rojane
-

Derçûyên zanîngehan daxwaza mafên xwe kirin
Yekemînên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê li dijî tayînnekirinê xwepêşandan li dar xistin û diyar kirin ku ji ber bêdengiya hikûmetê wê li seranserê welat xwepêşandanan li dar bixin.
-

Çalakiya Emîne Şenyaşar li ber Meclisê berdewam dike
Nobeta Edaletê ya Emine Şenyaşar a li ber meclisê di roja 14’an de berdewam dike. Emine Şenyaşar got: “Lawê min berdin, ez herim mala xwe.”
-

Aktîvîsta Avhewayê di protestoya li dijî Îsraîlê de hat binçavkirin
Aktîvîsta Avhewayê Greta Thunberg di çalakiya protestoyî ya li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku li Zanîngeha Kopenhagê hat lidarxistin de hat binçavkirin.
-

Li Şengalê pirtûkxaneyek hat vekirin
Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li Xanesorê pirtûkxaneya Şehîd Vejîn vekirin. Ev dibe yekemîn pirtûkxane ku li Şengalê tê vekirin ku cih dide pirtûkên dîrokî, çandî, felsefî û hunerî.
-

Li Iraqê di nava 6 mehan de 327 bûyerên êrîşa zayendî çêbûne
Li gorî rapora beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, di nava 6 mehan de 421 bûyerên êrîşa zayendî û tundiyê li Iraqê çêbûne.
-

Jinan li dijî Talîbanê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin
Komek jinên parêzvanên mafan kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin û bang li civaka navnetewî kirin ku ji bo li Efganistana ku dibin kontrola Talîban de mafê jinên hê zêdetir neyê binpêkirin bikevin nava tevgerê.
-

Ji ber nerazîbûnan nîqaşa li ser guhertina Zagona Rewşa Kesane hate taloqkirin
Duh Parlementoya Iraqê civiya, dihat payîn ku di rûniştina dûyem li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bê kirin. Lê ji ber nerazîbûnên beşek ji parlementerên Sune, Kurd û Şie civîn hate taloqkirin.
-

Jinên Cezayirî xwe ji hilbijartinan re amade dikin
Jinên Cezayîrê ji bo hilbijartina serokomariyê ku tê plankirin 7’ê Îlonê pêk were, ji semîner, civîn, xebatên li taxan bigre heta kampanyayan, ji bo jin di warê siyasî de bi hêz bibin di gelek waran de dixebitin.
-

Gula ku li ser koka heqîqetê şîn dibe: Gulistan Tara
Jiyan bi te re bi têkoşîna te û bi lêgerîna heqîqeta te re xweşik dibe. Gul û Gulistan vediguherin gulşeniyê. Bila Gulşena min neçilmise, bila hemû gul bi cimbuşa rengan wek te belavê jiyanê bibin.
-

Mîdiya Ehmed: Hedefgirtina jinên rojnamevan rola wan a girîng nîşan dide
Rojnamevan Mîdiya Ehmed teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Silêmaniyê û hedefgirtina jinên rojnamevan rola wan a girîng nîşan dide û got ku divê her kes li dijî bêdengiya Iraqê nerazîbûnê nîşan bide.
-

‘Li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirinên eşkere pêk tên’
Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma destnîşan kir di nava bêdengiyê de binpêkirinên eşkere yên dijmirovî li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û daxwaz kir ku hêzên navneteweyî fişarê li Tirkiyeyê bikin.
-

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2'yemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Têkoşîna me şoreşa jinan û avakirina Sûriya demokratîk e" Konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist.
-

Di êrîşa dewleta Tirk de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Endamê Rêxistina CPT ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Sîdekanê ya Kurdistana Federe de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.
-

Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 81’emîn û bi biryardariyek xurt didome.
-

TAJÊ: Pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane bi temamî siyasî û plankirî ye
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hember Zagona Rewşa Kesena ku Parlamentoya Iraqê dixwaze hin guhertin çêbike û tundiya li ser jinan rewa bike, daxuyanî da û diyar kir ku ev zagon domandina qirkirina jinan e.
-

Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 13’an de ye
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 13’an de berdewam dike.
-

MKG’ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a Tebaxê eşkere kir
MKG’ê rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir û diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran zêde bûne.
-

Wê rûniştina duyem a parlementoya Iraqê li ser Zagona Rewşa Kesane be
Hat ragihandin ku wê îro Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya asayî li dar bixe. Li gorî bernameya civîna îro, wê rûniştina duyem li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bê kirin.
-

Rejîma Îranê ceza da jineke Kurd
Rejîma Îranê bi hinceta ‘Alîkarî daye hizbek muxalefetê ya Rojhilatê Kurdistanê’ 8 meh cezayê girtîgehê da jina Kurd a bi navê Hetaw Ekremî.
-

Li Îranê 15 jê jin zêdeyî 400 kes hatin darvekirin
Koma Pisporên Serbixwe ragihand ku li Îranê îsal 15 jê jin zêdeyî 400 kes hatin darvekirin.