rojane
-

Îsraîl ji Cenînê vekişiya û wêraniyeke mezin li pey xwe hişt
Artêşa Îsraîlê ji bajarê Cenîn û kampa penaberan a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî vekişiya û wêraniyeke mezin li pey xwe hişt. Neteweyên Yekbûyî ev hefte weke 'hefteya herî kujer ji bo sivîlên li Şerîa Rojava dijîn' nirxand.
-

Duyemîn mihrîcana Şehîd Berçem bi meşa hûnerî destpê kir
Mihrîcana şehîd Berçem ya çand û hûnerî a jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dewreya xwe ya duyemîn, di roja xwe ya yekê de destpê kir.
-

KE, DMME û CPT bersiv da nameyên 69 xelatgirên Nobelê
KE, DMME û CPT bersiva nameyên Profesora Zanîngeha Bergenê Kariane Westrheim ku Westrheim li ser navê 69 xelatgirên Nobelê yên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû dan.
-

Dewleta Tirk di 3 rojan de yek jê zarok 7 kesan qetil kir
Dewleta Tirk di nava 3 rojan de li Başûrê Kurdistanê yek jê zarok 7 welatiyan qetilkir.
-

MKG û DFG: Em ê serhildana xwe ya li dijî zextan dewam bikin
MKG û DFG'ê bi munasebeta 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em ê dengê kevneşopiya çapemeniya azad bilind bikin û em ê serhildana xwe ya li dijî zextan dewam bikin.
-

Di Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
-

Kampên li Xezayê gef li tendirûstiya mirovan dixwe
Hîdaya Hasaneyn a li kampa başûrê Xezayê dijî got: “Em hêdî hêdî dimrin” û diyar kir ku jiyana di konan de gelek zehmet e. Her wiha destnîşan kir ku di konên ji bo 7 kesan de 16 kes dimînin û gelek nexweşî xwe didin der.
-

Konferansa Jineolojî ya Mexmûrê encama xebata kolektîf a jinan bû - ÇAVDÊRÎ
Perspektîf û biryarên ku di konferansê de derketin ji bo pêşvebirina xebatên li Wargehê her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê gelekî girîng û bi nirx bûn.
-

‘Bi rêxistinkirina hevjîn û zarokên şehîdan erka me ye’
Rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid xebatên xwe yên meclisê nirxand û got: "Ji bo zarok û hevjînên şehîdan bibin xwedî pêşerojeke azad, em dixebitin. Birêxistinkirina hevjîn û zarokên şehîdan erka me ya sereke ye."
-

Jinên Mexmûrê: Li dijî tecrîdê divê em têkoşînê mezin bikin
Jinên Wargeha Mexmûrê, balkişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku li dijî tecrîda girankirî divê di her milî de jin û gelên azadîxwaz di nav têkoşînekê mezin de bin.
-

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome
Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê ya li Meclîsê berdewam kir û got, "Delîl veşartin. Halîl û malbata wî kujer in, diz in, her kes vê yekê dizane."
-

Li Tûnisê jinan li ser avakirina torekê hevpar a têkoşînê nîqaş kirin
Komeke ji rêxistinên mafên mirovan û komeleyên jinan toreke ku erka wê parastina azadî û mafên sivîl û siyasî yên Tûnisî ye, dixwazin Tora Tûnisê avabikin.
-

Jinên ciwan li Reqeyê li ser tundiyê panel li dar xistin
Ji bo rûbirûbûna her cure tundiya li ser jinan, Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê paneleke diyalogê ji bo pêşniyarkirina çareseriyên radîkal li dar xist.
-

Bezvana maratona Olîmpiyadê ya Uganda Rebecca Cheptegei hate qetilkirin
Bezvana maratona Olîmpiyadê ya Uganda Rebecca Cheptegei, di encama êrîşa hevalê xwe yê mêr ê binavê Dîckson Ndiema Marangach de jiyana xwe ji dest da.
-

Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
Wesayîta karkerên çandiniyê yên demsalî yên ku ji Wêranşarê diçû Orduyê qeza kir. Di qezayê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.
-

Rojnamegera Îranî Sara Tavusî bi guman jiyana xwe ji dest da
Rojnamegera Îranî Sara Tavusî piştî wêneyê kurê Alîkarê Serokkomarê Îranê Reza Aref ê beşdarî civîna hikûmetê bû kişand bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.
-

Jinên Misrî: Divê di nav tevgerên jinan de tor bên avakirin
Jinên Misirê diyar kirin ku têkoşîna ji aliyê tevgerên femînîst ve di asta herêmî û neteweyî de bandoreke girîng dike û wiha gotin: “Jin xwedî fikir, dîtin û tecrubeyên îlhamê ne. Divê di nava tevgerên jinan de tor bên avakirin.”
-

Îmzeyên ji bo Pexşan û Şerîfe hat komkirin ji 14 rêxistinan re hatin şandin
YRJ îmzeyên ku li dijî cezayên darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî di kampanyaya “Na ji darvekirinê de” de kom kiribûn, ji 14 rêxistinan re şand.
-

Ji Dêrazorê biryardariya jinan: Dê meşa me ya azadiyê bidome
Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şahrazad Al-Cassim bertek nîşanî êrişên hikûmeta Şamê û Dîfa El Wetanî ya li dijî Dêrazorê da û got: "Li dijî polîtîkayên bêîstiqrarkirinê yên hikûmeta Şamê wê meşa me ya azadiyê bidome."
-

TJK-E li pêşiya NY’yê starta kampanya 'Tîrêjên Rojê' da
TJK-E starta kampanya 'Tîrêjên Rojê' ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ de li pêşiya NY da destpêkirin. Ji bo kampanya ku dê heta 12’ê Cotmehê dewam bike, banga xwedî derketinê hate kirin.