rojane
-

Ji Katalonya piştgiriya TAJÊ: Em ê bi berpirsiyarî têbikoşin
Berdevka rexistina 'Endavant-OSAN’ Patri Vallejo ya ji Katalonya ragihand ku ew tevli pengava TAJÊ dibin û got: “Di 10’emîn salvegera ferman û femînîsîda li ser Şengalê em soz didin ku em ê ji bo azadiya jinan û gelan bi berpirsiyartî têbikoşin.”
-

Hevdîtinên şandeya DEM Partî û TJA li Başûrê Kurdistanê didome
Hevdîtinên şandeya TJA û DEM Partî yên ji bo partî, kesayet û hizbên siyasî dewam dikin. Şandeyê serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Şanaz Îbrahîm kir. Di hevdîtinê de peywendiyên bi jinên her çar parçeyên Kurdistanê hat nirxandin.
-

Li Dêrikê cezayê darvekirina jinan a li Îranê hat şermezarkirin
Li Dêrikê cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî biriye bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin û bang hat kirin ku li dijî cezayên darvekirinê helwest werin raberkirin.
-

Ji YRJ û YRA daxuyaniya hevpar: Em ê bibin dengê Pexşan û Şerîfeyan
YRJ û YRA li dijî biryara Îranê ya darvekirina rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin: “Bi pênûs û kamerayên xwe em ê bibin dengê Pexşan û Şerîfeyan.”
-

Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
Li Wanê di serdegirtina malan de Hevserokên Giştî yên DEM’ê Gulşen Kûrt û Veysî Dîlekçî jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
-

Îsraîl li Xezayê sûcê mirovahiyê pêk tîne
Li Xezaya ku êrişên Îsraîlê li ser bê navber dewam dikin, mafên bingehîn ên jiyana mirovan tên binpêkirin. Bi mehan e binesazî tên xirakirin û çavkaniyên ava paqij têne bombekirin.
-

KBDH: Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşî li darvekirinan bigrin
KBDH biryarên darvekirinê yên rejîam Îranê şermezar kir û got: “Ji bo Şerîfe Muhamed û Pexşan Ezîzî bidin jiyîn, bi berzkirina dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' em hêza veguherîner a jinê nîşan bidin, em deng û hêza xwe li kolanan bikin yek.”
-

Di hezaza li Hindistanê de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê ji ber hezaza ku çêbûye, herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Ji Îtalyayê piştgiriya ji bo kampanyaya TAJÊ
Saziya Îtalya ya bi navê “Verso il Kurdistan Association” ragihand ku beşdarî kampanyaya TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ bûne.
-

Pêşnûmeya ku qetilkirina ajalan pêşbînî dike bû qanûn
Pêşnûmeya ku qetilkirina ajalên bêxwedî pêşbînî dike, bi dengên AKP-MHP'ê bû qanûn.
-

Zubeyde Esûl a namzetiya wê hat betalkirin: Wê têkoşîna me bidome
Gelê Cezayîrê xwe ji bo hilbijartinên serokatiya ya 7’ê Îlonê were lidarxistin amade dike. Hikûmeta Cezayîrê namzetiya Seroka Partiya Yekîtiyê Zubeyde Esûl a yekem jin e ku xwe wek namzet nîşan daye, red kir.
-

Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li Wanê de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
-

Bîr û Fermana 74’an – 5
Endama Meclisa Jin a gundê Dîgure Şêrîn Şengalî behsa Dayê Erzan a ku di fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê bi hovane hat qetilkitin kir û da zanîn ku Dayê Erzan di nav civaka Êzidî de weke koçekek dihat dîtin.
-

Hunermendên yên li Colemergê di dawetan de hatibûn binçavkirin hatin girtin
Hunermendên herêmî yên ku li Colemêrgê di dawetekê de stranên Kurdî gotin, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.
-

Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, ev saleke bi biryardariyek xurt didome. Çalakî bi dewirgirtina koma 74’emîn berdewam dike.
-

Li Lîbyayê 12 rayedarên ji lehiyê berpirs hat dîtin hatin girtin
Di doza ku têkîldarî hilweşîna ji ber lehiya piştî bahoza Danîel a li Lîbyayê pêk hat de, ji 9 salan heta 27 salan cezayê girtîgehê li 12 rayedaran hate birîn.
-

Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 39 hezar û 363
Hejmara kesên di êrişên Îsrailê ya li ser Zivala Xezaya ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 39 hezar û 363 kesan.
-

Tulay Hatîmogûllari bi cotkaran re hat cem hev
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya bi cotkaran re hatiye cem hev polîtîkayên desthilatê yên çandiniyê rexne kir û got: “Divê em hemû polîtîkayên vê desthlatê serûbin bikin.”
-

Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê banga rêxistinbûnê
Meclisa Jinan a DEM Partî ya Wanê ku di çarçoveya kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em bi rêxistin in” konferansek li dar xist. Li dijî feraseta mêr-dewletê banga bilindkirina têkoşînê kir.
-

Li Colemêrgê bi ser dawetan de girtin
Li Colemêrgê di serdegirtina 3 dawetan de gelek welatiyên ku di nav de hunermend û kameramanên herêmê jî hebûn hatin binçavkirin.