûye.  

Di heman demê de, Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her tim di bin zexta siyasî, aborî û ewlehiyê de bûne û daxwazên wan ên neteweyî pir caran wekî gefek li ser ewlehiyê têne dîtin û hemû hewldanên mafên siyasî bi tundî hatine tepeserkirin. Di xwepêşandên gel ên niha de zêdeyî 24,000 xwepêşander hatine girtin û Xameneyî kuştina xwepêşanderan qebûl kiriye û rewa kiriye .

‘Divê ev rewş ji bo doza Kurd bigihîje qonaxeke baş’

Parêzer Rêzan Şêx Dilêr got: “Bêguman, hêviyeke me ya mezin heye ku Kurd bibin xwedî statuyek serbixwe û bikaribin bibin yek. Divê Kurd bi pêşve biçin û divê ev herêmên Kurd serbixwe bin. Em li Başûr xwedî herêmên xwe ne lê mixabin di nava başûr de salek û çar meh e hê parlamento kom nebûye. YNK û PDK, du partiyên sereke yên li başûr, pirsgirêkên wan ên mezin ên siyasî hene. Gelê Herêma Kurdistanê ji kêmbûna mûçeyan û siyaseta serdest êşê dikşînin. Ev hemû ji bo me pirsgirêk in. Her wiha em behs dikin em hemû çawa dikarin piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê bikin, çawa dikarin piştî xwepêşandanan deverên xwe birêve bibin. Ji ber ger Kurd nikaribin statuyekê ava bikin an jî bibin herêmeke Kurdî di bin kontrola wan de, piştî wê derfeteke din ji me re tune ye û em nikarin mafên xwe bi dest bixin.”

‘Kurdên Rojava di rewşeke giran de derbas dibin’

Rêzan Şêx Dilêr wiha domand: “Rojava di bin êrîşan de ye, pêdivî bi piştevaniyek baş ji bo Rojavayê Kurdistanê heye. Kurdên Rojava di rewşek gelek giran de derbas dibin û rojane ji ber ku Kurd in xelkên medenî tên qetilkirin.”

‘Jinên Kurd gelek bi hêz in’

Rêzan Şêx Dilêr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dibînin ku hemû dewletên dîktator dixwazin bi hêza xwe sînorên xwe berfireh bikin. Ji ber wê em parçe kirine. Dewleteke mîna Tirkiyeyê dizane ger li Rojava statu mayînde bibe de dor were ser bakur. Iraq, Îran û Sûriye jî bi heman awayî difikirin. Neteweya Kurd dikare herêma herî baş ava bike û ji hemûyan pêşketîtir be. Her wiha Kurd ji gelek aliyan ve îro mînak in. Loma îro li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka Kurd esasî ye. Têkoşîna ku bi salan e didome di warê pêşketina jinan de bûye mînak. Divê ku bi Kurdan re lihevhatin çêbibe û di demek nêz de aştî çêbibe.”