rojane
-

Rojnameger Dîna Galîbaf ji hevalên xwe yên girtîgehê re nameyek nivîsand
Rojnameger Dîna Qalîbaf ku demekê li gel Nesîm, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî li Girtîgeha Êvînê ma, nameyek nivîsand û tê de serpêhatiyên xwe vegot.
-

Hevşaredarên jin li Wanê li hev civiyan
Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê li Wanê li komxebatê hatin cem hev. Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllarî diyar kir ku ew ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn model in û bi vê hişmendiyê dê bixebitin.
-

YPJ’ê zarokek û du jinên Êzidî rizgar kir
YPJ’ê ragihand ku zarokek û du jinên Êzidî rizgar kirine.
-

Fermana 3'ê Tebaxê li Şehbayê hate bi bîranîn
Yekîtiya Jinên Êzidî Rojava li Şehbayê bi boneya salvegera komkujiya Şengalê daxuyanî da.
-

NADA: Li dijî cezayên darvekirinê em ê bê deng nemînin
NADA bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên li Îranê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî hatine birîn da û diyar kir ku ew ê li dijî cezayên darvekirinê em ê bê deng nemînin.
-

Li Pîranê 7 kesên govend digerandin hatin binçavkirin
Li navçeya Pîranê 7 welatî bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binçavkirin.
-

Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin derket
Hejmara Newaya Jin a meha Tebaxê di çarçoveya Fermana 74'an, 15'ê Tebaxê, berxwedana parastina cewherî, ekolojîk û gelek mijarên din de bi xwînerên xwe re hat ba hev.
-

'Govend dîrok, berxwedan û nasnameya Kurdan e'
Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrîn-Şehba li dijî binçavkirinên dewleta Tirk ên ciwanên ku gonvendê gerandinê daxuyanî da û got: “Govend dîrok, berxwedan û nasnameya Kurdan e. Bi sedsalan e li Mezopotamyayê govenda azadiyê tê gerandin.”
-

Çalakvanên Mexmûrê: Em hêz û wêrekiya xwe ji Rêber Apo digrin
Jinên Wargeha Mexmûrê yên beşdarî Çalakiya Nobetê bûn, balkişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşîn û serkeftinê mîsoger bikin.”
-

Bîr û Fermana 74’an – 7
Di êrîşa li ser Şangalê de gelek serpêhatiyên ku mînakên wan kêm in hene. Jinên ku di fermanê de ketin destên çeteyên DAIŞ’ê; her yek ji wan xwedî serpêhatiyeke ku nayê jibîrkirin e.
-

Human Rights Watch: Tirkiye piştgiriya sûcdaran dike
HRW`ê destnîşan kir ku pêşwazîkirina “berpirsên sûcên herî hovane” yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ji aliyê rayedarên Tirk ve, paşguhkirina hesabpirsîn, edalet û aramiya li herêmê ye.
-

Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê jî di nav de ji bo 11 kesan daxwaza girtinê
Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 11 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
-

MKG û DFG: Li dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikin
MKG û DFG’ê bi daxuyaniyeke hevpar biryara darvekirina rojnameger Pexşan Ezîzî ya rejîma Îranê şermezar kir, bang li rejîmê kirin ku tavilê Ezîzî were berdan û bang li her kesê kir ku li dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikin.
-

ÎHD’ê li dijî cezayê darvekirinê li ber sefaretxaneya Îranê çalakî li dar xist
ÎHD’ê bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên Îranê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê birî da û ev bang kir: “Dawî li cezayên darvekirinê bînin.”
-

Jinên Kurd wê li gelek bajarên Ewropa çalakî li dar bixin
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropa û Konseya Meclîsa Jinên Êzidî, wê li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ çalakiyan li dar bixin.
-

DEM Partî û TJA: Ji bo aştiyê pêwistî bi hevdîtina bi birêz Ocalan re heye
Şandeya DEM Partî û TJA’yê derbarê serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyanî dan, bal kişandin yekîtiya netewî û wiha gotin: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê li gel birêz Ocalan dest bi hevdîtinên aştî û demokrasiyê were kirin.”
-

Meclîsa Jinan a PYD’ê têkildarî Fermana 74’an komxebatek li dar xist
Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê, komxebatek bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê di bin dirûşmeya “Bi îradeya jina azad em ê qirkirin û dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên Şoreşê biparêzin” li dar xist.
-

Li Semsûrê wesayîta karkerên tekstîlê qeza kir
Li navçeya Sincikê du wesayîtên ku karkerên tekstîlê hildigirt, qeza kir. Di qezayê de 13 kes birîndar bûn.
-

Di hezaza Hindistanê de 148 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên ku di hezaza axê ya li pey hev li başûrê Hindistanê rû dayî de jiyana xwe ji dest dane giha 148 kesan.
-

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 299’an de ye
Artêşa Îsrailê di roja 299’emîn a êrişên xwe yê li ser Zivala Xezayê de jin û zarokan hedef girt. Di êrişên ji 7’ê Cotmehê heya niha de 39 hezar û 618 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 91 hezar û 223 kes jî birîndar bûn.