rojane
-

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê her kes erka xwe pêk bîne’
Endamên Meclisa Xweser a Şengalê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku dijmin ji bo li fikir û ramanên wî bigre tecrîdê didomîne û gotin ku ji bo azadiya fizîkî çi ji destên wan were dê bikin.
-

Li Yemenê ajokar tenê ji sedî 2 jin in
Li Yemenê kesên ku ajokar in tenê ji sedî 2 ji wan jin in. Yek ji wan jinan jî Îthmar Han e, tevî tacîza ku li dijî wê hatiye kirin û şîroveyên neyînî jî dest ji ajokariyê bernedaye.
-

Berxwedana ku tarîtiyê veguherand ronahiyê: Kobanê
Jinên di berxwedana 134 rojan a Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bi ser ketin, zemînê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bi hêz kirin ku îro ev dirûşm ji bo jinan gerdûnî bûye.
-

Meclîsa Jinan a MSDʹê li bajarê Tebqayê panelek lidarxist
Meclîsa Jinan a MSDʹê li bajarê Tebqayê bi sernavê ʹNêrîna jina Sûriyeyî di beşdariya siyaseta aktîf deʹ panelek lidarxist.
-

Encamnameya Konferansa Rêxistina Navendî ya Jinê eşkere bû
Meclîsa Jinê ya DEM'ê encamnameya Konferansa Rêxistina Navendî ya Jinê eşkere kir û wiha hat gotin: “Em ê tora herî mezin a têkoşîna jinan a navneteweyî ava bikin ku wê zextê li dewlet û hikûmetên serdest ên mêr ên cîhanê bike.”
-

Çalakiya nobeta edaleta ya Emîne Şenyaşar di roja 24’an de ye
Çalakiya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber meclîsê di roja 24’emîn de didome. Rêxistina DEM Partî ya Rihayê serdana "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar kir.
-

Jinên Misrî behsa Jineolojiyê kirin: Divê bigihîje hemû kesan
Jinên Misrî behsa Jîneolojiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destgirtin kirin, bal kişandin ser asta ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye û diyarkirin ku divê Jineolojî bigihîje hemû civakan.
-

Li Îranê ji bo îfadeyê gazî 14 mamosteyan kirin
Li Îranê bi nêzbûna salvegera Jîna Emînî re, erkdarên ewlehiya Îranê 14 endamên Encûmena Pîşeyî ya Mamostayên Sine ji bo îfadeyê bang kirin.
-

KJK: Bi Jin Jiyan Azadî, em ê serkeftina azadiyê bi dest bixin
KJK’ê bi boneya salvegera dûyemîn a şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî da û got: “Em beşdarî şoreşa jinan a Rojhilata Navîn û pêvajoya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê bibin û bi Jin Jiyan Azadî, em ê azadiyê bi dest bixin û bi ser bikevin!”
-

Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1016’an de ye
Dayikên Şemiyê di hefteya 1016'an a çalakiya xwe de, li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û gotin: “Em ê xwedî li mîrateya Dayika Berfo derkevin."
-

Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran pirsîn
ÎHD û Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê di sala 1995’an de hat windakirin pirsîn.
-

‘Wê rejîmên faşîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bên têkbirin’
Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên faşîst bi felsefeya “Jin jiyan azadî” bên têkbirin û jinên girtî yên ku bi vê dirûşmeyê li ber xwe didin, hatin silavkirin.
-

‘Divê ji bo parlamentoyê pirsgirêka jinan girîngtir be’
Parêzer Peyman Ezedîn diyar kir ku guherîna zagonî bê erêkirin parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê nabe û got ku ger pirsgirêka jinan di warê civakî de were çareserkirin dê bi xwe re çareseriya gelek tiştan bîne.
-

Di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de 142 kes hatin qetilkirin
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê, di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 142 welatî bi şêwazên cuda hatine qetilkirin ji wan 12 jê zarok û 6 jê jin in.
-

NY: Dewleta Tirk sûcên şer dike
Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî û Serbixwe ya NY’ê di rapora xwe ya nû de eşkere kir û hat destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê dikevin di çarçoveya sûcên şer de.
-

Di lêpirsîna Narîn Guran de hejmara kesên hatin girtin bû 11
Di lêpirsîna Narîn Guran de R. Atasoy ê 15 salî ku bi şertê edlî hatibû berdan careke din hat binçavkirin û girtin.
-

Daxwaza koçberên Serêkaniyê vegera bi ewle ya warê xwe ye
Jinên koçber ên ji Serêkaniya dagirkirî ku li kampa Newroz a bajarê Dêrikê dimînin destnîşan kirin ku daxwaza wan tenê rizgarkirina bajarê xwe û vegera bi ewle ye.
-

Şoreşger Zeyneb Erdem li Mexmûrê hat bibîranîn
Şoreşger Zeyneb Erdem (Jiyan) a di sala 1995’an de di êrişa PDK’ê de jiyana xwe ji dest da di 29'emîn salvegera xwe de li Wargeha Mexmûrê bi merasîmek hat bibîranîn. Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 83’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 421’emîn de bi dewirgirtina koma 83’emîn didome.
-

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê ku didome, kir.