Li Lîbyayê 12 rayedarên ji lehiyê berpirs hat dîtin hatin girtin

Di doza ku têkîldarî hilweşîna ji ber lehiya piştî bahoza Danîel a li Lîbyayê pêk hat de, ji 9 salan heta 27 salan cezayê girtîgehê li 12 rayedaran hate birîn.

Navenda Nûçeyan - Di lehiya bahoza Daniel ya Îlona 2023an de 12 berpirsên Lîbyayê ji ber rola wan di hilweşîna bendava ku bû sedema mirina zêdetirî 4 hezar kesan, ji 9 salan heta 27 salan cezayê girtîgehê li 12 rayedaran hate birîn.

Hemû taxên bajarê Dernayê di bin avê de man û xebatên valakirinê têk çûn. Rayedarên ku di encama dozê de hatin cezakirin, ji rêvebirina çavkaniyên avê û bendavan berpirsyar bûn. Karbidest jî bi tawanên wek xemsarî, kuştina bi plan û îsrafkirina pereyên gel hatin tawanbar kirin.

Di dema bahoza Daniel de barîna baranê li beşên peravên bakur-rojhilatê Lîbyayê pêk hat ku di heyama 24 saetan de zêdetirî 400 mm baran barî. Navenda Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku barîna baranê rekorek nû ye.