Tundiya siyasî û ji nû ve şêwekirina civakê ya li Xezayê

Jin di dema şer de di nav komên herî bandordar ên civakê de ne. Lê belê, dûrxistina wan ji danûstandinan vê zirarê kûrtir dike. Li Xezayê, jin bedêlên herî giran ên qirkirina berdewam didin, lê îro yên ku daxwaza çareseriyê dikin, mêr in.

REFÎF ISLÎM

Xeza Tundiya siyasî ya li dijî jinan, di dema êrîşa li dijî Şerîda Xezayê de ji nû ve şekil daye civakê. Şert û mercên ku di vê pêvajoyê de hatine jiyîn û têgehên nû yên ku derketine holê - koçberiya bi darê zorê, birçîbûn û danûstandinên ku bi tevahî elementa jinê ji holê rakirine - bûne sedema avahiyek civakî ya bêhempa.

Di seranserê şer de, danûstandin û konferans ji hêla mêran ve monopolîze man; yek jin jî beşdarî van platforman nebû. Lê qanûna navneteweyî nîşan dide ku divê jin herî kêm ji sedî 30 werin temsîlkirin. Derxistina nîvê civakê eşkere dike ka encamên van pêvajoyan çiqas nazik in.

Xezaya berî û piştî 7ê Cotmeha 2023an ne wekhev e

Hatam Avde, pisporek karûbarên civakî û psîkolojiyê û çalakvanek mafên jinan e. Hatam, tekez kir ku jin beşa herî xeternak a civakê ne û bedelê herî giran ji bo qirkirina berdewam didin. Wê diyar kir ku êrîşan jinan xistine rewşeke nebaş; ew di warên tenduristî, hilberandin û kar de û her wiha di aliyên herî hêsan ên jiyana rojane de rastî gelek binpêkirinan tên û ji hemû şêweyên aramiyê bêpar in. Hatam destnîşan kir ku Xezaya berî û piştî 7’ê Cotmeha 2023’an nemaze di warê jiyana siyasî ya jinan de, ne wekhev e û wiha got: “Îro, zehmet e ku meriv heman coşa ji bo şêweyên beşdarbûnê di nav jinan de bibîne. Jiyana rojane bûye pêşîn; pirsa ka meriv çawa av û xwarinê peyda dike bûye navenda mijarê.” Hatam anî ziman ku rewşa siyasî ya li Filîstînê di du salên êrîşan de têkçûnek bêhempa nîşan daye; tu partiyek siyasî derneketiye holê ku berpirsiyariya xwe ya parastina sivîlan girtiye ser xwe an jî bicîh aniye.

Hatam diyar kir ku îro, di jiyana siyasî ya Filîstînê de ku ji derveyî Xezayê tê meşandin - di hemû şêweyên xwe de, di nav de danûstandin û konferansan de - beşdariya jinek jî nayê dîtin. Hatam got ku jin ne di diyarkirina pêşeroja Xezayê de ne jî di konferansên ji nû ve avakirinê de amade ne. Wê tekez kir ku jin tenê ji bo armancên seferberiyê di siyasetê de têne bikaranîn; di girtina biryarên girîng an jî derbirîna ramanan de rolek ji wan re nayê dayîn.

Ji nû ve şêwekirina pêkhateya civakî

Li gorî Hatam Avde, van hemû mercan bandorek kûr li ser şekildana pêkhateya civakî kirine. Heta jinek li Xezayê ku herî kêm 5 caran ji cih û warê xwe derketibû, neçar ma ku her carê jiyana xwe ji nû ve ava bike. Di vê pêvajoyê de, ew ne tenê rastî şîdeta siyasî, aborî, fîzîkî û psîkolojîk hat, di heman demê de rastî pirsa “Ez ê bi malbata xwe re koç bikim an ez ê ji wan veqetim?” jî hat. Pirsgirêka herî girîng dîtina cihekî jiyanê bû, bêyî ku ew bi kê re be. Hatam diyar kir ku dema ku bi jinan re di kampan de dijiya, rastî pêkhateyên civakî û pergalên çandî yên cihêreng ji hemû herêman, ji beşên herî bakur bigre heya yên herî başûr ên sektorê hat; wê rave kir ku têkiliyên civakî yên nû û cûda yên ku jinan tê de hene, bi jiyana rojane û hevdîtinên nû li nanpêjxane û deverên dabînkirina avê derketine holê.

