rojane
-

‘Armanca Zeyneb Celaliyan bi jinên azad re avakirina civaka azad bû’
Dahûnera siyasî Bawan Bîstun destnîşan kir ku tekoşîna Zeyneb Celaliyan ji aliyê jinan ve gelek giring e û bi tekoşîna xwe Zeyneb Celaliyan li hemberî hemû cihêkariyan sekiniye û destnîşan kir ku bi jinên azad re avakirina civaka azad bû.
-

Şengalî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dûa kirin
Şengalî, di salvegera 10’yemîn a Fermanê de li qadên ku pîroz dibînin kom bûne, kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin bibîr anîn û di saet 10:00’an de jiyan rawesta û ji bo kesên îxanet kirine werin cezakirin dûa kirin.
-

Endamên Mala Êzidiyan: Em ê hemû jinên Êzidî rizgar bikin
Endamên Mala Êzidiyan ya bajarê Hesekê teqez kirin ku jinên Êzidî yên ji pencên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne ji bo xwe, nasname û hebûna xwe biparêzin beşdarî avakirina Şengalê bûne.
-

‘Ji bo ez giliya xwe paş ve bikşînim zextê dikin’
Dayik Adîle Guler a ku bertek nîşanê 15 sal ceza dayîna Necat Sevînç ê ku Makbule Sevînç qetilkir, diyar kir ku ji aliyê malbata kiryar ve ji bo giliya xwe paş de bikşîne rastî gefan tê û bi zextan re rû bi rû dîmîne.
-

Fermana 74’an li Şehbayê hat bibîr anîn
Ciwanên Êzdî yên Efrîn-Şehba bi boneya salvegera komkujiya Şengalê li kantona Şehbayê çalakiyek bîranînê li dar xistin.
-

Rastiya Fermana 74’an û têkoşîna jinên Êzidî - Analîz
Bila îro dilê me li Şengalê ji bo tevahî jinên dîlgirtî, yên hatin firotin, kuştin û îro rizgar dibin lêbide. Bila dilê me di sînga her zarokekî Êzidxanê de lêbide.
-

‘Netewa demokratîk wê civakek azad ava bike’
Jinên li navçeya Til Rifet ku beşdarî hemleya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin wiha dibêjin: “Projeya netewa demokratîk wê kapîtalîzm û desthilatdariyê bihelîne û civakek azad ava bike.”
-

‘Dewleta Tirk û PDK’ê zemînê fermaneke nû ava dikin’
Hevseroka Desteya Xwecihî Felek Yusif bi salvegera fermana Şengalê re bal kişand ser xeteriyên ku li ser Êzidiyan berdewam dikin: “Çeteyên beriya 10 salan ferman pêkanîn, îro bi hevkariya heman hêzan li Başûrê Kurdistanê ne.”
-

Kesên di Fermana 74’an de hatin qetilkirin li Qamişlo hatin bibîr anîn
Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna 10’emîn salvegera fermana 74’an, li çarxerêyên bajêr mûm vêxistin.
-

Hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbatê re hate qedexekirin
Li rojnamevan, çalakvan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ku nêzîkî salekê ye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, eşkere bû ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hat qedexekirin.
-

NY: Îsal li Yemenê 158 hezar kes ji lehiyê bandor bûn
Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya Yemenê ragihand ku tenê îsal li Yemenê ji ber lehiyê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî birîndar bûne û bi giştî 158 hezar kes ji lehiyê bandor bûne.
-

Li cihê komkûjî lê pêk hat pêşangeha Fermanê
Komek ciwanên Êzidî, li gel malbatên ku hîn zarokên wan di destê DAIŞ’ê de ne li sûka kevin a Şengalê ku DAIŞ wêran kiriye, pêşengeheke ji wêneyên qurbaniyên fermanê vekirin.
-

TUİK: Di sala 2023’an de 537 hezar û 583 zarok tevlî bûyeran bûne
TUÎK'ê ragihand ku hejmara bûyerên zarokan ên hatine 'yekîneyên ewlekariyê' di sala 2023’an de 537 hezar û 583’ ye.
-

KJAR: Divê gelê me yê Êzîdî hîn bêhtir xwe rêxistin bike
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 10’emîn salvegera komkujî û Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2013’an daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga hîn zêdetir rêxistinbûnê kir.
-

YPJ’ê: Rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîl girtî wê erka me be
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê pêk hat daxuyaniyekê niviskî weşand û got: “Heya ku jinekê Êzidî di bin esaretê de be wê rizgarkirina wan erka me be.”
-

Li Elmanyayê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Munchenê ya Elmanyayê bi pêşengtiya Komîteya Gaziyan biryara darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî Şerîfe Muhammedî hat protestokirin.
-

Rapora DFG’ê: Li 9 rojnamegeran 51 sal cezayê girtîgehê hate birîn
DFG’ê rapora meha tîrmehê de diyar kir ku 6 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin, li 9 rojnamegeran bi giştî 51 sal cezayê girtîgehê hate birîn û ji bo 341 nûçeyan biryara astengkirinê hatiye dayin.
-

Li Tirkiyeyê ketina Instagramê hat astengkirin
Tirkiyê ketina platforma medyaya dîjîtal ya Instagramê asteng kir.
-

‘Xezaya di nav şerê qirkirinê de veguherî herema karesatê’
Midûriyeta Giştî ya Ofîsa Medyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber rêgiriya Îsraîlê mirov birçî tên hiştin, destnîşan kir ku ji ber têr nexwariniyê 35 kes jiyana xwe ji dest dane û got: “Xeza veguherî herema karesatê.”
-

Li Idliba dagirkirî karkirina jinan bi awayekî pratîkî qedexe ye
Jinên ku li Idlibê dizewicin ji bo dev ji karê xwe berdin ji aliyê mêrên xwe ve rastî zextan tên. Lêkolînerê Civakî Delal El-Harakî diyar kir ku divê li dijî cudakariya zayendî di nava civakê de çalakiyên hişyarkirinê bên lidarxistin.