rojane
-

5 girtiyên jin ên li girtîgeha Evîn îfade nedan dozger
Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî, ragihand ku dozgerê giştî yê girtîgeha Evînê xwest îfadeyên 5 girtiyên siyasî û çalakvanên mirovan ên jin bigre lê her pênc jinên girtî daxwaza dozgerê giştî red kirine û îfade nedane.
-

‘Şerîfe, di nava çîrokên bêhêvîtiyê de, hêvî û kelecanê dide jiyanê’
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan ya Lakan têkildarî rewşa Şerîfe Mihemedî ragihandin ku di çîroka bêhêvîtî û êşê de Şerîfe Mihemedî bi gavên hişk û dengekî wêrek, hêvî û kelecanê dide jiyanê, xwendin û nivîsandinê fêrî kesên din dike.
-

Di êrîşa dewleta Tirk de jinek û 2 zarok birîndar bûn
Artêşa Tirk û çeteyên wî malek li gundê Tinebê yê bajarê Şerayê topbaran kir. Di encamê de jinek û 2 zarok birîndar bûn.
-

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber meclisê didome
Emîne Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê di roja 19’an de li ber meclise didomîne, xwest ku kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.
-

Jinên Suweydayê li dijî qetilkirina jinan meşiyan
Jinên Suweydayê bertek nîşanî qetilkirina jinan ya di bin navê namûsê da û daxwaz kirin ku ji bo parastina jinan zagonek were derxistin.
-

Narîn Guran hate definkirin
Cenazeyê Narîn Guran a ku piştî 19 rojan hate dîtin, li taxa Çuliye ya Rezana Amedê hatî qetilkirin hate definkirin.
-

Çalakiyên li Hindistanê belavî 25 welatan bûn
Piştî tecawiz û qetilkirina bijîşka stajyer li bajarê Kolkata yê Hindistanê, gelek welatan ev sûc şermezar kirin û ji 25 welatan bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza edaletê kirin.
-

Hejmara Îlon-Cotmehê ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi berga "Em bi Tolhildana Şoreşgerî Sîstema Qirkirinê Bişkînin û Bi Rêbertiya Azad ber bi Şoreşa Jinê ve Bimeşin" derket.
-

Berteka li dijî êrişan: Divê em hemu xwedî helwest bin
Rojnamevan Hewar Mihemed êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Dewleta Tirk bê cûdahî êrişî gelê Kurd dike. Divê li dijî van êrişan em hemû bibin xwedî helwest.”
-

‘Têkoşîna rojnamegerên ku bi ruh û can xebitîn wê bidome’
Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên şermezar kirin û diyar kirin ku têkoşîna rojnamegerên ku ji bo heqîqetê ked dane wê ji aliyê şopdarên wan ve bidome.
-

Ji Amedê berteka li dijî qetilkirina Narînê: Em ê bêdeng nemînin
Jinên Amedê bertek nîşan bûyera Narîn Guran ku piştî 19 rojan bi awayek qetilkirî hatî dîtin dan û gotin: “Ên ku me qetil dikin ne lawir in, mêr in. Ji bo ev hovîtî berdewam neke divê her kes rabe ser lingan.”
-

Zelal Ceger: Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi diyalogan pêkan e
Endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelal Ceger kriza li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku derbasbûna aloziyan bi diyalogan pêkan e.
-

Li kampên Idlibê yê dagirkirî ava vexwarinê nemaye
Jinên ku li kampên Idlibê yên dagirkirî bi cih bûne, bal kişandin ser zehmetiyên ku ji ber qutkirina alîkariyên bêpere yên avê yê rêxistinên navneteweyî dijîn û bang kirin ku ji nû ve piştgiriya avê bê dayîn.
-

Navenda Karên Jinan di nava şerê li Xezayê de dixebite
Li Zîvala Xezayê ku êrişên Îsraîlê lê berdewam dikin Navenda Karên Jinan bi 8 jinên profesyonel re di nava şert û mercên herî giran ên şer de xebatên xwe dide meşandin. Etemad Kamel Washah got: “Ger em niha nexebitin em ê kengê bixebitin.”
-

‘Tenê diyaloga navxweyî dikare aloziyê çareser bike’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Xalîde Botî tekez kir ku ji bo parastina xaka Sûriyeyê ji êrîş û dagirkeriyê divê hikûmeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re dest bi diyalogê bike bi wê yekê alozî dikare bi dawî bibe.
-

‘PDK yekser êrişî şoreş çand û hunera jinan dike’
Endama komîteya amadekar a 2’yemîn Mihrîcana Şehîd Berçem Şêrîn Şêx Xidir bertek nîşanî astengkirina PDK’ê ji derbasbûna 2 hunermendên jin da û got: “Em ê bi pêşandan û geşkirina hunera xwe bersiv bidin êrîşên qirkirinê û siyaseta tê meşandin.”
-

Em hemû Şerîfe û Pexşan in – ANALÎZ
Siyaseta meleyan a me qala wê kir jî ev e û mirovan bi tayê pembû dixeniqîne. Werin em hemû bi hev re bibêjin em hemû Şerîfe ne em hemû Pexşan in û bi darvekirina wan em hemû tên darvekirin û gere em jiyana xwe biparêzin.
-

Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 416’emîn de bi dewirgirtina koma 82’emîn didome
-

Du jinên girtî yên li girtîgeha Evînê li dijî binpêkirinan dest bi grevê kirin
Rojnameger Serunaz Ahmet ku li Girtîgeha Evînê girtî ye ji ber destura muayeneya bijîjk nehat dayîn dermanên xwe bikar nayne, girtiya siyasî Paryuş Muslimî jî ji ber qedexeya hevdîtina bi malbatê re dest bi greva birçîbûnê kir.
-

Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî li Amedê hat şermezarkirin
TJA, DBP û DEM Partî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî bi meşê protesto dikin.