rojane
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 40 hezar û 939’an
Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 40 hezar û 939’an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 616’an.
-

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xist
Jinên beşdarî Konferansa Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bûn gotin ku jin di qada siyasî de xwedî roleke girîng in û diyar kirin ku bi keda jinan wê Sûriyeya demokratîk û wekhev were avakirin”
-

Mihrîcana Şehît Berçem didome: ‘Hêza’ hat temaşekirin
2’yemîn Mihrîcana Şehîd Berçem a li Kobanê tê li darxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi temaşekirina belgefilîma Hêza destpê kir.
-

Xizmên Windayan ji bo Mehmet Sîncar daxwaza edaletê kirin
ÎHD û Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya vê hefteyê de ji bo parlementerê Partiya Demokrasî (DEP)’ê Mehmet Sincar ê dema serdana esnafan dikir hat qetilkirin, daxwaza edaletê kir.
-

Di êrişa dewleta Tirk de 2 jin û zarokek birîndar bûn
Di êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê de zarokek û 2 jin birîndar bûn.
-

Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1015’an de ye
Dayikên Şemiyê di hefteya 1015'an a çalakiya xwe de, ji bo Kenan Bîlgîn ê ku dibin çavan de hatî windakirin daxwaza edaletê kirin û carek din pirsîn; ‘Kenan Bîlgîn li ku ye?’
-

Foruma “Rejîma Heqîqetê” li Reqayê dest pê kir
Li Zanîngeha Şerq a Reqayê foruma diyalogê ya têkildarî "Rejîma Heqîqetê" dest pê kir. Di forumê de ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 3 beşan de were nîqaşkirin.
-

Li Xezayê di nava 24 saetan de bi dehan Filistinî jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên dijwar ên ku Îsraîlê roja înê di saetên sibehê de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê pêk anî de, bi dehan Filistîniyên ku di navbera wan de jin û zarok hebûn, jiyana xwe ji dest dan.
-

Bi îsrara xwe bû yekem jina ku li Lîbyayê neştergeriya hestiyan dike
Rende Fewzî El-Dixêlî ji beriya 25 salan ve neştergeriya hestiyan dike xwe bi pêş xist û bû yekem jina ku neştergeriya hestiyan li Libyayê dike.
-

Komeleya Ewraq El-Hinaa di warê aborî de piştgirî dide jinan
Seroka Komeleya Ewraq El-Hinaa diyar kir ku xebatên wan ên bingehîn jinan di warê aborî de xurtkirin e û bang li jinan kir ku li dijî her cure tundiyê bisekinin û aboriya xwe ya serbixwe bidest bixin.
-

Kobanê malavaniya mihrîcanê dike: Çand tên gel hev
Endama Komîteya Amadekar a 2’yemîn Mihrîcana Şehît Berçem Mizgîn Çolaq derbarê mihrîcana ku warê berxwedanê Kobanê malavaniya wê dike de axivî û got ku bi riya mihrîcanê tevahî çandên pêkhateyan tê gel hev.
-

Meclisa Jinan a DEM’ê: Çareserî rêxistinbûna jinan e
Parlamentera Dem Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş li ser kampanyaya ku Meclisa Jinan a DEM Partiyê daye destpêkirin got ku ew ê li 81 bajaran hevdîtinan bi jinan re bikin û got: “Jehrkuja pergalê rêxistinbûna jinan e.”
-

Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn Peymangeha Bilind a Hunerê
12 sal piştî şoreşê yekem car li Rojavayê Kurdistanê, Peymangeha Bilind a Hunerê li bajarê Dêrikê vedibe. Rêvebera peymangehê Sîham Dawûd destnîşan kir ku ew ji bo pêşxistina hunerê xebatên xwe dimeşînin.
-

Li Mexmûrê perwerdeya hunerî ya zarokan bi dawî bû
Li Wargeha Mexmûrê dewreya perwerdeya ensturmanan ku ji aliyê Navenda Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ve bi armanca pêşxistina çand û huner ji bo nêzî 200 zarok û ciwanan hatibû destpêkirin, bi şahiyek dawî bû.
-

Li Şengalê cejnên cimayî destpê kirin
Li Mezargeha Şerfedîn a Şengalê ji aliyê bi hezaran kesî ve Cejna Cimayî tê pîrozkirin û hêviya aştî û yekîtiyê tê kirin.
-

Şeniyên Mexmûrê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Şeniyên Wargeha Mexmûrê yên li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ê bi hevkariya Iraq û PDK'ê meşiyan, bang li gelê Iraq û Başurê Kurdistanê kirin ku li dijî êrişan xwedî helwest bin.
-

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar 16 roj in didome
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar 16 roj in li Meclîsê didome.
-

Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ qedexe kirin
4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê biryara qedexekirinê danî ser pirtûka, “Rengê Mor a Siyaseta Kurd (Kürt Siyasetinin Mor Rengi)" a siyasetmedar Gultan Kişanak.
-

Pirtûka ‘Kurdistan Dilê Tevgera Jinan e’ li Kolombiyayê ye
Pirtûka ‘Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgera Jinan’ ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve bi felsefeya jineolojiyê hatiye amadekirin, li Kolombiyayê gihîşt destên xwendevanên xwe.
-

‘Serhildana Jînayê di têkoşîna gelê Îranê de pêngavek e mezin e’
Girtiya Îranî Nergîs Mohammedî ji bo Konferansa Aştiyê ya Nobelê nameyek nivîsand û got ku “Serhildana Jînayê” di têkoşîna gelê Îranê de weke teqîna kuantûmê ye.