Kongra Star: Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafek gerdûnî ye

Kongra Star bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryarên li ser xwendina bi zimanê Kurdî da û ev tişt anî zimna: “Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafek rewa û bingehîn e.”

Kobanê – Rêxistina Kongra Star ya bajarê Kobanê li dijî biryara hikûmeta demkî a derbarê xwendina bi zimanê Kurdî de daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de bi dehan ji endamên Kongra Star li qada Jina Azad kombûn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî ve hat xwendin.

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafek gerdûnî ye’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî 27’ê tebaxê têkildarî zimanê kurdî biryarnameyek raghand. Li hemberî vê biryarê xwendekarên ji Bajarê Kobanê li dijî wê biryarê rabûn û red kirin û wiha hate gotin: “Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî gerdûnî, mirovî û sînornekirî ye. Tu saziyên siyasî an leşkerî nikarin vê mafî ji zarokên me bistînin an bixin bin sîbera berjewendiyên xwe yên teng. Ev biryar, êrîşek li ser çand, dîrok û rûmeta gelê me ye.
Bi dehhezaran xwendekarên Bajarê Kobanê ku, 14 sal in bi zimanê xwe dixwînin. Di rojekê da guhertina vê rewşê dê bibe sedem ku bi deh hezaran xwendekar ji xwendinê dûr bikevin û ji mafê perwerdeyê qut bibin.”

‘Em vê biryarê red dikin’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em weke Kongra Star li Kobanê, tevî hemû sazî û tevahî gelê Kobanî, vê biryarê bi her awayî red dikin. Em radigihînin ku em ê li hemberî vê biryara asîmîlasyonê bêdeng nemînin û em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo parastina ziman û çanda xwe bilind bikin.
Heta ku mafê zimanê me yê fermî û tam neyê naskirin, tu xwendekarên me naçin dibistanan û perwerdeya bi zimanê erebî qebûl nakin. Em ne li dijî Zimanê biyanê ne, em mafê xwa dixwazin ji ber vê  Zimanê me yê ku bi xwîna Şêhîdên me yên bi rûmet ku dîroka me nivîsandîye, dê bê parastin. Zimanê me rûmeta me ye û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi diruşmeya “Zimanê me kurdî ye û mafê me desturî ye” bi dawî bû.