rojane
-

Jinên Efgan li dijî qedexeya Talîbanê kampanya dan destpêkirin
Talîban ‘di nav civakê de bi dengekî bilind’ axaftina jinan qedexe kir. Jinên ji Efganistanê li dijî qedexeya Talîbanê kampanyaya stran gotinê dan destpêkirin.
-

WHO: Ji 36 nexweşxaneyên li Xezayê 17 jê bi qismî xizmetê dide
Rêvebirê Rewşa Lezgîn a Cîhanê ya WHO Mike Ryan ragihand ku li Xezeyê ji 36 nexweşxaneyan 17 ji wan qismî xizmetê didin.
-

Werîşe Mûradî: Jin dê felsefeya ‘Jin jiyan Azadi’ li cîhanê belav bikin
Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî beriya danişîna xwe ya 28’ê Tebaxê nameyek nivîsî û diyar kir ku ew ji bo jinên têdikoşin derdikeve dadgehê û got: “Dê jin şêwe bidin dîroka vî welatî û felsefeya ‘Jin jiyan Azadi’ li cîhanê belav bikin.
-

Ji bo derzîlêdanê dê li Xezayê pevçûn bi demkî rawestin
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê piştî ku li xezayê bûyerên felca zarokan tesbît kir dê ji 1’ê Îlonê pê ve ji bo derzîladanê hinek navber ji pevçûnan re were dayîn.
-

‘Divê jin û zarokên keç ên zirarê ji erdhejê dîtine werin parastin’
Seroka Federasyona Kombenda Mafên Jinan a Marakeşê Asfî Senaa Ziêmî ji bo xurtkirina awayên parastina qanûnî û civakî bang kir ku jin û zarokên keç ên zirar ji erdheja El Hewz dîtine werin parastin.
-

‘Wê êriş nikaribe pêşiya îradeya jinan bigire’
Endama Koordînasyona Kongra Star, Jiyan Hisên êrişa li Qamişlo pêk hat şermezar kir û got: "Hedef girtina jinan di van êrişan de planeke bi zanebûn e. Lê wê êriş nikaribin pêşiya îradeya jinan bigire.”
-

‘Ji bo têkoşîna hevpar pêwîstî bi konfederalîzma jinan a cîhanî heye’
Rêvebera kantona Minbicê Meryem çalakiyên piştî qetilkirina bijîşka li Hindistanê nirxand û diyar kir ku li dijî desthilatdariya mêr pêwîstî bi konfederalîzma jinan heye.
-

Gulîstan Tara bi girseyî hat weşartin
Rojnameger Gulîstan Tara Elîh ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li Silêmanî de hatibû qetilkirin bi girseyeke qelebalix bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate weşartin.
-

Li ser zaroka hatibû revandin û xwe xilas kiribû gef didomin
Li Amedê zaroka ku ji aliyê mêrê bi navê D.Y. ve hatibû revandin, ji cihê ku lê girtî bû reviya. Zarok di îfadeya xwe de anî ziman ku tundî tecawiz lê hatiye kirin, dayik N.D. jî destnîşan kir ku malbata kiryar dixwaze bi ‘zewacê’ li ser bûyerê bigire.
-

24 salên bi têkoşîn: Gulistan mînak bû
Rojnamevan Nalîn Dîcle ya ku Gulistan Tara ji nêz ve nas dike, behsa jiyan û têkoşîna wê kir. Nalîn Dîcle ya got “Gulistan mînak bû” anî ziman ku li dijî hedefgirtina her du rojnamegeran ji bo ji hesab bê pirsîn têkoşînekê mezin divê.
-

Cenazeyê rojnameger Gulistan Tara li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
Cenazeyê rojnameger Gulîstan Tara ya di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Silopiyayê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
-

Kesên di teqîna Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
Endama Kongra Star Xalîda Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman yên di teqîna duh a li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin oxirkirin.
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 80’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya 406’emîn de bi dewirgirtina koma 80’emîn didome.
-

Nobeda Edaletê di roja xwe ya 8’emîn de ye
Emîne Şenyaşar di roja 8'emîn de li ber Parlamentoya Enqereyê Nobeda Edaletê berdewam kir.
-

Kongra Star êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Kongra Star ya kantona Efrîn-Şehba li dijî bûyera ku duh li Qamişlo pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.
-

Werzîşvan Marzieh Hamîdî ji bo jinên Efganistanê piştevanî xwest
Tekvandovana Efganistanê Marzieh Hamidî bi dîmenê ku li ser medayaya dijîtal parvekir bang li her kesê kir ku li dijî polîtîkayên dijî jinan yê Talîbanê dengê xwe derbixin.
-

Gelê Kobanê li dijî êrîşa li ser Qamişlo meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrîşa li ser bajarê Qamişlo ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat daketin qadan. Jinan teqezkirin ku ew ê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî hemû şêwazên qirkirina jinan têbikoşin.
-

Jinên Efrîqa qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir û diyar kir ku li dijî zilm û zarodariyê ji bo ragihandina rastiyê wê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşînê bikin.
-

Cenazeyê rojnemavan Gulistan Tara ber bi bakûrê Kurdistanê ve bi rê ket
Piştî 9 rojan îro cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara hate wergirtin û bi merasîmek girseyî destpêkê ber bi Komapanya Çetir ku lê kar dikir ve bi rêket û piştre wê ber bi Bakurê Kurdistanê ve were şandin.
-

Hêzên Rûsyayê bi panzêrê pê li jinekê kirin
Şêniyên Çilaxa ya kantona Cîzîrê vê sibehê bi çalakiyekê nehiştin hêzên Rûsyayê artêşa Tirk dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin. Di çalakiyê de hêzên Rûsyayê panzêrekê pêl li jinekê kirin.