rojane
-

Li Mexmûrê berxwedana 3 salan: Dayîka Xanim a 77 salî 1096 roj in di nobetê de ye
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê derbasî sala xwe ya 4'emîn bû. Dayîka Xanim Benek a 77 salî 1096 roj in bênavber di nobetê de ye.
-

3 çalakvanên Kurd ji girtîgehên Kamyaran û Sineyê bi kefaleta demkî hatin berdan
Kajal Rehmanî, birayê wê Danyal û hevjînê wê Îsa Feyzî her yek bi kefaleta 2 milyar Tomenî heta roja darizandinê bi awayekî demkî hatin berdan.
-

Rêveberiya Tevgerê: Divê yasa hemû kesî bigre nav xwe
Rêveberiya Tevgerê di daxuyaniya xwe de got: “Divê yasayek ku ji Rêbertî heta şervanan her kesî beşdarî siyaseta demokratîk bike û azadiya fikrî û rêxistinbûnê di nav xwe de dihewîne, bê amadekirin.”
-

‘Bêyî beşdariya jinan entegrasyon çênabe’
Endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman diyar kir ku hikumeta demkî xwedî zihniyeta baviksalar e, rola jinan tenê di çarçoveyeke sembolîk de dihêle, naxwaze maf û daxwazên wan di warê siyasî û îdarî de esas bigre.
-

14 saliya Şoreşa Rojava li Kobanê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Bi beşdariya bi hezaran şêniyan, 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Stadyuma Şehîd Bawer Agirî hat pîrozkirin; di pîrozbahiyê de rola pêşeng a Kobanê û girîngiya parastina destkeftiyan hat teqezkirin.
-

Teqawûdên Ewlekariya Civakî li Îranê derketin kolanan: Jiyan û rûmet mafê me ye
Di nav krîza aborî, enflasyona bilind û kêmbûna hêza kirînê de, teqawûdên Ewlekariya Civakî li Şûş, Ahvaz û Tehranê xwepêşandanên protestoyî lidarxistin. Daxwaza zêdekirina mûçeyan, cihanîna mafên yasayî û çareserkirina şertên jiyanê kirin.
-

Çalakvanên jîngehê Sepîdeh Kaşanî û Homan Jokar serbest hatin berdan
Medyayên xwecihî yên Îranê ragihandin ku çalakvanên naskirî yên jîngehê Sepîdeh Kaşanî, hevjînê wê Homan Jokar û xwişka wê Sîma Kaşanî piştî girtina wan a demkî hatine berdan.
-

Li bajarê El-Ubeyd xeleka birçîbûnê berfireh dibe
Piştî têkçûna torên dabînkirinê yên bingehîn li çend herêmên Sûdanê, aloziyên mirovî gihîştin lûtkeyê. WFP ragihand ku ji ber astengiyên ewlehiyê û kêmbûna fînansekirinê, bi hezaran malbat û zarok li bajarê El-Ubeyd rûbirûyî rîska birçîbûneke giran bûne.
-

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de rûpelek zêrîn vekir’
Bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê pîrozbahî hat lidarxistin. Beşdaran diyar kirin ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di dîroka gelê Kurd de rûpelek zêrîn vekir.
-

Ji Platforma Jinên Kurd banga yekîtiyê
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku bersiva herî xurt a li dijî dagirkeriyê, avakirina yekdengiya neteweyî ye.
-

Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê: Divê Talîban were darizandin
Tevgera Roja Azadiya Jinên Efganistanê pergala “cudakariya zayendî” ya Talîbanê ku jinan ji kar, xwendin û jiyanê dûr dixe şermezar kir bang li cîhanê kir ku gavên berbiçav biavêje, Talîbanê bidarizîne û dawî li vê zilmê bîne.
-

Li Îranê cezayê qamçiyan li stranbêj Anîta Papîst hat birîn
Dadgeha Îranê bi tohmeta "heqareta li exlaqê giştî" cezayê 74 qamçiyan li stranbêj Anîta Papîst birî. Digel cezayê bedenî, pasaporta hunermend hate desteserkirin û xeta wê ya telefonê hat astengkirin.
-

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Bêrîvan Mihemmed: Rêveberiya Başûrê Kurdistanê rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê vedike
Aktîvîsta siyasî û rojnamevan Bêrîvan Mihemmed destnîşan kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî êrîşên dewleta Tirk li ser ax, xweza û gundên Kurdistanê berdewam dikin û got: "Hikûmeta Başûr bi bêdengiya xwe bûye parçeyek ji van polîtîkayên dagirkeriyê."
-

Şoreşa 19'ê Tîrmehê: Rola pêşeng a jinên Ermen û Suryan di avakirina civakê de
Li Rojavayê Kurdistanê şoreşê derfet da jinên hemû pêkhateyan da ku bi nasnameya xwe beşdar bibin û dengê civaka xwe ragihînin. Jinên ji pêkhateyên Suryan û Ermen piştrast kirin ku hebûna jinan di nava şoreşê de têkoşînê xurtir kiriye.
-

Li Parlamentoya Cezayîrê nûnertiya jinan daket
Tevî ku li Parlamentoya Cezayîrê ji bo jinan du kursiyên din jî hate dayîn, ev yek rastiya kêmbûna nûnertiya jinan naguherîne.
-

Li girtîgeha Qizil Hesarê greva birçîbûnê ket roja 6’emîn
Girtiyên li girtîgeha Qizil Hesarê ku li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê û zextan dest bi greva birçîbûnê kirine, tevî xirabbûna rewşa wan a tenduristiyê û fişarên rêveberiyê, di roja 6’emîn de çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.
-

Doza Ferhat Tepe di hefteya 1112’an de bû rojev
Li qada Galatasarayê kiryarên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe hatin pirsîn. Ji dayîkên Şemiyê Zubeyde Tepe got: “Hevalê min ê rê Îshaq Tepe koça dawî kir. Dema ku ew sax bû, tenê daxwaza wî ew bû ku were vê qadê û têkoşînê bike bû.”
-

Li Kongoyê pêngava nû ya aşiyê ji bo şewba Ebolayê destpêkir
Li Komara Demokratîk a Kongoyê şewba Ebolayê bi lez belav dibe û hejmara mirinan gihîşt 864’an. Li dijî vê krîza tenduristiyê, Zanîngeha Oxfordê ji bo varyanta Bundibugyoyê ceribandinên ewil ên aşiyê li ser mirovan da destpêkirin.
-

Li girtîgehên Îranê di bin siya şer de 17 kes hatin darvekirin
Di pêvajoya ku şer didome de, înfazên cezayên darvekirinê yên Komara Îslamî ya Îranê jî leztir bû. Li gorî daneyên fermî û nefermî, di rojên dawî de li girtîgehên cûda yên Îranê 17 girtî hatin darvekirin.