Têkiliyên civakî zirar dîtine

Hatam destnîşan kir ku berî 7’ê Cotmeha 2023’yan, pêkhateyek civakî hebû ku hem malbatên navendî û hem jî yên berfireh dihewîne, lê di dema êrîşan de, tenê malbata navendî derket pêş. Wê rave kir ku pergala konan rê nedida ku gelek malbat bi hev re bijîn. Hatam got ku heta heman malbat carnan neçar ma ku di gelek konan de bijî da ku hin astên nepenîtiyê peyda bike. Wê her wiha destnîşan kir ku serdanên civakî ji ber zêdebûna lêçûnên veguhestinê û dûrbûna di navbera deverên koçber de, bi tevahî ji holê rabûne. Li gorî Hatam Avde, her çiqas hin malbatan di dema êrîşan de hevgirtin nîşan dan û bi awayên cûrbecûr piştgirî pêşkêş kirin jî, malbatên din bi zorê de mane, têkiliyên ragihandinê qut kirin. Bi taybetî, derxistina bi zorê ya hin endamên malbatê ji sektorê dema ku yên din li Xezayê man, avahiyek civakî ya nû li ser civaka Xezayê ferz kir, bandorek neyînî li ser jiyana jinan kir û rewşek çêkir ku divê were çareserkirin.

Jinên Filistînî dikarin civakê biguherînin

Hatam Avde destnîşan kir ku jin di sererastkirina rewşa heyî de rolek girîng dilîzin û diyar kir ku guhertin dikare bi malbatê dest pê bike, biçe cihê kar û bi rêbazên cûrbecûr were bidestxistin. Hatam Avde wiha berdewam kir: “Ger jinên Filîstînî destwerdanê bigirin ser xwe, ew dikarin civakê bi rêya komên ku piştgiriyê didin jinên marjînalîzekirî, di kategoriyên cûda de biguherînin. Ew dikarin çîrokên serkeftinê xurt bikin û di heman demê de bifikirin ka meriv çawa hevgirtina civakî ji nû ve ava bike.” Hatam Avde ragihand ku vegera planên awarte li Şerîda Xezayê pêdivî ye, daxwaza dabînkirina kitên stargehê û alîkariya yekem a psîkolojîk, afirandina deverên ewle yên taybetî ji bo jinan di nav kampan de û xurtkirina hişmendiya psîkososyal li hember hejmara zêde ya birîndar û seqetan kir.

Pêwîstiya dayîna baldariyek taybet li ser nifşê ku di dema êrîşan de jidayîk bûye

Hatam wiha got: “Pêwîst e ku bêtir girîngî li ser perwerdehiyê were dayîn; ji ber ku perwerde ji bo pêşkeftina gelek waran, nemaze di warê civakî de, mifteya sereke ye.” Hatam nirxandinên xwe bi destnîşankirina pêwîstiya dayîna baldariyek taybet li ser nifşê ku di dema êrîşan de jidayîk bûye; fêrbûna girêdana bi saziyên navneteweyî re, rapor dayîn û pêşkêşkirina şahidiyên jinên ku mafên wan hatine binpêkirin û di dema êrîşan de niheqî lê hatiye kirin, bi dawî kir. Hatam wiha got: “Balkişandina ser bihêzkirina aborî ya jinan, peydakirina derfetên kar, an telafîkirina hin windahiyên wan di vî warî de jî, ji bo jiholêrakirina tundiya siyasî û ji nû ve avakirina civakek çêtir pir girîng e.”