Amîra Caber: Ez dixwazim siyaseta mezhebî hilweşînim û rola jinan xurt bikim
Di siya aloziyên siyasî û dabeşbûnên mezhebî de, aktivîsta siyasî Amîra Caber, destnîşan kir ku namzediya serokkomariyê ji bo her hemwelatiyek mafekî makezagonî ye û diyar kir ku di pêşbirka îsal de 4 jê jin 81 namzed hene.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq- Namzeda Serokkomariya Iraqê Amîra Caber, armanc dike ku di bernameya xwe ya hilbijartinê de dabeşbûnên mezhebî yên di siyasetê de hilweşîne û rola jinan xurt bike. Bernameya wê, nêzîkatiyek bi reform a zagonan di ber çavan de derbas dike dihewîne.
Parlamentoya Iraqê, di daxuyaniya xwe ya fermî ya di 5’ê Çileyê de, ragihand ku serlêdanên namzediya serokkomariyê bi 81 namzedan bi dawî bûye. Di nava namzedan de 4 jin hene.
Di hawirdoreke ku parçebûna siyasî û nakokiyan, gihîştina lihevkirinek di erkên bilind de dijwar dike de, hejmareke pir zêde namzed derketine holê. Parlamentoya nû di 29’ê Kanûna 2025’an de civîna xwe ya ewil li dar xist û divê di nava 30 rojan de serokkomar hilbijêre û piştre serokkomarê hatiye hilbijartin divê namzeda "bloka herî mezin" ji bo avakirina hikûmetê ya di nava 15 rojan de erkdar bike.
Banga ji bo rawestandina siyaseta mezhebî
Namzeda Serokkomariya Iraqê Amîra Caber, bi awayekî fermî namzediya xwe ragihand û vê yekê di medyaya dîjîtal de deng veda. Amîra Caber, diyar kir ku biryara wê hilbijartineke kesane ya ji mafek makezagonî û berjewendiya neteweyî çavkanî digre ye.
Yek ji armancên wê yên girîng, ew e ku belavkirina meqamên asta bilind ên li ser bingeha mezhebî bikşîne. Amîna Caber, destnîşan kir tu bendên destûrî belavkirinek wiha ferz nake û bal kişand ser girîngiya pergaleke li ser bingeha lîyaqat û performansê.
Bernameya siyasî û xebatên berê
Amîra Caber, diyar kir ku ew namzediya xwe mîna berdewamiya bernameya xwe ya hilbijartinê ya 2020-2021’ê dibîne û da zanîn ku bi bernameyê armanc dike ku jin bikaribin erkên herî bilind ên mîna Serokkomariyê bigrin ser xwe. Amîra Caber, destnîşan kir ku ew ne girêdayî tu partî yan jî rêxistineke siyasî ye û mîna namzedek serbixwe beşdar dibe.
‘Ez ê modela siyasî ya kevneşopî ya parvekirina desthilatdariya mezhebî bi dawî bikim’
Amîra Caber wiha got: “Ger ez werim hilbijartin, plan dikim ku modela siyasî ya kevneşopî ya li ser parvekirina desthilatdariya mezhebî bi dawî bikim, qanûnên ku ji sala 2017’an vir ve nehatine pejirandin ji nû ve di ber çavan de derbas bikim û bi taybetî qanûnên têkildarî rêxistina partî û rewşa kesane ji nû ve binirxînim.”
‘Divê kotaya jinan bê rakirin’
Amîna Caber, diyar kir ku li Iraqê beşdariya siyasî ya jinan piranî caran fermî ye, ji bo armancên hilbijartinê tê bikaranîn û got: “Divê kotaya jinan bê rakirin, ji ber ku pergala heyî têkoşîna jinan nîşan nade. Jin ji mekanîzmayên biryargirtinê yên di pergalên partiyan de tên dûrxistin û hebûna wan ji destpêkê ve pir girîng e. Ez pêşniyar dikim ku qanûnên bi nakok ên mîna qanûnên rewşa kesane, qanûna "dîsîplînkirina hevjîn" û qanûna "zewaca tecawizkar a bi jina rastî êrîşê hat” ji nû ve bên nirxandin.
Banga ji bo jinan
Amîna Caber, da zanîn ku divê jin di pergalên siyasî de xwe biparêzin û nebin amûrên serkeftina kesên din û bang li jinan kir ku dema rastî dûrxistin an paşguhkirinê tên, berê xwe bidin qadên siyasî yên alternatîf. Amîna Caber, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin kesayetên pêşeng ên jin ku di dîrokê de rola xwe lîstine mînak bigrin û bi zanîn û tecrube derkevin pêş.”