‘Aramiya Sûriyeyê dijberî berjewendiyên herêmî û navneteweyî ye’
Sûriye di pêvajoyeke krîtîk û bi aloz de derbas dibe. Mudaxeleyên herêmî û navneteweyî, bi rewşa xirab a hundirîn re dibin yek û rewş girtanir dibe. Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş, rewşa dawî ji ajansa me re nirxand.
ESMA MUHEMED
Qamişlo – Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş, destnîşan kir ku diyaloga siyasî ya berfireh a di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de û beşdariya jin û ciwanan ji bo pêvajoyên biryargirtinê, kevirê bingehîn ê avakirina Sûriyeya demokratîk, aram û ewle ye ji otorîterîzm û mudaxeleya herêmî û navneteweyî dûr e.
Bêîstîqrariya di qadên ewlehî, siyaset û aboriyê de, li pêşiya ji nû ve avakirin û pêşketinê astengiyan çêdike û avakirina pergaleke siyasî ya domdar ku hemû Sûriyeyê temsîl dike û mafên wan ên bingehîn mîsoger dike, dijwar dike.
Di vê çarçoveyê de, pêwistî bi diyalogek lezgîn a siyasî ya berfireh ku rêxistinên jinan ên di şoreşê de roleke navendî lîstine jî di nav de hemû hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê vedihewîne, derdikeve holê. Diyalog, ji bo avakirina bingeheke xurt a li ser bingeha beşdarbûn û wekheviyê ya di pêvajoyên biryargirtinê de mina rêbazek tê dîtin.
Ev diyalog, mîna riya bingehîn a derbaskirina otorîteya navendî û avakirina Sûriyeya demokratîk a pir pêkhate, mafên welatiyan diparêze û ewlehî û aramiyê xurt dike, tê nirxandin. Têkoşîna îro ew e ku vîzyona siyasî ya di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de bike yek û lihevkirineke navxweyî ya rast ji berjewendiyên herêmî û ferzkirinên derveyî dûr mîsoger bike. Bi vî awayî gelê Sûriyeyê dê bikaribe pêşeroja xwe bi destên xwe bi şêwe bike û welatekî azad, bi rûmet û demokratîk ava bike.
‘Beşdarbûn ne vebijarkek e stûneke bingehîn e’
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş, diyar kir ku Sûriye niha di serdemek hesas û aloz de ye û divê hemû partiyên siyasî berpirsyariya xwe nîşan bidin, bi temamî ji bo diyalogeke cidî û berfireh vekirî bin. Sema Bekdaş, destnîşan kir ku divê ev diyalog bêyî zext û bandorên derve were meşandin ku bikaribe pêşerojeke hêviyên gel, aramî, ewlehî û demokrasiya tê xwestin nîşan dide misoger bike.
Sema Bekdaş, wiha axivî: “Divê diyaloga berfireh tevger û rêxistinên jinan ên ku di şoreşê de rolek navendî lîstine jî di nav de hemû hêzên siyasî bigre nava xwe. Beşdarbûna jinan a siyaset û jiyana civakî ne vebijarkek e, stûneke bingehîn a pergala siyasî ya pêşerojê ye ku hemû Sûriyayiyan temsîl dike û edalet û wekheviyê misoger dike. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînaka modeleke civaka demokratîk e ku beşdariya çalak bi hemû pêkhateyan (ciwan, jin û komên din ên civakî) dikare bê mîsogerkirin. Ev yek ji bo xurtkirina aramiya siyasî, zêdekirina ewlehiyê, afirandina derfetan ji bo pêşketina aborî û civakî û xurtkirina nirxên demokrasiyê û pirrengiyê, bingeheke sexlem diafirîne.”
Sema Bekdaş, da zanîn ku nearamiya ewlehî, siyasî û aborî bi astengiyên li pêşiya pêşketinê ve girêdayî ye û wiha got: "Êrîşên berdewam ên li dijî sivîlan û hedefgirtina binesaziyê û cihên îbadetê êşa gelên Sûriyeyê zêde dike, hewldanên ji nû ve avakirin û pêşketinê asteng dike û nezelalî û fikarên di nav hemwelatiyan de kûrtir dike."
‘Mudaxeleyên herêmî û navneteweyî bandorê li peymanên siyasî dikin’
Sema Bekdaş, destnîşan kir ku di serî de Tirkiye, mudaxeleyên herêmî û navneteweyî, bi riya polîtîkayên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digrin re bandorê li peymanên siyasî dikin û bi muxadeleya li ser deverên peravê, Deraa, Suweyda û Golanê di têkbirina pêvajoya Sûriyeyê de rolek diyarker lîstiye. Sema Bekdaş wiha domand: “Ev mudaxele ne mijareke duyemîn in. Lihevhatina navxweyî asteng kir û biryara Sûriyeyê di bin dilovaniya rojên navneteweyî û herêmî de hişt. Her wiha çareseriyek rasteqîn û domdar tenê dema ku biryar di destên gelê Sûriyeyê de be û ji zextên derve dûr be, wê pêkan bibe.”
Sema Bekdaş, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi salan e bandorên wêranker ên şer, komkujî û koçberiya bi darê zorê dijî û axaftina xwe wiha domand: “Zêdebûna domdar a şer û pevçûnan tenê xizmeta berjewendiyên hêzên derve dike. Gelê Sûriyeyê hewceyî aştî, ewlehî, avakirina saziyên siyasî yên dadwer, pêşketin û mîsogerkirina mafên mirovan û mafên hemwelatîbûnê ye.”
‘Beşdariya jinan a xebatên pêşengiya siyasî dîplomasî û danûstandinan destkeftiyek bingehîn e’
Sema Bekdaş, da zanîn ku hevgirtina hêzên demokratîk, ciwan û rêxistinên jinan, yekane riya avakirina Sûriyeya aram e û got: “Beşdariya jinan a pêşengiya siyasî, dîplomasî û danûstandinan, ji bo şoreşê destkeftiyek bingehîn e û divê di pergala siyasî ya pêşerojê de bibe stûneke xurt. Her wiha ev yek tevkariya dîrokî ya jinan ji bo parastina mafên mirovan û demokrasiyê nîşan bide."
Sema Bekdaş, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê sala 2026’an ji bo gelê Sûriyeyê saleke bi aştî, ewlehî, aramî û demokrasiyê be û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên gel ên rêxistinkirî dikarin vîzyonên xwe yên siyasî bikin yek. Diyaloga avaker û berfireh di navbera jin, ciwan û civaka sivîl û hemû pêkhateyan de, ji bo misogerkirina azadî û rûmetê, derbaskirina otorîterîteya navendî, parastina destkeftiyên şoreşê û vekirina riya li ber pêşketina demokratîk a berfireh şert e.”
j